|
Seddam tê dadgeh kirin.Tawanên wî belkî bi reqem û hevokan nayê tarîf
kirin.Lê ev îcar ji ber tawanên xwe yên li Kurdistanê, ji ber Helebce û
Enfalê tê darizandin.Her çiqas wê demê de piþta Seddam de rojava gellek
hêzên din û hebin jî Kurd dixwazin sembola hemû bêedeletî û qetlîamên dijî
neteweya Kurd ango Sedam Huseyîn cezaya herî giran bigre.Heta kiryarên
Seddam,pirsa "miroveke wisa layiqê darizandinê ye" tîne mirov..
Seddam Huseyîn ji ber tawanên xwe yên dijî mirovahî yên li baþûrê
Kurdistanê ku bi navê komkujîya “Enfal” tê zanîn tê dadgeh kirin.
Komkujîya Enfalê
Enfalkirina Kurdan a 1987, 1988ê ye ku navenda wê Germiyan bû lê ji Mendelî
heta bi Behdînan seranserî Kurdistanê girt ber xwe û 182 hezar kurdên
sivîl, zarok, pîr, jin û mêr, hatin kuþtin, 4500 gund hatin rûxandin.
Navê Enfalê ji eyetekê Quranê tê. Di vê eyetê de behsa
"helal bûna di dema þerê li hemberî ne-musliman de talankirina
mal û milkên wan, destbiserkirina jin û zarokên wan" dike.
Sadam rejima dîktatorî ya rûxandî ya Iraqê gava dest bi
komkujiya Kurdan kir, îlhama xwe ji vê ayeta Quranê girt, tevî ku kurdên ku
hatin enfalkirin musulman bûn û di demeka wiha ya dinyaya me de ku
komkujî,çekên kîmyayî û kuþtina sivîlan bi peymanên navneteweyî tawanên
mezin tên qebûlkirin jî wan can, mal, milk, jin û zarokên kurdan li erebên
þerkir helal kir. Ereb hatin serbestkirin ku di dema qirkirina kurdan de çi
bixwazin talan bikin.
Di Enfalan de nêzîkî 182 hezar kurd hatin windakirin û bêtir ji 4 hezar
gundan hatin kavil û wêran kirin. Kartêkirina çekên kîmyewî yên Îraqê di
Enfalan de, ko wê li Helebçeyê û cihên din li Kurdistanê bikaranîn hêj heta
niha jî li ser mirov û jîngehê maye.
16 Adara sala 1988an de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser
Helebçeyê.Encamê de 5000 Kurd hate kuþtin.Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare
mezin netîdin.
Heta di Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji ber ku Sedam
Hiseyîn bi saya wan gihîþtibû vê hêzê.Piþtî vê êrîþê bi sedhezaran Kurd ji
tirsa çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.
Bi hezeran Kurd ber bi bakurê Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi
rojhilatê Kurdistanê çûn.Di vê demê de jî piþtî vê demê jî Neteweyên
Yekbûyî meseleya Kurdistan neanîn rojeve.
Ji ber ku patronên NY Amerîka,Britanya û Rûsya tiþtekî wisa nedixwestin.
Piþtî dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û
Kurd jî vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li
Iraqê Kurd û Sedam disa hember hew man.Kujerê bi sedhezaran Kurdan Seddam
Hiseyîn û tawanbarê komkujîya Helebceyê Elî “Kîmyewî” hatin girtin.
Malbatên þehîdên enfal û kîmyabaranên û cemawerê Kurdistanê jî bo Sedam
Hûseyîn cezaya herî giran dixwazin.Ji ber ku Seddam bi sedhezaran Kurd
zarok,jin,kal û pîr,mêr û ciwan tevde bi çekên kîmyewî qetl kir.
Gelek wan qetlîaman ji alîye raya giþtî ya Cîhanê ve nehate dîtin.Lê yekem
car komkûjîya Helebce bi dîmanên vidoye hat tomar kirin û hemû Cîhan
wehþeta li Kurdistanê agahdar bû.
Sedam bû sedem ku nifþekî ji holê rabe.Her wiha ji alîyê rejîma Iraqê ve
dewlemendîyên siruþta Kurdistanê hat talan kirin aborîya Kurdistan ji
bingehê ve hat rûxandin.Ji ber qeliam û zordestiyên Seddam Kurdistan bi
dehan salê xwe winda kir û ji pêþketin û dewlemnd bûyîne bêpar ma.
