KURDISTAN - NETEW Kurdistan  

lêgerîn >> têkîlî >>

kunye >>

 

 

 

 rûpela serî    GOTAR/LÊKOLÎN       KURDISTAN       ÇAND,HUNER       ZANIST       ABORΠ      BELGE       ARÞÎW       KUNYE

 

Tu li ku yî ?  »  Nûçe  »  Kurdistan                                                                                                                                                                                    LÊGERÎN:  

 

  | AMED                                                                                                                                                                                                                                                      REWÞA HEWA

 

 

 

 

 

 

 

 

NÛÇE

Di Newroza 2008'an de Neteweya Kurd hêza xwe û Diyarbekîr jî pêþengiya xwe careke din nîþan da

 

 

KURDISTAN-NETEW

Weþandin: 30 Tebax,2007

                                                                                                                                       Binivsîne   

 

Li bakûrê Kurdistanê li gel hemû zextên dewleta Tirk Kurdistanî bi coþeke mezin cejna neteweyî ya Kurdan Newrozê tê pîroz kirin.

Li Kurdistana azad di jî bin azadîyê Kurd li kolan û qadan Newrozê tê pîroz kirin.

Coþa pîrozbahîyên ku ev hefteyeke berdewam dikir bi hatina roja Newrozê gihêþt asta herî bilind.

Îsal jî Diyarbekîr bû paytexta Newrozê.


Îsal DTP'yiyan li gor salên berê daxwazên neteweyî zêdetir anîn ziman. Lê daxwazên bo Ocalan dîsa derketin pêþ.


Di pîrozbahiyên Newrozê ku îro li gelek bajaran pêk hatin û bi sedhezaran kes beþdar dûn de gelek Kurd jî ji layê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin


Ji bilî Amedê, li Þirnex, Mêrdîn, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Sîlopî, Qilaban, Sêwreg, Beytuþebab, Ardaxan, Îdîr, Îdîr, Bazîd, Kop, Karayazi, Dêrîk, Dîlok, Çanakkale, Konya, Mêrsîn, Osmaniye û li gelek deverên din pîrozbahîyên navendî pêk hatin.

Li Kurdistana Azad bi hêvîyên xurt pêþketin û serxwebûnê gelê Kurd bi azadî Newroza 2008’an pîroz kirin û seranserî Kurdistana Azad bi Alên Kurdistanê xemilandin.


Doh bi beþdarîya serokê Kuristanê Mesûd Barzanî li bajêrê Þeqlawe meþaleya Newrozê hate pêxistin.

Pîrozbahîyên Newroza 2008'ê li Bakûrê Kurdistanê



AMED


Li Amedê pîrozbahiya Newrozê ku li Hamravatevlerî hate lidarxistin. Li gor texmînan tevî ku kesên ku ç Wekî her sal 2007'an de jî Diyarbekîr bû navenda Newrozê. Newroza li Amedê weke salên berê dîsa di nava kolanan de destpê kir...Bi sed hezaran kesên ku ji 4 perçeyên bajêr ketin rê, ber bi qada Newrozê ve herikîn.

Bi hezaran kes ji bilî wesaîtên ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve hatin amadekirin, bi derfetên xwe bi motorsiklêt, kamyonetan berê xwe dan qada Newrozê.


Ji saetên bibehê ve bi organîzasyona Komîteya Amadekar ji gelek noqteyên bajêr bi otobûsên þaredariyê welatî diçin qada Newrozê. Bi 10 hezaran kes bi meþê çûn qadê. Welatiyên ku alên DTP'ê filamayên kesk, sor û zer radikin, bi cilên xwe yên neteweyî balê kiþanin. Girseya ku di qontrola lêgerînê re derbas dibûn, li ber stranên Newrozê govendê girtin.


Di pîrozbahiyaa Newrozê ya Diyarbekîrê de Koma Çar Newa, Koma Rewþen, konserê dan. Di pîrozbahîya Amedê de bi tevî sîlkulasyona girseyê ku çûyîn û hatin her dewam dikir nêzî 900 hezar kes baþdar bûn.

Leyla Zana serokê koma DTP Ahmet Turk û serokê þaredariya Amedê Osman Baydemîr di pîrozbahiyên Newroza Amedê de axivîn.

