KURDISTAN NETEW

 

KURDISTAN

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net > Nûçe >  Kurdistan

 

 

Tirkîye Beramberî Ecibandina Rastîya Kurdistanê di Qada Navneteweyî de Neçare

 

HAWARDENGÛBAS

Weþandin: 12 Kewçêr 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji ser hevdîtina Condoliza Rice û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî çend roj derbas bûn,lê li Tirkîye hevdîtina dawî û bi giþtî têkîlîya Kurdan û Emerîka tê nîqaþ kirin.

Heta niha di planên Tirkan yê tune kirina hebûna Kurdan de rêbeza bingehîn ya Dewleta Tirk înkar kirina hebûna neteweya Kurd bû.

Dewleta Tirk bi salan têkoþîna xweli dijî Kurdan bi vî avahî meþand.Ji bo Tirkîye encama herî xirab bidestxistina Kurdan ya nasnameyeke polîtîk di qada navneteweyî de bû.

Çi bi riya hêzên xwe çi bi riya bikaranîna "hin" Kurdan terorîze kirina navê Kurdan de heta radeyek serkeftî bûn.

Lê belê konjoktura Cîhanê ya salên dawî ku berjewndîyên DYE û Kurdan ketin heman riyê û bi giþtî xebatên tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanî ji Cîhanê re vebûna derîyên Kurdistanê pêk anî.

Heta niha Yekîtîya Ewrûpa û gellek hêzên Cîhanî beramberî rastîya Kurd û Kurdistanê bêdeng man.Bêgûman yek ji sedema vê yekê lawazîya xebatên Kurdan bû.Lê bi taybetî di mehên dawî de di helwesta wan hêzan kêm be jî guhertinên girîng rû dide.

Helwesta YE Hinek Diguhere

YE Ewrûpa di mehen dawî ser hev derbarê rewþa Kurda de raporan amade dike,biryaran verdigre û hwd.Bi taybetî di du raporên dawî de ser "netew bûn" û "bê dewlet" bûna Kurdan hate balkiþandin.

Nûçeya wan raporan di medyaya Tirkî de gellek deng veda û hate nirxandin.Raporên bi vî rengî dibe sedema guherîna hin qalibên ser mêjîyan û di dema dirêj de bandorên wan ên psîkolojîk heye.

Bi taybetî civakeke wek Tirkan ku hin jî piranîya wan rastîya hebûna gelê Kurd qebûl nakin.Her wiha ji alîyê DYE ve jî hin pêþketinên bi vî rengî derket holê.Nexþeya ku di kovareke Emerîkî de hatibû weþandin û di vî nexþeyê de Kurdistaneke mezin û serbixwe hebû û hin jî di nava raya giþtî ya Tirk de tê nîqaþ kirin.

Weþandina rapor,daxûyanî,dokuman, nûçeyên bi vî rengî alîkarîya darîçav kirina hedefên nîhayî ya neteweya Kurd dikin..

Nayê wê wateya ku DYE an jî YE ji niþka ve Kurdan hez kirin.Bê gûman ev guhertin di çerçoveya gûherîna berjewendîyên wan hêzan de pêk tê.Lê divê Kurd di çerçoveya berjewndîyên hevbeþ de wan firsendan bikarbînin.

Dewleta Tirk li beramberî hemû hêza xwe ya leþkerî,medyayê xwe ya mezin,bi aborîya xwe,bi tecribeya xwe dûrûdirêj ya dewletî,bi avantaja dewlet bûnê dîsa jî nikare wan pêþketinên konjokturel ku di leha Kurdan de ye nikare asteng bike.

Dewleta tirk di wan rojan him bi wan pêþketinana him jî biryarên derbarê komkujîya Eremenîyan de di tengasîyê de ye.

Divê Kurd vê yekê baþ bihelsengînin.Di serî de Kurdên bakûr û bi giþtî hemû gelê Kurd... (HAWARDENGÛBAS)

 

 

Binivsîne

 

 

Têbînî

Ji HAWARDENGÛBAS hatîye vergirtin.
 

 

 


                                                                                        
              Hemû naveroka beþa Kurdistan »

                                                                                   

 

Biçe Jora Rûpelê

 

 

 

Hemû naveroka beþa Kurdistan »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

Rûpel

» BINIVSÎNE

» BIÞÎNE

 

Reklam

 

 

 

 

 

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya

jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya

KURDISTANNETEW e

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

© kurdistannetew.net | Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam      HKMG           © 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.