Cemawerê Kurdistanê û malbatên bi sedhezaran þehîdên Kurd wan rojan ji bîr
nekirin û bo rûmetên xwe yên neteweyî dixwazin zordestîya bidehan salan di
þexsa Seddamê dîktator de bi sizaya herî giran bersiva xwe bibîne.
Di roja yekem de li Kurdistana azad jiyan rawestîya
Bi mebesta rêzgirtina li canê 182 hezar pakrewan û þehîdên kurd ên bûbûn
qurbaniyên oprasyona Enfalan ku ji aliyê rêjîma dîktatorê serdemê Seddam
Husên pêkhatibû, vê sibê demjimêr 10 jiyan di kolan û bajarên Kurdistanê de
rawestiya û hemû xelk deqeyekê bêdeng rawestiyan.
Di heman mijarê de, biryar ewe îro komcivîna yekemîn ya dadgehkirina Seddam
Husên û alîgirên wî derbarê komkujiya Enfalan ku di derheqê 182 hezar kurd
de pêkhatibû, bê lidarxistin.
Çavê Kurdan li dozê de ye
Roja destpêkirna doza Enfalê de, kurd li paytext ü metropolên cuda yên
Ewropayê meþiyan, piþtgiriya xwe nîþanî berdadkirina Sadam Husên û 6
hevalên wî a di doza Enfalê de dan.
Beþek kurdên rûniþtiyên Swêdê duh li ser banga rêxistina ÇAKê li Stockholmê
meþiyan ber balyozxaneya Iraqê û piþtgiriya xwe nîþan dan jib o
berdadkirina Sadam û hevalên wî. Partiyên Swêdî jî beþdarî meþê bûn û
piþtgiriya gelê kurd kirin.
Li Almanyayê li Berlînê jî kurd her bi eynî mebestê li meþiyan heta ber
balyozxaneya Iraqê. Balyozxaneya Iraqê bi germî pêþwaziya xwepêþanderan kir
û soz da ku daxwaên wan ragihîne hukumeta Iraqa fedral.
Li Danîmarka Kopenhag, Norveç Oslo û Hollanda Amsterdamê jî xwepêþandan
hatin kirin.
Doz hate paþve xistin
Roja çarþemê rûniþtina sêyem ya dadgeha Sedam Husên diktatorê Îraqê û þeþ
ji alîkarên wî li ser duseya Enfala destpêkir.
Di vê rûniþtinê de 2 þehîdên din ya Enfalê hate guhdarî kirin û wan
þahîdan jî rastî û wahþeta enfalê anîn zimên.
Jineke Kurd a mexdûr kuþahidî kir, mîna þahidê berê, anî ziman, ku gaza
kîmyewî hatiye bikaranîn. Elî Mistefa Heme yê ji gundê Belisandê roja sêþemê
þahidê kiribû.
Her wiha du þahidên din, Bedriye Saîd Hayder û Bahiya Mistefa Mehmûd-jî
daxuyaniyên nêzîkî hev dan.
Di vê navberê de, piþtî doh serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, îro jî Hoþyar
Zebarî da xuyakirin, ew ji bo þahidîtiyê amade ye.
Wezîrê derve yê Kurdistanê Dr. Mihemed Îhsan jî dîyar kir ku 3 ton
ji dokumentan ji dadgeha Enfal re hatine pêþkêþkirin.
Di vekirina dozê de, Saddam û alîkarên wî ne xwestibûn parastinê bikin. Tê
payîn, ku ji bo qetlîama Helepçeyê jî dozeke din were vekirin.
Dîmenên dozê yekem rûniþtine de ji alîyê
kenelên Ereb û cîhanî ve hate dayîn lê 2 rûniþtinên din de bi taybetî
televîzyonên erebî dozê sansor kirin.
Doz bo 11 Eylulê
hate paþvexistin.
Hemû naveroka beþa Kurdistan »
|
|

Seddam
Huseyîn
PEYWENDÎDAR
Dîmenên Enfalê 1
Dîmenên Enfalê 2
Dîmenên Komkujîya Helebceyê
Malpera Bîrdarîya Helebce
www.halabjamonument.com
RÛPEL
» TOMAR BIKE
» BINIVSÎNE
Reklam

|