|
Terora dewleta Tirk a
hov li bakûrê Kurdistanê bilind dibe û êrîþkariya arteþa Tirk berfireh bû
KURDISTAN-NETEW
Weþandin: 18 Nîsan,2008


AMED -- Li gel bilind
bûna terora dewleta Tirk ser gelê bakûrê Kurdistanê êrîþkariya arteþa
dagirker a Tirk jî zêde dibe.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di demên dawî de li herêma sînor tevgera
leþkerî ya artêþa tirk gelek zêde bûye. Wek tê zanîn arteþa dagirker a Tirk
piþtî ku li Kurdistana azad rastî têkçûneke mezin hat û 29ê sibatê de ji
Kurdistana azad vekiþiya.
Dewleta Tirk piþtî Newrozê jî êrîþên xwe yên ser gel jî gihand asta herî
bilind.
Li aliyekî din jî ser amadekariyên êrÎþke nû ya ser Kurdistana azad jî tê
pêk anîn. Bo li dar xistina êrîþeke hevbeþ bi dewleta îranê re jî civîn û
hevdîtinên dûalî têne pêkanÎn.
Opreasyonên nava bakûrê kurdistanê jî bi berfirehî dewam dikin
Êrîþkariya arteþa Tirk gihêþt asteke bilind
Ji Navçeya Gevera Colemêrgê, ber bi Herêma Oremarê ve leþker û amûrên
leþkerî hatin þandin. Her wiha hate ragihandin ku li baragehên dewleta tirk
ên li Kurdistan azad jî liv û tevgereke berbiçav hene.
Ji Fermandariya 21'emîn Tûgaya Sînor a Cendirmeyan, ber bi Herêma Oremarê ve
110 wesayît bi rê ketin. Di wesayîtan de leþker û amûrên leþkerî hene. Hate
ragihandin ku wê leþker û amûrên leþkerî, li Oremarê û xeta sînor bêne
bicihkirin.
Hate îdiakirin ku di çarçoveya operasyona bejayî ya li hemberî Herêma
Kurdistana Federal de, qomando sewqî Baregeha Leþkerî ya Bamernê ya li
navçeya Amediyê ya Duhokê ye hatine kirin.
Hate îdiakirin ku di çarçoveya desdirêjiya bejayî ya artêþa tirk de ji
Herêma Gerdiya ya li navçeya Þemzînana Colemêrgê, gelek yekîneyên leþkerî
sewqî Herêma Federal a Kurdistanê hatine kirin. Hate diyarkirin ku di ser
herêmên Avaþîn û Basya de, qomando sewqî Baregeha Leþkerî ya Bamernê ya li
Amediyeyê ye hatine kirin. Hate ragihandin ku piþtî danîna qomandoyan a li
herêmên Basya û Govende, þivanên ku li herêmê mîh diçêrandin, ji aliyê
pêþmergeyan ve hatine hiþyarkirin da ku ji herêmê bi dûr kevin.
Hate zanîn ku, gerîlayên PKKyî wan, di 4’ê nîsanê de li bejahiya navçeya
Sêrt þîrvanê jî, li leþkerên tirk xistine, lê belê derbarê encamê de
agahiyên zelal bi dest neketine. HPG îdîaya li navçeya Sêrt Tiloyê 2
gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û gerîlayek birîndar hatiye girtin, derew
derxist.
Navenda çapemeniya HPG’ê jî, derbarê li herêma Zara de daxuyaniyek da û
nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, eþkere kir. HPG’ê diyar kir
ku, ji ber operasyona hêzên tirk ya di 9 û 10’ê nîsanê de li herêma Zara ya
Amedê li 3 noxteyên cûda þer derketine. Navenda çapemeniya HPG’ê da zanîn
ku, di encama þerên heta êvarê de, 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.
