|
|
AMED -- Li bakûrê Kurdistanê piþtî sazîyên dewleta Tirk û medyaya Tirkî
lingên herî bibandor ya asîmîle kirina û tune kirina hebûna Kurdan
rexistinên sîyasî û sivîl yên Tirkan e.
Li bakûrê Kurdistanê piþtî Fettulahçîyan(Cemaata Fettulah Gulen) hêza herî
xeter ya dijî Kurdan MHP (partîya tevgera nijadperestên tirk) e.
MHP piþtî bajarên wek Erzirom,Erzingan,Ixdir,Sêwas,Meletî,Elezîz û çend
bajarên din ku hatine asîmîle kirin û kirin e navênda faþîzma Tirk, niha
dixwazin navenda hemû Kurdên Cîhanê û sembola hebûna Kurdan Diyarbekîrê
bixin heman rewþê..
Di demên dawî de MHP li Amedê xebatên
xwe yên bo xapandina Kurdan zêdetir dike
LiMHP heta berîya 10 salan nikarî bûn ku li Amedê þaxeke partîyên xwe
vekin.Gele Amedê destûrê nedida ku MHP li Amedê bihêz be.Lê niha MHP li
Amedê polîtîkayên xwe yên ser esasê tune kirina hebûna Kurdan bi eþkereyî
dimeþîne.
MHP bi taybetî bi pêkanîna endamtîyan bo MHP qada xebatên xwe berfirehtir
dikin.Serokê þaxa MHP Abdullah Arzakçi ye.Abdullah Arzakçi li Amedê kesekî
naskirîye û xwdÎ þîrketeke înþaatê ye jî.Tiþtê herî balkeþ jî ewe ku
Abdullah Arzakçî hê jî baþ nikare zimanê tirkî biaxife.MHp xebatên xwe yên
li Amedê bi malpereke jî didin nasandin.(mhpdiyarbakir.com)
Bi taybetî jî xwendekarên zaningehan ku ji dervaey Amedê ji hêla bajarên
tirkan hatine birexistin dikin û piþtre jî bi riya wan xwendekaran
xwendekarên Kurd yên saf/hiþsivik û kêmxwende/kêmkultur digrin bin bandorên
xwe.
Li tevahîya Kurdistana bakûr ligên wana herî girîng ya birexistin bûyîn û bi
bandor bûyînê Komaleyên Ulkucîyan(Ulkucu navê nijadperestên MHP yî ye) e.
Her wiha MHP û faþîstên Tirk li Amedê di çend mehên dawî de bo xapandina
Kurdan kafe,kafeya înternetê, xwaringeh,komaleyên çandî,komaleyên sporê û
cihên bi vî rengî vedikin û di wan cîhnde bi mûzîka ku tê lêxistin,wêne û
posterên ku diwarên wan cihan tê daliqandin û bi gelek sembolên din dixwazin
hêst û ramanên ciwanên kurd bigûherînin,bixapînin û bi tevahî ji Kurd bûnê
dûr bixin.
Her çiqas Kurdan di gelek xwepêþandanden de avahîya MHPyê bi keviran da ne
ber êrîþan jî êdî li dijî MHP nerazîbûn ne girseyî ye. MHP êdî bi rihetî
karên xwe dimeþîne.Her wiha partîyeke din ya faþîstên tirk bi navê BBP(Buyuk
birlik Partisî/Partîya Yekîtîya Mezin) jî amadekarîyên xwe bo birexistin
bûyîna li Amedê dike.
Ji xeynî xwendekaran bi taybetî gûndîyên ku xwedî zîhnîyeta paþverû ne û zû
tên xwepandin bo hin berjewendîyên biçûk ku di mseleyên cerdeavnî û
cahþitîyêde jî bi heman rengî tevdigrin û tevlî MHPyê dibin.
MHP li Amedê di serî navçeyên wek Çunguþ,Çermîk,Bismîl,Erxenî û hemû
navçeyên din yên Amedê de birexistin bûye..
MHP çawa ciwanên Kurdan dixapîne û
hebûna Kurdan tune dike?
MHP û partîyên berîyê MHP ku xwedî heman
îdolojîyê bûne di nava 30-40 salên dawîn de di hemû
êrîþkarî,qetlîam,sûîkast, revandin,êþkence, û hemû hewlên dijî Kurdan de MHP
li gel dewleta tirk de tevgerîyaye û heta gelek kiryaran jî bixwe
pêkanîye.Dewleta Tirk ya veþartî bo tunekirina kurdan her tim jî piþtgrîyê
daye MHP.
MHP ji êrîþkirina ser kurdan heta aloztir kirin û têkdana rewþa Kurdistana
azad di nava hewldanê de ye.
Polîtîkayên dijî Kurdan bo tune kirina hebûna Kurd herî pêþî bajarên wek