Serokê Koma Meclîsê ya DTP'ê Ahmet Turk, Parlamenterê berê yê DEP'ê Selîm Sadak, Parlamentera kurd a Palamentoya Ewropayê Feleknaz Uca û þaredarên DTP'î bi cilên xwe yên neteweyî, li ber avahiya Rêxistina DTP'ê li dora agirê hate vêxistin govend girtin.

Ev balafirên ji bo tirsandinê rabûbûn, li ser siloganan, mecbûr man vegerin baregehên xwe û amadiyan jî, bi coþ, heyecan, reng û nirxên xwe, pîrozbahî dewam kirin û îmze avêtin bin pîrozbahiyeke dîrokî. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn jî, gotin Amed heta niha pîrozbahiyeke wisa nedîtibû û wê ev pîrozbahî di dîroka pîrozbahiyên Newrozê de, cihekî girîng û watedar bigire.

Bi sed hezaran amediyên bi pîrozbahiya dîrokî kêfxweþiya xwe anîn ziman û peyama ew li benda pîrozbahiyeke dîrokî ya li Wan, Batman û Colemergê ne dan.

Tevgera Yekîtiya Netewa Kurd-Tevkurdê, bi belavokek, Xwendekarên Zanîngeha Dijleyê jî, bi pêxistina agir, cejna Newrozê li gelê kurd, pîroz kirin. Her wiha doh bi þev jî di tesîsên demirokê de HAK-PAR þahiyeke pîrozkirinê li dar xist.


BÎSMÎL

Li navçeya Bismila Amedê jî duh bi pêþengeya DTP’ê Newroz bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Parlamenterê DTP’ê yê Amedê Selahattîn Demîrtaþ tevli pîrozbahiyên li Bismilê bû û polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê yên der barê kurdan de rexne kirin. Demîrtaþ wiha got: “Ev bi înat li hemberî derdorên ku nasnameya wî, zimanê wî nasnake li qadan aþtiyê diqêre. Ev gel bi Erdogan nebûye misilman û dê piþtî Erdogan jî misilmantiya xwe bidomîne.”

RIHA-NAVÇEYÊN WÊ


Li navçeyên Hîlwan û Sêwrekê yên Rihayê piþtî sala 1980'yan cara yekemîn, destûr tê girtin û Newroz hate pîrozkirin.Pîrozbahiya Newrozê ku li Navçeya Wêranþara Rihayê pêk hat, rastî mudaxelaya polîsan a bi gaza îsotê û panzer hat.

Li taxa Demîrel bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê civiyan. Girse, rastî mudaxelaya polîsan a bi panzer hat û li nav kuçeyan belav bû. Komê bi kevir bersiv da polîsan, piþtre jî di nav kuçeyan de lastîk vêxist û pîrozbahiyên xwe dimond. Vê carê jî polîsan bi gaza îsotê mudaxele kir.

Agirên ku hatibû vêxistin jî, bi ava ku ji panzerê hate reþandin, hate vemirandin. Komê bi sloganên "Ev der Zap e nikarin derkevin", "Bahoz Erdal lêdixe Buyukanit direve", bersiv da polîsan. Þêniyên taxê jî di bin tesîra gaza îsotê de man. Piþtî mudaxeleyê komê rêya Wêranþar-Amedê bi lastîkên ku vêxist, li trafîkê girt.


ÞIRNEX Û NAVÇEYÊN ,SILOPÎ,CIZIR, HEZEX, QILABAN, ELKÊ


Li Þirnexê 10 hezar kesên tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn, li dijî pêkûtî û operasyonan got, 'Êdî Bes e.' Li navçeyên Þirnexê yên wekî Cizîr, Hezex, Qilaban, Elkê bi deh hezaran kes gihiþin hev û bi kesk sor û zeran Newroz pîrozkirin.


Pîrozbahiyên Newrozê yên li Navçeya Silopiya Þirnexê ku bi beþdariya deh hezaran kesî pêk hat, rastî mudahaleyê hat. Di dema girseya bi armanca þermezarkirina operasyona dersînor de 5 deqeyan çalakiya rûniþtinê pêk anî, dest bi belav bûnê kir, rastî mudahaleyê hat.

