KURDISTAN NETEW

 

KURDISTAN

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net > Nûçe >  Kurdistan

 

 

Li Kurdistana Azad Dijî Al,Ziman û Sirûda Kurdî Hewldanên Derî Mentiq û Ecêb

 

NÛÇE-ÞÎROVE:ÎLHAN SEMSURÎ / HAWARDENGÛBAS

Weþandin: 14 Berfanbar,2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Kurdistana azad dîsa hewldanên ecêb û derî mentiq dijî yekgirtana neteweyî di rojevê de ye.Gelê Kurd ku ji ber li þûna tiþtê heyî xurtir bikin her tim bêtir xera dikin û ji nû ve çêdikin û ji ber vê yekê jî nagihêjin tu encaman di çavê gelên din de jî navê Kurdan tê xirab kirin.


Ev taybemendîya neyênî ya Kurdan ku heta niha bûye sedema bêdewleta mana neeweya Kurd dîsa xwe li Kurdistana azad nîþan da.

Hate ragihandin ku muduriyeta dezgeha saziyên perwerdeyê ku di bin wezareta perwerdeyê de kar dike, daxwazek nivîskî daye hukumeta Kurdistanê da ku sirûda netewî " Ey Reqîb" bê guhertin û ji dêvla wê yeka nû bê bikaranîn.

Her wiha bo guhertina alaya Kurdistanê jî daxwaza guhertinê hate rojevê.Wezîrê rewþenbîrî yê "aqilmend" Felekeddîn Kakeyî jî daxwaza guhertina alaya Kurdistanê dike.


Ne tenê ewqase... Yekgirtûy Îslamiy Kurdistanê bê navber xebata soranîkirin û erebîkirina(elfebe) seranserê Kurdistana azad didomîne.

Di meha Kewçêrê jî ji devê berpirsyareke YNK dîsa bo guhertina ala Kurdistanê gotinên ecêb derketibû.

Her wiha meha sibatê de jî hin derdorên oldar li Kurdistana Azad bo guhertina Marþa Neteweyîya Kurdî dest bi kamyayeke kiri bûn.

Sedema vê helwesta þaþ jî hevokeke di nav Ey Reqib de ku “Dînîman e, ayîman her niþtiman” derbas dibê tê nîþan dan.Oldarên nêrînteng vê hevokê wek heram dibînin û wate û peyama Sirûda Ey Reqib bi avayekî ecêb dinirxînin.

Zanayên Îslamê helwesta wan derdorên marjînal gelek xeter dibînin û dibêjin ”Divê sembolên Neteweyî û bingeha Îslamê cûda werin þîrove kirin.Marþa Ey Reqîb êdî bûye sembola Neteweya Kurd.Dijî derketina nirxên ewqas girîng bêhez kirin û paþve xistina hemû deskeftî û pêþketinên neteweyî ye jî.

Guhertina siruda netewekî hemû alîyan de tiþtekî xirab e.Jixwe peyvên sirûda Neteweyî ya Kurdî Ey Reqîb peyvên sembolîkin û hêstên netewî tîne ziman.Ey Reqib de peyameke bo dijminên Kurdan û nîþaneya têkoþîna Netewî û berxwedanê ye.

Tiþte ku Dijminên Kurdan Nekir Niha Kurd Bi Xwe dikin; Dixwazin Ala Rengîn Biguherînin



Kurd bi ala rengîn kêfxweþî û serfirazîyên xwe tînin ziman

Ala Kurdistanê 86 sale tê bikaranîn.Hemû Kurdên cîhanê piranî vê alayê nasdikin.Êdî li bakûrê Kurdistanê jî di rojên taybet yên Kurdan de ev ala tê bikaranîn.Ala Kurdistanê ya niha hema hema hemû weþanên Kurdî de hatine bikaranîn.Hemû malper û weþanên Kurdî bi vê alayê nûçeyên xwe belav kirine.


Bi sedan mêþ,xwepêþandan,þahî,konser,Newroz,þîn,protesto, dawet û gelek rojên taybet yên Kurdan de ala tengîn hatiye bikaranîn.Li Ewrûpa Kurd bi vê alayê xwe îfade kirina û Kurd di anav 100 salê de vê alayê ecibandine.Di weþanên bîyanî de di medyaya Tirkan de Kurd bi vê alayê hatîya nasandin.

Tirkîye ji ber vê alayê gefan li Kurdistana azad xwarîye.Kurd di dîrokên xwe yên nêz de yekem car semboloke hevbeþ pejirandine.Guherandina Ala Kurdistanê tê maneya ji nû ve destpêkirina prosesek heman rengî an go dehan salên din.

Her wiha ger alaya xwe biguherînin dê êdî Kurd nema nikaribin bêjin sembolên me yên hevbeþ hene.Dagirkerên Kurdistan her tim Kurdan re dibêjin hûn ne netewein ji ber vê yekê dewleta we tuneye.Ji ber ku hûn nikarin pêwîstîyên netew bûna bi cîh bînin.