Gerîlayên jiyana xwe ji dest dane jî ev in. Zahît Ozdemîr bi nav kod Xemgîn
Amed, di sala 1972’an de li navçeya Amed Farqînê hatiye dinê. Ulaþ Karaoglan
bi navê kod Þoreþ Malatya di sala 1978’an de li Meletiyê hatiye dinê. Li
aliyê din, cenazeyê Zahît Ozdemîr li Farqînê bi siloganên ‘þehîd Namirin’
hate veþartin.
Li Dêrsimê þerên dijwar diqewimin
Li bejahiya Dêrsimê ji ber operasyonên artêþa þerên dijwar diqewimin û li
Çemizgezekê jî, gerîla li leþkerên tirk xistin û 2 leþker kuþtin. Çavkaniyên
herêmî diyar kirin ku, þerê li Dersimê, li bejahiya Dokuzkaya û navçeya
Nazimiyê pêk tên.
Li gorî agahiyan, ji her du aliyan jî, wendahî hene, lê belê derbarê hejmarê
de tu agahî bi dest neketin.Çavkaniyên heremî dan zanîn ku hin cenazeyên ku
tê îdîakirin yên gerîlayên HPG'î ne anînê nexweþxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Li gorî çavkaniyên nexweþxaneyê heta niha 7 cenaze û jinek birîndar a bi
navê Guneþ Tekîn birine nexweþxaneyê.
Hêzên tirk li derdora nexweþxaneyê kontrol zêde kirine û destûr nadin kesek
ji derve bikevin hundur. Li aliyê din, partiyên siyasî û rêxistinên civaka
sivîl ên Dersimê, ji ber þerên li bejahiya bajêr, ketin nava tevgerê.
Þaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl, Endamên Meclîsa Þaredariya bajêr,
rêxistina DTP, EMEP, ESP, DHP, KESK, ÎHD, Baroya Dersim û Komeleya Maf û
Azadiyên Bingehîn daxuyaniyeke girseyî dan çapemeniyê. Serokê DTP'a Dêrsimê
Murat Polat daxuyanî xwend û xwest ku rojek zû dawî li operasyonên li herêmê
bê anîn.
Bi sedan kesên li hev kom bûyî, siloganên 'Qatil Erdogan' û 'Dewleta qatil
wê hesabê bide' qîriyan.
Erîþên ser axa kurdistana azad jî dewam dikin
Li roja 13ê firokên çavdêrî li hindava gundên devera Qendîlê zor bi nizmî
hatinûçûn dikir, tirseka mezin li cem rûniþtivanên vê deverê peyda diken.
Dîsan li 15 nîsanê de balafirên çavdêrî li devera Nêrwe,Rêkan û devera
Xakurk û Xinêrê bi nizmî hatinûçûn dikir ji bu çavdêrîkirina deverê. Her
wiha doh jî ser sînora Kurdistana azad êrîþa hewayî ya arteþa Tirk pêk hat.
Kurd bi yêkîtîyê dikarin pêþiya dijminan bigre
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
Rayedarên Kurdistana azad heta niha peyva dosteyatiya bi dewleta Tirk
bernedan û pesna AKP dan. Hikumeta Kurdistanê rastiyan û armancên bingehîn a
tirkan baþ îzah nekirin û her Kurd hêza xwe, bibiryariya xwe û mafdar bûna
xwe baþ nîþan neda. Diviya bû ku riya operesyona Tirkan bi her avahî hatiba
girtin.
Hikumeta AKP ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi
Mislimantiyê dengên Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi
hevkariya ordiya Tirk bombe dibarine ser Kurdistanê.
Di roja me de li gel hemû pêþketin û detkeftiyên
sîyasî,aborî,leþkerî,polîtîk,rexistinî, dîplomatÎk û li gel piþtgirîya
perçeyên din ya Kurdistanê qet ne mimkune ku dijminên kurd li Kurdistana
azad serkevin. Pêwîste Kurd nêzî hev bibin û stratejîyeke neteweyî,mayînde û
pêþketî pêkbînin. Divê hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin da ku planên
Tirkan pûç were derxistin. Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin
Kurdan nêzî hevûdin kir. Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û
hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha, Puk media, Peyamner)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Rojev »
|


Hemû naveroka beþa Rojev »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|