Di pîrozbahiya ji hêla Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê ve li ber Þaredariyê pêk hatî de deh hezaran kes beþdar bûn. Piþtî axftinan ji bo þermezarkirina operasyona dersînorî 5 deqeyan çalakiya rûniþtinê pêk hat. Di dema çalakiya rûniþtinê de helîkopter bi nizmî di ser girseyê re firiyan. Þahiya Newrozê bi stranên Koma Mahabat û Þahê bedo dom kir. Girseya bi stranan coþiya bi sloganan daxwazên xwe anîn ziman.

Bi hezaran kesên ji bo pîrozbahiyên li Cizîrê berhev bûn, ber bi Sihaya Antremanan a Sporê ya Cizîrê ve dest bi meþê kir. Cizîriyên kom bi kom bi kincên neteweyî ji taxan herikîn, piþtî lêgerînê ketin Qada Newrozê. Girseya zêdeyî 20 hezar kesî Qada Newrozê bi kesk, sor û zeran xemilandin.

Li Hezexê jî li Taxa Atakent bi beþdariya zêdeyî 10 hezar kesî agirê Newrozê pêxist û daxwazên xwe anîn ziman. Di pîrozbahiya Parlementerê Þirnexê Hasîp Kaplan, Þaredarê Hezexê Resul Sadak û nûnerên gelek rêxistinên civakî beþdar bûn. Pîrozbahiyan bi stran û govendan dom kir.

Pîrozbahiyên li Sihaya Futbolê ya Qilabanê pêk hatî de ligel rayedarên DTP'yî zêdeyî 5 hezar kesî beþdar bû. Ligel navenda navçeyê jî kom bi kom gel ji gundan beþdarî pîrozbahiyan bû. Li Elkê jî gel bi kesk sor û zer xemilî. Girseya kincên neteweyî li xwe kirî, bi coþek mezin Newroz pîroz kir. Balkêþ bû ku ji gundan beþdariyem mezin hebû. Pîrozbahî piþtî axaftinan bi govendê dom kir. Cih cih cerdevanan xwest ku beþdariya Newrozê asteng bikin lê gel ligel hemû astengiyan xwe gihand qada Newrozê.

MISIRCI


Li navçeya Misirca Sêrtê pîrozbahiya Newrozê bi beþdariya 10 hezar kesan li qada Newrozê pêk hat. Jin bi cilên netewî tevli pîrozbahiyê bûn, li qadê jî rengên kesk, sor û zer û alên DTP'ê zêde bûn. Li qadê her wiha dirûþmên "Kujer Erdogan", "AKP þaþ nebe, me dernexe ser çiyan", "Minafiq Erdogan" hatin berzkirin. Dîsa pankartên 'Ji þer re na, aþtî aniha', 'Ji bo aþtiya civakî efûya giþtî', 'Newroz aþtî û biratî ye' û dowîzên; ', 'Cejna we ya Newrozê pîroz be' hatin hilgirtin. Parlamenterê Sêrtê yê DTP’ê Osman Ozçelîk jî axaftinek kir û wiha got: "Em li meclîsê we bi þeref temsîl dikin. Em 21 kes ketin meclîsê û bi serbilindî dikevinê. Lê 75 parlamenterên kurd ên Tayyîp efendî bi serþorî dikevin meclîsê. Em li di xizmeta we de ne. Tayyîp efendî tû êdî nikarî derkevî cade û kolanan. Te di hilbijartinan de got 'ezê operasyona dersînor bi dawî bikim'. Behsa paketa aþtiyê û nizanim çi kir û te ji vî gelî re derew kir."

BAZÎD Û ÇELÊ


Di pîrozbaniyên bi coþ ên li Navçeya Bazîda Agiriyê û Navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk hat din de, daxwaza nasname û zimanê kurdî derket pêþ. Di pîrozbahiyên Newrozên ên coþ û peroþ derket asta herî jor de operasyon hatin þermezar kirin. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Geverê Vahît Þahînoglu nerazîbûn nîþanî astengiyên tên derxistin da û diyar kir ku ew vê Newrozê diyarî rêbertiya xwe dikin.

NÎSÊBÎN


Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di pîrozbahiya Newrozê ku bi 10 hezaran kes beþdar bûn de, polîtîkaya kurd a AKP'ê bi zimanekî tund hate þermezarkirin û pankarta 'Erdogan em te vedixwînin îslamiyetê' hate vekirin.

