|
Helwesta Kurdên Bakûrê Kurdistanê derbarê Kurkûkê de zelaltir
dibe.Daxûyanîyên dawî ya DTP'yîyan û partîyên HAK-PAR û KADEPê ser zemînê
sîyeseta legal jî nîþaneke vê yekê ye.
Di mehên dawî
de di medyaya Tirkan de de behsa êrîþkirina ser xaka Kurdistana azad an jî
bi riyên din asteng kirina referandûma Kerkûkê û serketina Kurdan têne
kirin.
Dewleta Tirk bi çavtirsandina bi hin mesleyên aborî ya grubên medyaya Tirkî
wek Gruba Dogan û Gruba Cîner jî di dijminkarî û êrîþkarîya beramberî Kurdan
de piþtgirîya medyayê jî kiþandin li gel xwe.
AKP dilîze
Li gor hin þîroveyan dewleta Tirk amadekarîya hin kirdarî û ambargoyên ser
Kurdistana azad dikin û li gor hin þîroveyan jî hikumeta AKP tenê bo
vergirtina dengên nijadperestî di hilbijartinên 2007'an a li Tirkîye de
hewlsteke wisa nîþan dide. di her dû rewþê de jî eþkereye ku Tirk dixwazin
ser xaka Kurdistana azad an jî bi riyên din referandûma Kerkûkê û serketina
Kurdan asteng bikin.
CHP di mesleeya Kerkûkê de piþtgirî da
AKP'yê
Serokê CHP'ê Denîz Baykal piþtgirî da hukûmetê ji bo operasyoneke eskerî li
hemberî Baþûrê Kurdistanê lidar bixe.
Baykal da xuyakirin, ku ewê daxwazên xwe yên hevdîtina giþtî ya li ser vê
mijarê, pêþkêþî Meclîsê bike.
Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan, ku ji ber Kurdbûna Serokkomarê Iraqê
Celal Talabanî, bi awayekî fermî nêzî wî nabe, bi nûnerên komên sunnî re
hevdîtineke nû lidar xist.
Fîtnekarê Mezin; Parlementerê AKP
Turhan Çomez
Parlemena Tirk Çomez ku meha rêzbarê ya
2006an de li Kerkûkê li meclîsa þaredarîyê beyî ku fedî bike li dervey
Tirkîye midexeleyî nexþeya Kurdistanê kiribû dîsa bi hêstên xwe yên
dijminahî derket ser dîkê.Çomez daxûyakir ku bo pêþî girtina referanduma
Kerkûkê divê dewleta Tirk di zûtirîn dem de midaxeleyî Kurdan bike.
Çomez her wiha dîyar kir ku divê meclîsa Tirk bo vê mijarê danîþînek girtî
saz bike.Her wiha Çomez pênîyar kir ku dewleta tirk bi riyên dizî û veþartî
midaxeleyî Kerkûkê bike.
Divê Kurd bi hêzekî mezin kar bikin û
medyaya Kurdî jî beralî kirina gel û ragihandina xebatan xurtî pêk bîne
Divê Kurd xwe xebatên xwe yên
protesto,kampanya,meþ,konferans,dîplomasîya ragihandinê zêde bikin.
Herî parekî mezin jî ser milên rexistinên Kurdan dikeve.Divê rexistin û
partîyên Kurd,bi daxûyanî,bi organîze kirina
meþ,konferans,panel,kampanya,komkirina îmze,ragihandina e-maîl û nameyan bo
dezgehên navneteweyî,bi dîplomasÎya bi rayedarên Ewrûpî û Emerîkî re
piþtgirîya rizgarî Kerkûkê bidin.
Di vê pêvajoyê de di beralî kirina bo wan xebatan û ragihandin û agahdar
kirinê de bareke mezin jî dikeve ser hemû medyaya kurdî.
Tirkmenên Kerkûkê Dibêjin:"Bila
Dewleta Tirk Bo Planên Xwe Navê Tirkmenan Bikarneyîne"
Serokê Gruba Tirkmenan a Parlamentoya
Kurdistana azad Kerxî Altiparmak, li hemberî civînên li Tirkiyeyê ku li ser
Kerkûk û tirkmenan tên lidarxistin û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê
nerazîbûn nîþan da bû û destnîþan kiri bû ku li Herêma Kurdistana
Federal pirsgirêka tirkmenan nîn e.
Armanca rastî ya oprasyoneke muxtemel
ne PKK ye
Tirkîye li pêy têkdana serketina Kurdan a
li Kerkûkê û bi giþtî Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15 salên
dawî dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê
armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û
wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin
êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê
jî zexta ser gel tê zêde kirin.
Pêwîste Kurd nêzî hev bibin û stratejîyeke neteweyî,mayînde û pêþketî
pêkbînin.Divê hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin da ku planên Tirkan pûç
were derxistin.Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan nêzî
hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û hiþmendîya
Kurdeyatî bilind bikin.
