|
|
Li Dewleta Tirk ji ber daxûyanîyên
serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtîya Niþtimanê Kurdistanê Celala Talabanî
qiyamet rabûye.
Celal Talabanî li Emerîkayê tevlî bernameyeke radyoya bi navê National
Publîc Radio bû û ji bûyerên þîdetê yên Iraqê Tirkiye, Îran û Suriye
berpirsyar girtini bû. Talabanî goti bû ku, rêveberiyên Tirk, Îran û Suriyê
tevlî karên hundurîn yên Iraqê dibin û ji bo alozî dewam bikin jî,
piþtgiriyê didin derdorên mûxalîf.
Serokdewletê Iraqê Celal Talabanî destnîþan kir ku, ji ber vê helwesta
Tirkiye, Îran û Suriyê bêhna wan teng bûye û got: ‘Em ji cîranên xwe
dixwazin tiliyên xwe naxin nav karên me. Bi hurmet nêzî serxwebûn û
serdestiya Iraqê bibin’.
Celal Talabanî bi vî avahî Tirkan bi gotinên dîplomatîk him di mijara
Kerkûkê de him jî rewþa bakûrê Kurdistanê de hiþyar kir.Tê zanîn çend roj
berê destûra Kurdistanê çend roj berê li parlemena Kurdistanê hatibû
nirxandin.
Di destûrê de dîyarkirna parastina mafê çarenûsê gelê Kurd û madeya tevlî
kirirna Kerkûkê bo nav sînorên Kurdistanê jî li Tirkîye bû bû cihê eciz
bûnê.Tirk her tim bi avayekî derî mentiq dijminahîya Kurdan dike û dixwaze
tilîyên xwe tevî karên Kurdan bike û di vê varî de jî bi Erebên dij-Kurd,bi
ajanên xwe û bi Tirkmenan têkdana serketina Kurdan hewl dide.
Gotinên Celal Talabanî jî di vî warî de hiþyariyek tund e bo dewleta Tirk
Çend roje ku li Tirkîye bi taybetî medyaya Tirkî ji ber gotinên Celal
Talabanî bêzar û eciz in.Serokwezîrê dewleta Tirk derabrê gotinên Talabanî
de got "gotinên Talabanî gotinên qirêj û nebaþin".Her wiha çend
parlementerên Tirk jî dibêjin ku qaþo ew Celal Talabanî kesekî mihîm
nabînin.Ji alîyekî dinjî nerazîbûna wan a tund û cidî negirtina wan
nakokîyek mezin e.
Dewleta Tirk ji ber Kurd bûna Celal Talabanî û pêþketininên li Kurdistana
azad li dijî hemû gotinên rayedarên Kurd bêtehhmulin. hev dixîne.Dewleta
Tirk dijminahîya xwe bi her avyekî bo Kurdên li her derê nîþan dide.Dewleta
Tirk her tim bi vê helwesta xwe dixe rewþekî pêkenînî.
Dewleta tirk nikare Kurdistanê dagir bike
Mam Celal di daxûyanîyeke xwe yê din de li Emerîka dîyar kir ku divê kêþeya
Kurd a li bakûrê Kurdistanê bi riyên demokratîk were çareser kirin.Her wiha
got:" da zanîn ku hebûna hêzên leþkerî yên DYAyê, li ber hewldanên
dagirkirina Kurdistana Federe asteng e, loma jî ew alîgirên hebuna hêzên
leþkerî yên DYAyê ne.
Talabanî çend roj berê di daxuyaniya xwe de anî bû ziman ku PKK ji bo
agirbestê îqna kirine û wê PKKê di nava çend rojan de bi awayekî fermî
agirbestê îlan bike.
Çavkanî
HAWARDENGÛBAS
Hemû
naveroka beþa Kurdistan »
Biçe Jora Rûpelê
|
|
Hemû
naveroka beþa Kurdistan »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

Rûpel
»
BINIVSÎNE
»
BIÞÎNE
Reklam

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya
jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya
KURDISTANNETEW e
|