Pîrozbahî li Taxa Kiþla bi beþdariya 10 hezaran kesan pêk hat. Di pîrozbahiya ku bûyerên þevêdin li bajarê Qamiþloya Suriyeyê hatin þermezarkirin de, dirûþmên "Gelê Qamiþloyê bi tenê nîn e", "Þehîd namirin", "Kujer Erdogan" hatin berzkirin. Parlamenterê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk ku axaftinek kir, wiha got: "Bi salan destûra Newrozê nehat dayîn. Ciwanên me li ser çiyan agirê Newrozê pêxist. Çawa ku zanîn ew bi me nikarin, xwedî lê derketin. Lê Newroz a me ye." Ozçelîk, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî rexne kir û wiha dom kir: "Te got 'mafên gelê kurd nas dikim', te got, 'ez jî wekî we misliman im', lê rûyê te yê rast derket holê. Roj roja ku gelê kurd hesabê ji te bipirse ye. Erdogan her tim dibêje bêjin 'terorîst' . Em terorîst nîn in, em kurdên azadiyê dixwazin li ber xwe didin in. Hesaba xelat ji Zapê vedigere, ji vê hesabê vegerin." Serokê DTP'a Mêrdînê Hîlmî Oncu, Serokê DTP'a Nisêbînê Hamît Tokay, Þaredarê Nisêbînê Mehmet Tanhana jî axivîn û bûyerên Qamiþloyê þermezar kirin. Piþtî bernameyê girseya dest bi meþê kir, rastî mudaxeleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava bi tazyîk mudaxele kir. Çalakvanan jî bi keviran bersiv da. Di bûyeran de hinek kes birîndar bûn û hate hînbûn ku hinek kes jî hatine binçavkirin.

DÊRÎK Û ÞEMREX


Pîrozbahiya li Taxa Bahçelîevler bi beþdariya 10 hezar kesan pêk hat, bi dawî bû. Pîrozbahî bi konsera Koma Ugurê Nemir û Muzîkê bi dawî bû. Pîrozbahiya li Navçeya Þemrexê li Taxa Poyraz hate lidarxistin jî bi axaftinên Þaredara Þemrexê Nuran Atli, Endama PM'ya DTP'ê Zeynep Demîr dom kir. Di axaftinan re tecrîda li ser Ocalan hate þermezarkirin. Piþtî xwendina peyama Buroya Hiqûqê ya Asrin, 5 deqeyan çalakiya rûniþtinê hate lidarxistin. Bername bi konsera Koma Ugurê Nemir û komên muzîkê yên herêmî bi dawî bû..


DEWLETA TIRK LI WAN, COLÊMERG, RIHA Û BATMANÊ NEWROZÊ QEDEXE KIR


Wan, Colemêrg û Geverê, li Riha û Batmanê pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin.

Komîteyên Amadekar ên Riha û Batmanê helwesta walîtiyan þermezar kirin û dan zanîn xwe ji pîrozbahiyên navendî vekiþandine.Komîta Amedekar bibîrxist ku "Çi dibe bila bibe em wê Newrozê bi gelê xwe re pîroz bikin."

Li aliyê din gelê Wan û Colemergê jî wê ligel astengiyên walî û qeymeqamtiyan, Newrozê bi awayekî herî girseyî pîroz bikin.Hêzên tirk li Wan, Colemerg û navçeyên Gever, Þemzînan û Çelê, serldêna komîteya amadekar red kir û ji wan xwest ku, pîrozbahiyê sibe pêk bînin.

Lê belê Komîteyên Amadekar serlêdanên xwe paþde vekiþandin û diyar kirin ku, wê Newroz wekî rojên hatibûn plankirin ji aliyê gel ve were pîrozkirin.Komîteyên Amadekar dan zanîn ku, ji bûyerên biqewimin jî, walî û emniyet berpirsyar bin.Serokê DTP'a Wanê Abdurrahman Dogar derbarê biryara walitiyê de civîneke çapemeniyê pêk anî û got ku, Newroz amadekariyeke cidî ye. Di rojekê de mirov nikare planê biguherîne'.