Milletên din 100 sal heta 300 sal berê wan problemên xwe çareser kirine.Lê Kurd diçin û tên û li heman cihê dizivirin.

Demek berê ku PKK digot divê Kurd ji xwe re alayek nû qebûl bikin.Niha hikumeta Kurdistanê jî tê gotina PKK.

Heman tiþt bo sirûda Ey Reqib jî wisa ye.Ey Reqib ji Ala Kurdistanê zêdetir bûye semboloke neteweyî.Ji ber ku derdora PKK jî tevde hemû alîyên Kurdan sirûda "Ey Reqîb" pejirandine.Gotinên "Ey Reqib" jî bo neteweya Kurd pirr guncaw e

Ger gelê Kurd wan her 2 sembolên xwe biguherîne wê bi rastî jî kêyfa dijminên Kurdan were.


Soranîparêzî û Erebî(Elfebe)parêzî parastina lawaz bûna zimanê Kurdî ye

Soranî parêzî û erebî(elfebe) parêzîya hin derdorên li Kurdistana azad jî bi rastî jî rewþeke pirr xeter derdixîne holê.Nêzî ji %70 ya milletê Kurd zaravaya Kurmancî bikartînin û bi vê zaravyê arþîvek gellek mazin heye û di warê wêjeyê de jî xwedî rabirdûyek pirr kûr û dewlemend e.Bi temamî dev ji berdana Kurmancîyê xeterek pir mezin derdixîne holê.

Parastina elfebeya Erebî jî parastina paþdamayîna zimanê Kurdî ye.Di dema me de di Kurdistana Bakur,Kurdistana Baþur-Rojava,Ewrûpa û Rûsya(li gel elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li Kurdistana Baþur û Kurdistana Rojhilat de elfebeya Erebî tê bikaranîn.Kurdistana Baþur de televizyonan û hin kovarên Kurdî,hin malperên înternetê û hin pirtûkên Kurdî ku tên çap kirin de elfebeya Latinî tê bikaranîn û xebatên bi vî rengî jî zêde dibin.Lê zimanê ku,zimanê 45-50 mîlyon mirovan be elfebeyek yekgirtî yê vî zimanê nebe.

1▪ Elfebeya Erebî ji alîyê rêzimanê de zirarê dide Zimanê Kurdî û di nav elfebeya Erebî de gelek tîpên ku di zimanê Kurdî de hene,nînin.Elfebeya Erebî bo zimanê Kurdî di gelek waran de kêm e.

2▪ Pirtûk,kovar,rojname û hemû weþanên nivîskî ku li Kurdistana Azad û Kurdistana Rojhilat dertên Kurdistanîyên ku elfebeya latinî bikartînin nikarin sûd verbigrin.Heman þiklî Kurdistanîyên ku elfebeya erebî bikartînîn nikarin berhemên ku li Kurdistana Bakur,Kurdistana Rojava,Ewrûpa û Qefkaya bixwînin.

3▪ Nebûna elfebeyekê hevbeþ nêzîk bûna zaravayên Kurmancîya jêr û jor jî asteng dike.Her wiha ber rûniþtina rêzimanê Kurdî jî digre.

4▪ Pêþketinên teknolojîk û zanyarî de elfebeya Erebî nikare bersivê pêwîstîyên sedsala 21.an bide.Li Cîhanê pêþketinên di warên teknolojî,zanist û ragihandinê bi giþtî ser bingeha elfebeya latinî birêve diçe.

5▪ Nebûna elfebeyekê hevbeþ ya neteweya Kurd bo dijminên Kurdistanê dibe sedema kêfxweþîyê.

6▪ Bi tu avahî têkîlîya ol(dîn) û ziman nîne.Bila kes xwe paþ perdeya olê veneþêre.Elfebeya hevbeþ ya neteweya Kurd latinî be jî hemû Kurdêm misiliman dikarin dîsa Qûranê Kerîm bi avayekê normal bixwînin.Pejirandina elfebeya latinî bi tu avahî zirarê nade misilimantîya Kurdan.Hemû misilmanên ku ereb nînin(ji xeynî fars,efxen û pakîstanîyan) wisa dikin.

Wê rojan bê nîþanî me bide ku ka hikumeta Kurdistanê hîsa aqilmand tevbigere an cewazîyên biafrîne bo milletê Kurd.

 

 

Binivsîne

 

 

Çavkanî

HAWARDENGÛBAS
 

 

 


                                                                                        
              Hemû naveroka beþa Kurdistan »

                                                                                   

 

Biçe Jora Rûpelê

 

 

 

Hemû naveroka beþa Kurdistan »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

 

Rûpel

» BINIVSÎNE

» BIÞÎNE

 

Reklam

 

 

 

 

 

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya

jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya

KURDISTANNETEW e

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

© kurdistannetew.net | Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam      HKMG           © 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.