Erzirom,Erzingan,Sêwas,Ixdýr,Meletî,Elezîz û çend bajarên din de hatin
meþandin.Di wan bajaran de MHP û rexistinên sivîl yên di xeza MHP de û
rexistinên yê MHP wek Ulku Ocaklarî(Ocaxên/Komaleyên ulkucîyan) di wan
bajaran de birexistin bûn û belav bûn.
Niha di wan bajaran de Kurd bûn li alîyekî ciwaneke Kurd di zanîngehê de
nikare bi dayika xwe re bi Kurdî biaxife.Di zaningehan de faþîstên MHPyî bi
lêdan û lînç kirinê ser xwendekarên Kurd terorê dimeþînin.Li piþt wan êrîþan
rexsitinên faþîst wek MHP cîh dgirin û polîs,dewlet û rêveberîyên zaningehan
rê li ber wan êrîþan vedikin.
MHP bi rexistinên han bi taybetî ciwanên Kurd yên bi pirsgirêk ku nikarin
xwe di nava civakê de bi cîh bikin û kesayetîyên lawaz û bêîrade digrin bin
kontrolên xwe.Ciwanên ku diçin nava wan rexistinan xwe "bihêztir" dibînin û
xwe qaþo ji "tenê bûnê" xelas dikin.
MHP heta salên dawî hebûna Kurdan bi temamî înkar dikir lê di salên dawî de
navê "Kurd" qebûl dikin lê wekî perçeyeke ji gelê Tirk dihesibînin û wek
Fettulahçîyan ji bi sloganên "em hemû biranin",Cewazî di navbera Tirk û
Kurdan da tuneye",Bo Cûdaxwazîyê tu sedem nîne","Kurd cudaxwazîyê
naxwazin,"em hemû ji milletê Tirk in","tu carî cudahîyek nehatÎye xistin
navbera Kurd û tirkan","Kurd girêdahî ala û dewleta Tirkin,tenê hêzên derve
hinekan fît dikin û cûdaxaz derketine holê".Bi peyamên hezkirinê ku
peþketina hiþmendîya millîya Kurdan asteng bikin û bewate nîþan bidin û di
vê navberê de jî Tirkperezîyê li hemû Cîhanê belav dikin.
Li gor wan Kurdî ne zimaneke lê lehçeyeke zimanê Tirkî ye.Kurd jî li gorî
zîhnîyeta wan ne neteweyeke.
MHPyî bi salan e bi zîhnîyeta "serdema keviran" êrîþî Kurdan dikin,êrîþî
axaftina zimanê kurdî dikin,êrîþî guhdarî kirina mûzîka Kurdî dikin ,êrîþî
her rastîyeke yê Kurdan dikin.Her wiha ne tenê xwendekar,mamosteyên li
zaningehan jî bi heman zîhnîyetê tevdigerin.
Di zaningehan de faþîstan bi lêdan û lînç kirinê ser xwendekarên Kurd terorê
dimeþînin.Li piþt wan êrîþan rexsitinên faþîst wek MHP cîh digrin û
polîs,dewlet û rêveberîyên zaningehan rê li ber wan êrîþan vedikin.
Çareserî çiye?
Di pêkhatina vê rewþê de bêgûman bê
berpirsyarîya herî mezin ya Kurdan e.Ji bo ku Diyarbekîr nebe wek Erzirom an
jî Meletî divê rexistinên Kurdan ,Medyaya Kurdî û dezgêh û komaleyên Kurd
hin zêdetir ser vê mesleyê bisekinin.
Bo serneketina MHP'yîyan li Amedê çareserî dîsa rêbazên MHP yê ye.Yanî
birexistin bûyîn e.
Ger li Amedê rexistin,komale,dezgehên perwerdeyî û sazîyên Kurdan çiqas zêde
be û wan rexistin,komale û sazî bi gel re bikevin dîyalogekî xurt û medyaya
Kurdî jî di nava wan gel û wan rexistinan de navbenkarîyek baþ pêk bînê dê
bi avayekî xwezayî hewldanên MHP û yên wek MHP bêne pûç kirin.
Divê rexistinên polîtîk yên Kurdan jî bi civîn,daxûyanî, kampanya, avakirina
komîteyên piþtgirî û enformasyonê û bi hewldanên din kiryarên MHP û
rexistinên wek MHP zêdetir eþkere bikin..
Çavkanî Giþtî
HAWAR DENGÛBAS
Hemû
naveroka beþa Kurdistan »
Biçe Jora Rûpelê
|
|
Hemû
naveroka beþa Kurdistan »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

Reklam


Rûpel
»
BINIVSÎNE
»
BIÞÎNE

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya
jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya
KURDISTANNETEW e
|