Dogar got ku, wê gel di 22'ê adarê de, Newrozê bi însîyatîfa xwe pîroz bike, wê jî wekî DTP tevlî pîrozbahiyên gel bibin û berpirsyarê bûyerên biqewimin jî, walî û mudurê polîsan in.DTP'a Colemergê jî, biryara walîtî û qeymeqaman wekî hewldaneke provakatîf bi nav kir û da zanîn ku wê gel di rojên hatibûn diyarkirin de Newrozê pîroz bike.Li navçeya Balikesîr Erdemîtê jî, qeymeqamtiyê bi îdîya kesên li derdorê eciz bibin, destûr neda pîrozbahiyê.


Li Tirkîye jî Kurd bo cejna neteweyî Newrozê tên cem hev




MÊRSÎN


Li Mêrsînê di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiya Newrozê ku ev çend rojin didomin de, li Bajaroka Akdenîzê bi sedan kes hatin cem hev û Newroz pîroz kir. Nêzî 200 kesên ku di nava wan de rêveber û endamên DTP'ê jî hebûn, li ber Nûnertiya DTP'ê ya taxa Þevketsumer a bajaroka Akdenîzê li hev kom bûn û agire Newrozê pê xist. Kesên ku piraniya wan jin û ciwan bûn, li dora agir li ber dahol û zurneyê govend girêda.



EDENE

Li Bajaroka Kuçukdîkîliya Edeneyê leþkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan a Kuçukdîkîliyê, mudaxeleyî pîrozbahiya Newrozê kirin. Leþkeran gule berî hewayê dan. Di navbera komên ku li ser mudaxeleyê li nav kuçeyan belav bûn û leþkeran de, alozî çêbûn.


Pîrozbahîyên Newroza 2008'ê li Kurdistana azad



Li Kurdistana azad pirobahîhên herî mezin hatin li dar xistin. Li gelek bajaran agirên Newrozê bi tevlî bûna girseyan hatin pêxistin.


Li bajar û navçeyên wek Duhok, Akrê, Silêmanî, Hewlêr, Þeqlewa, Zaxo û di gelek cihên din de pirozbahiyên Newrozê bi tevlî bûna gel û rayedarên rêvebiriya Kurdistana azad hatin li dar xisitn.

Bi beþdarîya serokê Kuristanê Mesûd Barzanî li bajêrê Þeqlawe meþaleya Newrozê hate pêxistin.

Di vê dêrandazê de, ku Mesrur Barzanî endamê polîtburoya PDK û Bilind Ismayil berpirsê tayê Sefîn a PDK û hejmarek ji berpirsên siyasî, îdarî û cemawerê devera Þeqlawe amadebibûn, çend çalakiyên cor bi cor bi vê hilkevtinê birêveçûn.

Li bajêrên Hewlêrê, Dihokê, Silêmanîyê, Kerkûkê û hemû bajêrên Kurdistana azad de, dêrandaza helkirina xetîreya Newrozê hat sazkirin.

Her wiha seranserê bajêr avayiyên giþtî ü yên taybetï, kolan bi alayên rengîn hatin xemilandin, xelk derketin kolanan bi coþeka mezin cejna neteweyî Newroz hate pîrozkirin.

Komisiyona bilinda geþkirina keleha Hewlêrê di belavokek xwe de belav kir û agahdarî da hevwelatîyan, ku ew dê îro êvarê bi boneya cejna Newrozê û serê sala kurdî, festîvalek mezin ji bo ronahîkirina keleha Hewlêrê saz bike. Herweha, dê lîzên agirîn bi kar bihên û dê teknîkek nûjen ji bo ronahîkirina kelehê bi kar bihê. Ev xemilandina han di dîroka vê kelehê de dê mezintirîn û ciwantirîn xemilandin be.

Li alîyekî din jî rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê wek Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî,Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ,Serok wezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlemena Neteweyî ya Kurdistanê Ednan Muftî bi peyaman Newroza gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Pîrozbahîyên Newrozê li baþurrojavayê Kurdistanê



Hêzên Suriyeyê li bajarê Qamiþloyê êrîþî girseya kesên ku Newrozê pîroz dikir, kir. 3 kes þehîd û çarên din jî birîndar bûn.

Li Efrîn, Kobanî, Raqqa, Þam, Hesekê, Dirbesiyê, Amûdê, Dêrika Hemko û gelek bajarên din jî Newroz bi girseyî hate pîrozkirin.

Li gel hemû astengiyên hêzên Suriyê, bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiya li taxa Þêx Eþrefî ya Halepê bûn. Beþdarên pîrozbahiyê, êrîþa hêzên Suriyê doh bi þev li Qamiþloyê pêk anîbû jî þermezar kirin.

