KURDISTAN NETEW

 

KURDISTAN

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net > Nûçe >  Kurdistan

 

 

Ger Kurd mafên xwe yên neteweyî bidest nexînin wê ji planên kûr ya dijminan û êrîþan rizgar nebin!

 

BERHEVKIRÎ-SERHAD B.RÊNAS/HESEN DILGEÞ

Weþandin: 14 Îlon 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Amedê dijminên Kurdan dîsa xwîna Kurdan rijandin.11 Kurd heft jê zarok þehîd bûn.

Di teqînê de Rojhilat Aslanê 29 salî, Ezgî Yetîþecek a yek salî, Abdullah Çetinkaya û ji malbata Demir a Ferqînî dayîk Vahîde keçên wê Evîn, Zîlan, Þîlan û Mizgîn jiyana xwe ji dest dan.

Bi hezaran kes li Amedê derketin kolanan û êrîþê protesto kirin.Li gellek kollanan agir hate vexistin.Gel xwest ku meþ pêk bînin lê polîsên Tirk nêhiþtin.Li hin deveran de jî di navbera hêzên Tirk û çalakvanên Kurd de þer derket.

Li gellek avahîyan de bo þermezar kirina terora Tirkan alên reþ hate daliqandin.

Civaka Tirk wekî her demê dîsa wek bûyereke terorê þîrove dikin.Jixwe ev çavgirtîne.Jixwe bi  tu avayî netew bûna Kurdan nafikirin,mafên rewa ya gelê Kurd nahesibînin.Mêjîyên wan hatine þûþtin.Xwedî berdarazîyek tund in.Rastîyan pirsyarî nakin.

Kurd navnîþanê êrîþkaran dizanin

Piþtî êrîþê li gor pêþveçûnên dawî Kurd nava xwe navnîþanê êrîþkaran texmîn dikin û ev navnîþan jî bê gûman dijberên Kurdan û hêzên tarî yên di nava dewleta Tirk de ye.

Bûyerên Þemzînanê,konsepta dawî û daxûyanîyên dawî ya serfermandarê nû ya arteþa Tirk jî texmînên Kurdan bihêztir dike.Tiþtê balkeþ jî ewe ku teqîn di salvegera 26'emîn ya darbeya leþkerîya dewleta Tirk ku bûbû sedema mirin,wenda bûn û eþkence kirina bi sedhezaran Kurdên bakûrê Kurdistanê de pêk hat.

Grûbekî bi navê TÎT(Tugayên Tolhildanê Tirk-Türk Ýntikam Tugaylarý) êrîþ girte ser xwe.Têkîlîya TÎTê bi rasterast bi dewleta Tirk re heye bi taybetî çeteyên artþea Tirk ve. Armancekî din jî li bakûrê Kurdistanê ji nû zêdekirina zordstîyê û anîna OHALê jî ye.Li piþt vê êrîþê heman derdorên tawanbar ku li Þemzînanê û li hêmû Kurdistanê terorê li dijî gelê Kurd pêk tînin hene.

Dîyare ku Tirk dê dev ji dijminatîyê xwe ber nedin.

Niha li Amedê wekî tol girtina Þemzînan û bûyerên meha adarê ya Amêdê û hêzên tarî ya dewleta Tirk ser karê ne.

Her êrîþ, her teqîn tehdîdeke ser hebûna Kurd û Kurdistanê.Her wiha asteng kirina jiyanake aram û pêþketî bo Kurdan e.

Jixwe Kurd bi temamî ji pêþketin û ji qebûl kirinê tên mehrum kirin.Ji ber ku dewleta Tirk ser esasê Tirk bûnê hatîye avakirin û 80 sale jî tiþtek ji vê rastîya xwe jî winda nekirîye.Li Tirkîye herêmen herî paþdamayî herêma Kurdistanê ye.Kurd bi temamî dev ji doza netewî berdin jî wê pêþketina herêmên Kurdan her tim were asteng kirin.Ji ber ku tirsa perçe bûn tu carî jî ji nav dilên wan grubên rêveberîya Tirkan dernakeve.

Kurd divê li þûna tenê protesto kirinê divê êdî dest îcraatê bikin.Midexeleyî rexistinên ku bi xwîna hezaran Kurd bi hêz bûnê bikin.Pêþketinana baþ binirxînin.Bawerîyên xwe bi medyaya Tirkan û hwd. neynin.Xwedî derketina Kurdeyatîyê di her waran de wekî "paþdamayînek" nebînin.Bila bizanibin ku niha hemû dewletên pêþketîyên Cîhanê ser esasê parastin,pêþxistin û nasandina taybetmendîyên neteweyî û dîrokî hatine avakirin.Kanûnê sirûþtê eve.Pêþketina vî milletê pêþketina vî gelî ye.Pêywendîya nav mirovan ser vî esasîyê.

Belkî hin îstîsnayên vê yekê hebin jî,ji ber vê kanûna sirûþtê ne mimkune ku Kudek bi qebûl krina Tirk bûyînê an jî "aþtî" an jî "biratî" ye ke maneyê wî valarî re pêþketin,dewlemendî an jî bextewerîyek mayînde bidest bixînin.

Bi destxistina mafên neteweyî ya gelê Kurd li alîyêkî, ne mimkune ku Kurd beyî dewletek serbixwe ya Kurdistanê jiyanake pêþketî di warê ekonomîyê,jiyaneke bi ewle û xwedî strandartên bilind,xizmetên baþ ya tenduristî,perwerde,jîngeh,delfetên sosyal û hwd. nikarin bi dest bixwînin.

Her netew encax xwe bi xwe dikare bi rêvebibe ser esasê aîdîyet û taybetmnedîyên xwe yên dîrokî.Ger wisa nebe wê nifþên xirab,kêm,derûnî xirab,tewþ,bêparseng, bêhavil û bêhilberîn derkevin holê.Ku niha li Kurdistanê di nifþên nû de hemû wan kêþeyên girîng tê dîtin.

Kurd êdî þûna "piþtgrî dayînê" an jî "fîgûran" bûyînê divê kontrolê bidestbixin û pêvajoyê bi xwe dîyar bikin.Her Kurdek bi ser xwe û hemû Kurd bi hev re.

Ger gelê Kurd li bakûr negihêje statuyeke xweser û gelê Kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest nexînine xuyaye Kurd ji teqîn,êrîþ û planên derûdorên berjewendîxwaz rizgar nebin.

 

Binivsîne

 

 

Têbînî

Ji nûçeyên HAWARDENGÛBAS û gotarên Serhad RÊNAS

û Hesen DILGEÞ hatîye berhev kirin.
 

 


                                                                                            
                 Hemû naveroka beþa Kurdistan »

                                                                                   

 

Biçe Jora Rûpelê

 

 

Hemû naveroka beþa Kurdistan »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

                                                                                                                                                                    

 

Pêywendîdar

 

 

Rûpel

» BINIVSÎNE

» BIÞÎNE

 

 

Reklam

 

 

 

 

 

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya

jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya

KURDISTANNETEW e

REKLAM

 

 

 

 

 

 

© kurdistannetew.net | Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam      HKMG           © 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.