KURDISTAN NETEW

 

LÊKOLÎN/GOTAR

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net > Lêkolîn >  Analîz

 

 

Hikumeta AKP Paþve Gav Avêt Lê Dijminkarîya Arteþa Tirk Berdewame

 

KURDISTAN-NETEW

Weþandin:21 Sibat 2007

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Serok wezîrê hikumeta tirk û serokê AKP Recep Teyyîp Erdogan jî dev ji tehdîtên xwe ser kurdistana azad berda û behsa dîyalogê kir.Di alîyekî din de jî serfermandarê arteþa Tirk di axaftineke xwe ya di serdana xwe ya li DYE de bi tundî û veþartî tehdîtan li Kurdan kir û dîyaloga bi Kurdan red kir.

Piþtî kordînatorê PKK Edîp Baþer ku got em amade ne bi rêvebÝrên Kurd re bikevin danûstandinê serokwezîrê hikumeta tirk û serokê AKP Recep Teyyîp Erdogan jî dev ji tehdîtên xwe ser kurdistana azad berda û behsa dîyalogê kir.


Her wiha di demên dawî de rêvebirên din yê AKPyî wek wezîrê derve ya dewleta Tirk Ebdullah gul jÎ hin daxûyanîyên nerm derbarê Kurdistana a Federal û meseleya Kerkûk û çareser kirina keþeya PKK de weþandin.

Di alîyekî din de jî serfermandarê arteþa tirk di axaftineke xwe ya di serdana xwe ya li DYE de bi tundî û veþartî tehdîtan li Kurdan kir û dîyaloga bi Kurdan red kir.Ser vê yekê kooordînatorê PKK esl-leþker Edîp Baþer jî paþ ve gav avêt û got "gotinên min þaþ hate têgihêþtin".

Her wiha serkomarê dewleta Tirk ku bi dijminkarîya xwe ya li hember Kurdan tê nasîn jî nerazîbûna xwe berambarî danûstandinên navbera dewleta Tirk û Kurdistana Federal dîyar kir.

Wek tê zanîn Serokomarê Tirkîye Ehmed Necdet Sezer naxwesti bû ku ku Celal Talabanî ji ber ku Kurde bo Tirkîye bê vexwendin.Dilsarîya Ehmed Necded Sezer ji ber Kurd bûna Celal Talabanî û pêþketininên li Kurdistana azad tê.



Abdullah Gul:" Siyasetmedar erkên xwe pêk bînin pêwîst nake leþker çek bi kar bîne


Wezîrê derve yê Tirkiye Abdullah Gul berî ku biçe Erebistana Sudiyê, li ser daxuyaniyê vê dawiyê yê serokwezîrê Tirkiye yê li ser peywendîgirêdana li gel hikûmeta herêma Kurdistanê, axivî.

Gul dijÎ li helwesta leþkeran derket û dÎyar kir ku ger siyasetmedar karên xwe pêk bînin pêwîst nake leþker çekan bi kar bîne û got:" Babetên siyasî û babetên leþkerî ji hev cihê ne. Leþker bi çekê xwe diaxife. Babetên siyasî bi siyasetê,babatên dîplomatîk bi dîplomasiyê tên çareserkirin."


"Ednan Muftî:"Daxuyaniya Erdogan dê bandoreke pozîtîf li peywendiyên navbera pêkhateyên Kerkûkê bike"

Piþtî daxuyaniya serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan ku tê de amadeyiya hikûmeta xwe diyar kir bo têkîlîdanan li gel hikûmeta Kurdistan Ednan Muftî daxuyaniya xwe de rewþê wiha nirxand ku di demeke baþ de hat bo xizmetkirina berjewendiyên hevbeþ û got:" Em bi germî pêþwazî li vê daxuyaniya Erdogan dikin." Muftî ragihand ku li vir jî amadeyî heye bo gotûbêjkirin û baþtirkirina peywendiyên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Tirkiye.

Li ser pirsa gelo ew daxuyanî dê bandoreke bi ser dosyeya Kerkûkê bike birêz Muftî got:" Bi ya min ev gav dê xizmeta gelê Iraqê jî bike bi giþtî û bi taybetî jî di Kerkûkê de dê bandoreke pozîtîf bi ser peywendiyên navbera pêkhateyên Kerkûkê bike."



Serokê Kurdistanê :"Ger dewleta Tirk sînorê Kurdistanê derbas bike divê dûmahîka vê yekê jî baþ bifikirin"

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li ser di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Le Monde de helwesta Tirkiyê de dîtinên xwe anî zimên. Serokê Kurdistanê, derbarê helwesta Tirkiyê wiha got: Tirkiyê ne xwedî maf e ku dest dirêjî nav karê Iraqê bibe. Ez ne bawer im ku dewleta tirksînoran derbas bike. Gava biryarek wisan hebe, pêwîst e li ser dûmahîka vê biryarê baþ bifikirin.

Em nikarin bixêrhatina Tirkiyê bi kulîlkan bikin. Bihayê wê çi dibe bila bibe, em mecbûr in ku qezencên xwe biparêzin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya Le monde re derbarê diyaloga bi Tirkiyê re wiha got: Rewþa diyaloga bi wan re piþtî hilbijartinê dê zelaltir bibe. Dema neteweperest bên ser hikûm, bawer dike ku mecalên têkiliyê dê kêm bibe. Lê gava AKP bê ser hikûm, dikare rêya têkiliyê bi erênî bibe."


Kerkûk û referandûma 2007

Kurd dixwazin referandûmekî Kerkûkê daxîlî sînorên Kurdistan azad bikin.Dewleta Tirk û hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.

Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne holê.Her wiha dîsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya hemû dijberên Kurdan e.


Serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan ku sala par pirsgirêka Kurd pejirandi bû niha ji ber lîstikên xwe yên sîyasî yên qirêj û careke din serketina di hilbijartinan de dikare ku bi dijberên kurdan re hevkarîyê bike û beramberî Kurdistana azad êrîþek bidin destpêkirin.


Lê arteþa Tirk wekî di her mijarê bi têkîldarê Kurdan wisa xuya ye ku dîsa dev ji dijminkarî û êrîþkarîyên xwe ber nedin.
 

Binivsîne

 

 

Çavkanî

HAWAR D.
 

 


                                                                                            
      Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

                                                                                   

 

Biçe Jora Rûpelê

 

 

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

                                                                                                                                                                    

Reklam

 

 

 

Pêywendîdar

 

 

 

Rûpel

» BINIVSÎNE

» BIÞÎNE

 

 

 

 

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya

jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya

KURDISTANNETEW e

 

 

REKLAM

 

 

 

 

 

© kurdistannetew.net | Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam      HKMG       © 2006-2007 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e