Bi hezaran Kurd îroj li seranserî Kurdistana Suriyê û herweha li bajarên Suriyê Newrozê pîroz dikin. Li bajarên Qamiþlo, Efrînê, Amûdê, Dêrikê, Tirbesipiyê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û yên dî Kurd derketine derve û ligel komên folklorî yan jî bi serê xwe Newroza xwe pîroz dikin.

Zarok û mezin cilên kurdî li xwe kirine û bi muzîk, dîlan û xwarina di nav sirûþtê de sala Kurdan a nû pîroz dikin. Li gelek deveran alayên Kurdistanê hatine hildan.


Pîrozbahîyên Newrozê li rojhilatê Kurdistanê



Li Meydana Çarçira ya bajarê Mahabada girêdayî Eyaleta Kurdistanê ya Îranê ye, pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Bi hezaran kesên ku ji serê sibê de li qadê civiyan, digel biryara qedexekirinê ya dewletê, dîlan girtin û stran gotin. Hêzên dewletê di destpêkê de tu mudaxele nekirin, lê piþtî ku girse qerebalix bû, êrîþî gel kirin û wan belav kirin. Piþtî mudaxeleyê, li bajêr tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.

Li bajarê Seqiz jî duh di navbera girseya ku xwest Newrozê pîroz bike û hêzên dewletê de li Meydana Helo pevçûn derket.


Li Ewrûpayê pîrozbahiyên Newrozê



Li Danîmarka 20.03.2008 êvarê Kurd çend Newroza xwe li cîhên cûda pîroz dikirin. Însîyatîfa Kurd li Danîmark bi agirê Newrozê, þahîya Newrozê da destpêkirin. Duho êvarê li Albertslund ku þehroçkeyekî nêzîkê Kobenhavê ye, Însîyatîfa Kurd li Danîmark bi girseyî û agirê Newrozê pê xist. Newroz bi germahîya agirê xwe, bi xwendina sirûda Newrozê û Eyreqîb û di bin ala ya Kurdistanê de destpê kir.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî yên Elman û saziyên Kurd resepsiyona Newrozê hate dayîn. Bi heman armancê li bajarên Koln, Bonn, Essen û Hamburgê jî meþên meþaleyî hatin lidarxistin.

Li bajarê Duisburgê jî li meydana Auhust-Bebelê pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Kurdistanî li vê derê li dor agir govend girtin û sitran gotin.

Li bajarên Swîsreyê Bern, Aarau û Grenchen ê jî bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî þahî hatin lidarxistin. Li paytext Bernê bi sedan kes meþiyan û gelên Swîsreyî jî piþtgirî dan.

Ji aliyê din ve li bajarê Grenchenê jî bi tevlîbûna bi sedan kesî pîrozbahiyek hate lidarxistin.Li paytexta Fransayê Parîsê û li bajarê Marsîlyayê jî Newroz hate pîrozkirin.

Bi hezaran Kurdistanî li Parîs û Marsîlyayê meþên meþaleyî lidarxistin.

Li Avusturya, Danîmarka, Hollanda û gelek bajarên welatên Ewrupayê þahiyên Newrozê pêk hatin.


Her wiha di gelek bajar û navçeyên din yê Ewrûpayê de jî dê Newroz heta meha Nîsanê were pîroz kirin. (HAWAR DENGÛBAS, Dîha, Anf, Pna, Rm, Roj tv, Ktv, ajansên cûda, çavkaniyên herêmî)

 

 


   
  Biçe Jora Rûpelê                                                                                                        Hemû naveroka beþa Rojev »

 

 

 

 

 

 

 

Girêdanên Sponsor                                                  

 

 
 
 

 

 

Girêdanên Sponsor

 

 

 

 

 

Hemû naveroka beþa Rojev »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

 

    

 

 

REKLAM DAYÎN & SERVÎS »

 

Reklam Bide

» Mercên reklam dayinê

   

                            

 

 

 

 

 

     
 

 

  kurdistannetew.net | About KN | Contact us | Hawar Kurdistan Media Group/Media Limited | hkmg.net  |  Mercên Reklam dayînê

© Copyright 2006-2008  KURDISTAN-NETEW Hemû mafên wî parastîyê  KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e