KURDISTAN NETEW

 

KURDISTAN

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net > Nûçe >  Kurdistan

 

 

Iraq Perçe Dibe

 

NÛÇE-ÞÎROVE;REBIWAR KURDO / HAWARDENGÛBAS

Weþandin: 01 Berfanbar,2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Iraqê di pêvçûnên dawî yên navbera þia û sunnîyan de tenê di 24 saeta dawîn de nêzÎ 250 kes jiyana xwe ji dest dan. Êrîþa dawî li bajêrê Sadr pêk hat.Hate ragihandin ku her wiha nêzî 30 ji çekdaran êrîþ kir ser Wezareta Saxlemîyê li Bexdayê û þer digel hêzên parastinê kir.

Her roj herî kêm 100 kes tê kuþtin.Þiî û Sûnî bênavber di nava pevçûnê de ne.Pisporan dîyar dikin ku êdî ne mimkune ku yekîtîya axa Iraqê were parastin.Li Iraqê ew 4 salin ku bi operesyona DYEyê rejîma Baas hatîye rûxandin û 4 salin her roj bi dehan Iraqî jiyana xwe ji dest didin û Iraq di her waran de her roj hinek din paþ dikeve.Ji xeynî Kurdistana azad li Iraqê hiþmendîya civak bûnê jî bi temamî ji holê rabûye.

Êdî gellek pisporên sîyasî dîyar dikin ku rewþa Iraqê êdî paþve nayê zivirandin.Piporên sîyasî dîyar dikin ku êdî Iraq tenê ser kaxizê heye.Iraq bi avayekî fiîlî jixwe perçeye.Kurd xwedî dewletin,Þiî jî rêveberîyên xwe ava dikin.Qet hêza hikumeta Iraqê nîne.

Êdî ne mimkune ku Iraq bibe yek.Dê dema nêz de ser kaxizê jî Iraq nemîne.Pisporê Emerîkî Peter Galbright di hevpeyvîneke xwe de dîyar kiribû ku wê Kurdistan heta 5 salan serxwebûna xwe îlan bike.Li gor Galbright hêzên DYE wê di sala 2009'an de leþkerên xwe ji Iraqê bikþîne.

Kurd ne mecburin di nava vê xirecir û alozîyê de bimînin

Baþûrê Kurdistanê ku li vê derê 14 sal berê rêverîya azad ya Kurdistan hatîye damezirandin û bi hikumet, parlemen û dezgeh û sazîyên xwe li gel kêmasî û astengîyan be jî pêþdikeve.Di operesyona Emerîka de jî Kurd bi bergehekî stratejîk û konjokturel di hêla DYE de cîh girtin û ew hevkarî dîsa di çerçoveya berjewendîyên her dû alîyan de didome.

Kurd ne fermî be jî niha nêzî serxwebûnê ne.14 salin ku Kurd bi zimanê Erebî naxwînin û naaxifin.Her tiþt bi Kurdî ye.Rêveberî bi her avahî ji Iraqê cûda ye.Kurdistana azad her roj hinek din ji Iraqê dûr dibe.

Kurd niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.Hê meseleyên aborî,avadanî,dîplomatîk û pirsa Kerkûkê hin jî nehatine çareser kirin.Rastîyeke din jî ewe ku Erebên Iraqê jî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û pêþketina Kurdan naxwazin.Xalkê baþûrê Kurdistanê li gor perçeyên din ya Kurdistanê kêmtir bi welatê dagirker re entegre bûne heta hêç nebûne.

Iraq jî wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di nav Ereban de jî nakokîyên mezin û dîrokî hene.Rewþa dawîyê li Iraqê de careke din derket holê baþûrê Kurdistanê bi her avahî ji Iraqê cûdatir,pêþketî û ewletir e.Ji hikmetê heta medyayê,ji ziman û çandê heta taximên fitbolê, Kurd ji Ereban ji Iraqê cûdatir in û “dûr” in.Ger li Iraqê rewþ ber bi xirab bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî ji Iraqê bi temamî veqetin.

Kurd ne mecbûrin ku di nav vê xirecirêde bimînin li baþûrê Kurdistanê bi her avahî bingeha Dewleteke Kurdî hatiye avakirin û mafê Neteweya Kurd e ku di vê beþê de ser bingeheke neteweyî ji bo parastin û pêþxistina heyîna Kurdistanîyatî û hemû hêlên civak,aborî,çand hêza biryar dayînê li Cîhanê ya gelê Kurd dewletek serbixwe avabikin.

 

 

Binivsîne

 

 

Çavkanî

HAWARDENGÛBAS
 

 

 


                                                                                        
              Hemû naveroka beþa Kurdistan »

                                                                                   

 

Biçe Jora Rûpelê

 

 

 

Hemû naveroka beþa Kurdistan »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

 

 

Rûpel

» BINIVSÎNE

» BIÞÎNE

 

Reklam

 

 

 

 

 

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya

jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya

KURDISTANNETEW e

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

© kurdistannetew.net | Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam      HKMG           © 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.