|
|
Kujdara bi sedhezaran Kurd û dîktatora
berê ya Iraqê Seddam Hûseyîn di mehkema ya li Bexdayê de bi cezayê
îdamê hat cezakirin.Saddam di mehkema îro da ji bo kuþtina 148 þîayên ereb
ku di sala 1980î de hatibun kuþtin hat cezakirin. Saddam bi cezayê îdamê û 7
hevalbend û karmendê partîya Baas yên bere bi cezayên cuda cuda hatin
cezakirin.
Piþtî biryarê, serok wezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî gotareka televizyonî pêþkeþ
kir got ev hukime ne bi tenê li ser Seddamî ye, lê liser temama demê
desthelata tarî yê wî ye.
Saddam cezayê îdamê; Cîgirê wî Taha Yasîn Ramazan heyanî dawîya jiyana xwe
bi cezayê zîndanê û sê berpirsê partîya baas bi 15 sal ceza hatin cezakirin.
Dîsa di mehkeme de berpirsê baas yê herêmî Azzam El Alî jiber begunehîyê ji
alîyê mehkeme ve hat azadkirin. Biryarên îro yên mehkeme di derbarî buyera
êrîþa gundekî þîa û kuþtina 148 kesan hat dayîn.
CHAK bila Seddam berîya encamdana doza Enfalê neye îdam kirin
Navenda CHAK ku lêkolîn û hewlên çareserîyê kêþeyên Kurdên ku di komkujîya
Enfalê mexdûr bûne dike û bo
Kurdan di qada navneteweyî de dîplomasîyê pêk tîne,ser biryarê daxûyenîyek
belav kir û di daxûyanîyê de hate gotin ku:"Seddam berî ku dadgeha Enfalê
bidawÎ nebe de neyê îdamkirin.Her wiha CHAK wê yekê rexne kir ku dadgeha
tawana Duceylê kete pêþiya tawana Anfalê.
Kemal Kerkûkî:"Ger dadperwerî hebe divê Seddam bê sêdaredan"
Cigirê serokê encûmena Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku heger
dadperwerî hebe gerek Seddam bê sêdaredan.
Dr. Kemal Kerkûkî di daxûyanîya xwe de weha got:"Ew diktatorê ku Iraqê û
çend dewletên dora Iraqê jî xapûr (xerab) kir û heta jê hat Kurd, Turkman û
Ereb kujt, divê çi çarenivîsek jê re hebe?.. di bawerîya min de gerek bihê
sêdaredan.. sêdaredana Seddam dê bihêle ku karên terorane kêm bibin.. ew
bawerî li nik hinek Iraqîyan maye ku dê Seddam vegere û dîsan
desthilatdarîyê bike, belê heger bihê sêdaredan dê dilhêsayî bibin ku vegera
Seddam ticar nabe.
Xwepêþandanên kêfxweþîyê
Piþtî ragihandina biryara sêdare kirinê Seddam Hûsên, gelê Iraqê û
Kurdistana azad xwepêþandanên kêfxweþîyê li dar xistin.Kurdên bajêrê Kerkukê
ser þeqama bo derbirîna xweþhalîya xwe derketin kolanan.
Daxûyanîyên derbarê biryarê de
Derbarê biryara Îdam kirina Seddam de serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtî
Niþtimanî Kurdistan Celal talabanî got "di biryarê de nehaqî nîne û biryarek
di cîh de ye" Rayederên emerÎkÎ kêyxweþîyên xwe anîn ziman.
Malbatên Þehîdan;Êdî sebra me qedîya
Malbatên þehîdên enfal û kîmyabaranên û cemawerê Kurdistanê jî bo Sedam
Hûseyîn cezaya herî giran dixwazin.Ji ber ku Seddam bi sedhezaran Kurd
zarok,jin,kal û pîr,mêr û ciwan tevde bi çekên kîmyewî qetl kir.
Gelek wan qetlîaman ji alîye raya giþtî ya Cîhanê ve nehate dîtin.Lê yekem
car komkûjîya Helebce bi dîmanên vidoye hat tomar kirin û hemû Cîhan wehþeta
li Kurdistanê agahdar bû.
Sedam bû sedem ku nifþekî ji holê rabe.Her wiha ji alîyê rejîma Iraqê ve
dewlemendîyên siruþta Kurdistanê hat talan kirin aborîya Kurdistan ji
bingehê ve hat rûxandin.Ji ber qeliam û zordestiyên Seddam Kurdistan bi
dehan salê xwe winda kir û ji pêþketin û dewlemnd bûyîne bêpar ma.
Piþtî avabûna Dewleta Federe ya Kurdistan di sala 1993an de û piþtî sala
2003ê bihêzbûna Kurdan di rêveberîya Iraqê de dîrok xwe dûbare nekir û Kurd
nêzî mafê xwe yê çarenûsî ango Serbixwebûyînê bûn.
Lê cemawerê Kurdistanê û malbatên bi sedhezaran þehîdên Kurd wan rojan ji
bîr nekirin û bo rûmetên xwe yên neteweyî dixwazin zordestîya bidehan salan
di þexsa Seddamê dîktator de bi sizaya herî giran bersiva xwe bibîne.
Çavkanî
HAWARDENGÛBAS
Hemû
naveroka beþa Kurdistan »
Biçe Jora Rûpelê
|
|
Hemû
naveroka beþa Kurdistan »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin


Rûpel
»
BINIVSÎNE
»
BIÞÎNE
Reklam

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya
jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya
KURDISTANNETEW e
|