|
Dewleta Tirk dixwaze ku hêza û xwe bawerîya Dewleta Federe ya
Kurdistan û gelê Kurdistana Azad bê þikestin û her wiha bi taybetî gelê
bakûrê Kurdistanê û hemû çavê Kurdistanîyan qaþo bi vê hêzê bê
tirsandin.Hêzên berjewendîxwaz û dijminên Kurd dixwazin li bakûrê Kurdistanê
asîmîlasyon û prosesa tune kirina ziman,çand û nirxên Kurdistanî ji cihê xwe
ku mayê ji nû ve û ji berê bêtir were destpêkirin.
Li bakûr ev proses destpêkirîye û zextên mezin ser gel tê kirin.Armanca herî
sereke þikandina xwebawerî û hiþmendîya Kurdan e. Tevî ku hîna pêþnûme
qanûna tekoþîna li dijî terorê di nîqaþê de ye jî zext û cezayên pê tên
xwestin bi rojane di meriyetê de.
Nerehatîyeka Tirkîye û dijminên Kurdan wek Îran û Sûrîye damezirandina di
rojên pêþ de him Hikumeta Kurdistanê him jî Hikûmeta Iraqê û di Iraqê de
mezintir bûna hêza Kurd her waran de ye.
Her wiha eþkereye ku Dewleta Tirk û hin grupên di nava Iraqê ku neyartîyê li
Kurdan dikin di nava hevkarîyê de ne.
Rayedarên Kurdistana Azad rastîya Kurd û Kurdistanê bi eþkereyî dîyar dikin.
Serokê Kurdistanê û rayedarên Hikumeta Kurdistanê bi eþkereyî nerazîbûnên
xwe ji hewldanên Dewleta Tirk re derbirîn û dîyar kirin ku bo parastina
Kurdistanê çi pêwîst be were kirin.
Dewleta Tirk wekî her caran daxûyanîyên pêkenînî diweþîne û herî dawî jî
wezîrê derve ya Dewleta Tirk Abdullah Gul got “ez Barzanî ji xwe re mixetab
nabînim”.Dewleta Tirk her çiqas Serokê Kurdistanê Br.Mesûd Barzanî ji xwe re
wek “mixetap” nebîne jî Mesûd Barzanî bi avayekî fermî serokê Kurdistana
Federal e Tirkîye çi bike jî ev rastî li Cîhanê tê pejirandin.
Divê Kurd netirsin û hiþyar bin
Ger gelê bakûrê Kurdistanê û hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin wê planên
Tirkan pûç were derxistin.Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin
Kurdan nêzî hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û
hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.
Bi xwedî derketina Dewleta Federe ya Kurdistanê û bi serkeftî pêkhatina
prosesa serxwebûna vê dewletê,parastina ziman,çand û hunera Kurdî pêkanîna
yekrezîyê di nav rêxistinên Kurd e û bi baþ bikaranîna amûrên ragihandinên
Kurdî ên heyî dewleta Tirk wê êdî heta dawîyê têbigehêje ku Kurd bi tenq û
topan natirsin.
Tirkîye li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15 salên
dawî dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê
armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û
wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin
êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê
jî zexta ser gel tê zêde kirin.
Bo pêk anîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên
qirêj de ne.Ev plana qirêj gav bi gav tê pêkanîn.Yaseya nû ya "têkoþîna dijî
terorê" perçeyeke vê planê ye û zextên giran tê ser gelê bakûrê
Kurdistanê.Ji hemû lîstikên kûr dîsa gelê Kurd wê zirarê bibînê.
Pêþveçûnên dawî piþtî bûyerên li Amed û tevahîya bakûrê Kurdistanê careke
din nîþan dide ku Dewleta Tirk bi her avahî dijminê neteweya Kurd e û divê
Kurd hêzên xwe bikin yek û rêveberî û dezgehên xwe xurtir bikin û di her
warê de çalak bin û planên Tirkan vala derxînin.
Wek tê zanîn li Tirkîye di qada sîyasî de jî bi arteþa Tirk plana xwe
dimeþîne û herî dawîn Dewleta Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekir bi
beralîkirina arteþa Tirk û herî dawîyê de jî doh Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya
xwe hate dûr xistin.Hin di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû bû ku
Dewleta Tirk harî dawîyê vê mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev
sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale neguherî ye.
.
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
Reklam

|