Bi xwedî derketina Kerkûkê û Dewleta Federe ya Kurdistanê û bi serkeftî
pêkhatina prosesa serxwebûna vê dewletê,parastina ziman,çand û hunera Kurdî
pêkanîna yekrezîyê di nav rêxistinên Kurd e û bi baþ bikaranîna amûrên
ragihandinên Kurdî ên heyî dewleta Tirk wê êdî heta dawîyê têbigehêje ku ser
neteweya Kurd wekî berê bi hêsanî naye tecawiz kirin.
Helwesta DTP'yîyan Watedar e
Serokê Partiya Civaka Demokratîk yê Þaxê
Amedê Hilmi Aydogdu ku di daxûyanîke xwe de dîyar kiribû ku "êriþek li dijî
Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek eriþekî li dijî Amedê hatibe
bikaranîn e" îro ji alîyê hêzên dewleta Tirk ve hate girtin.
Aydogdu, îro beþdarê konferansa ku ji aliyê Saziya Parêzeran ya Amedê ve
hatibû lidarxistin, bû. Hatiye ragihandin ku Hilmi Aydogdu, li ser fermana
Serdozdariya Komarê ya Amedê, ji aliyê polîs Tirk ve li salona kanferansê
hatiye biçavkirin.
Aydogdu bi îdîaya 'gel tahrîkî kîn û dijminahiyê kiriye' hate girtin.
Piþtî gotinên Aydogdu di medyaya Tirkan de kampanyaya lînç kirinê destpêkiri
bû.
Çend roje ku di weþanên Tirkan de li dijî gotinên Aydogan þîroveyên cur bi
cur hatin weþandin.
Piþtî girtina Aydogdu li Diyarbekîrê serokên þaredarîyên Amedê li gel
girseyekî rêvebirên DTP yî girtina Aydogdu bi tundî þermezar kirin.Piþtî
daxûyanîyan girse bi sloganan helwesta êrîþkar ya dewleta Tirk protesto
kirin.
Piþtî
girtina Aydogdu gellek rexistinên Kurd wek KADEP-Þerfettîn
Elçî,HAK-PAR,KOMKAR, piþtgirîya xwe bo aydogdu dîyar kirin.
HAK-PAR jî gotibû;"Kerkûk bajarê
Kurdan e"
Partiya HAK-PAR çend hefte berê bi daxûyanîyeke de, daxwaz ji parlementerên
kurd yên di meclîsa Tirkiye de kiri bûn ku ku tevlî ew civîna veþartî ya
parlementoya Tirkiye nebin.Derbarê vê yekê de roja duþemê nezikê 100 endamên
partiyê li taxakî bajarê Diyabekirê dirûþmên "Kerkûk bajarekî Kurdistanê
ye"û "Kurdistan bê Kerkûk nabe"ve li hev civiyan .
Di daxûyanîya HAK-PARê de de jî balkiþandin ku "Kerkûk bajarekî Kurdistanê
ye û Kurdên li Herêma Kurdistanê jî wek birayekî xwe dizanin".Wekî meha
nîsan û tîrmehê ya 2006 bi hinceta PKK tê xwestin ku derbasî ser axa
Kurdistana azad bê kirin.Dewleta Tirk di her firesendê de bo pêk anîna
armanca xwe ya qirêj hewl dide.
Helwesta Ocalan Ji Helwesta Dewleta Tirk Ne Cewaz e
Piþtî
daxûyanîyên DTPyîyan û nêzî hev bûna polîtîkayên Kurdan daxûyanîyên dawîn yê
A.Ocalan bi gotinên "Tesîra KADEP Û HAK-PAR bo Tirkîye zerar e û ev yek dê
rê li ber kurdên wekî Þerefedîn Elçî û Sertaç Bucakî veke û daxwaza
federalîzmê ji bo bakurê Kurdistanê dê xurttir bibe. " ku dijî nêzk bûna
neteweyî ya Kurdan derket balkêþ bû.
Dewleta Tirk Ji Ber Yekbûna Kurdan Eciz e
Dewleta Tirk li dijî helwesta Kurdên
Bakûr dîn û har bûye. Ecizîya wan herî zêde jî ji ber tirsa yekbûna Kurdan
tê.
Dewleta Tirk ditirse ku gelê kurd nêzî
hev bibe û naxwaze ku gelê bakûrê kurdistanê jî piþtgirîya Kurdistana Azad û
meseleya Kerkûkê bikin û bi vê avahî hêza Kurdan zêdetir be û polîtîkayên
dewleta Tirk bi her avahî têk biçe.
Ser nasnameya Kurdeyatîya Kerkûkê
zêdekirina helwesta giþtî ya neteweyî û xebatên hevbeþ pir girîng e.
Çavkanîyên Giþtî
HAWAR DENGÛBAS
Hemû
naveroka beþa Kurdistan »
Biçe Jora Rûpelê
|