|
|
Bi vê rapora James Baker û Lee Hamîlton,
dilê cîranê Kurdistan û dagirkerên Kurdistanê xweþ û pê þad kirine. Gelê
Kurd bi amadekirina vê raporê û helwesta Emerîka di vê dema nazik de,
ecêbmayî man. Lê dibêjin, menfiet dikare gelek planan serobinî hev bike,
tiþtê nayê bîr û hizra merivan, dikare bê serê meriv van ev cêbên hanê. Bila
meriv ji dek û dolabên weha re ecêb mayî nebe, peymana Cezayîrê çi anî serê
baþûrê Kurdistanê, ji me hemûçka ve dîyar e, menfiet dikere gelek guhertinan
di jiyanê de bike, bila meriv þiyar be...
Rapora herdû merivên bi aqil û jêhatî, ji rastîya herêmê dûr e. Di vê raporê
de xuyanî dike ku dilê hevalbendên xwe yên li herêma rojhilata navîn, ji bo
xweþbikin heta demikê, ev rapora hanê amadekirine. Lê di raya min de ev
rapora han wê bi vî awayî bi ser nekeve, ji ber ku Kurd li Iraqê herî hêza
bi rêk û pêk e, ji bo federalîzma Iraqê û bi cîh kirina demokrasî li Iraqê û
bi teybetî li Kurdistanê bûye mînakên berbiçev, li herêma rojhilata navîn.
Li gor Emerîka þerê li Iraqê gelek dûm kir. Þer hîn jî berdewam e, rojê bi
dehan însan têne kuþtin, heta hinik roj hene ku bi sedan meriv têne kuþtin.
Þerê ku li Iraqê têye kirin, hemû þerê intixarê ye, gelek derban di nava
Sunîya û Þiîa de dibe, ew heyifa xwe hiltîne û yê din jî heyîfa xwe hiltîne.
Leþkerên hevpeyman bi teybetî leþkerên Emerîka û Ingilîzan jî têne kûþtin,
ji wextê ku quweta hevpeyman ketine Iraqê û heta ana sê-çar hezar leþkerê
wan hatîye kuþtin.
Ev rapora ku hatîye amadekirin ji alîyê Emerîka û bi teybetî herdû partîyên
sereke ku bi sala ye Emerîqa bi rêve dibin, PD û PG evan hesabik wan heye li
ser vê raporê. Cîhana erebî bi teybetî qismê Sunîyan bi van karên ku li
Iraqê têne kirin ne razî nin, bi teybtî yên di nav vê planê û raporê de nin,
dewleta Urdinê, Misrê, Sunîyên Iraqê, Îran,Tirkî, Siûdî û Sûrî jî di nava vê
plana hana de nin. Gera serokwezîrê Tirkan Receb Tayîb Erdoxan, Îranê û
Sûrîyê di vê demê de balkêþ û cîhê fikirandinê bû...
Lê kî çi bêje, bila bêje, ev plana hana û rapora hana dek û dolabên
Îngilîzan bi xwe, ez dibêjim, ji vî karê hana Îngilîzî di nav vê planê û
rapor de nin, kî çi bêje bila bêje. Mesele mefate û camêran jî karê xwe pêk
tînin!. Lê em Kurd jî pêwîst e ku li himberî vê bextreþîya hana þîyarbin,
pêwîst e em vê rapora bê vîjdan û bê rûmet vala derxin. Gelek derban van
dewletên weke, Îngilîstan û Emerîkan welatê me ji xwe re kirine qata þer û
pefçûnê û mefata xwe di ser gelê me re dîne û em bi paþde li erdê xistine û
ji dev me qerîyanin, dîroka gelê me li ber çeva ye, bê van dewletên
emperyalîst çikirine ji serê gelê me û welatê me Kurdistanê...
Piþtî hilweþandina rejima Sedamê dîktatorê li Iraqê, bi dehên derban ku
rayedarên dewlata Emerîka û dewletên hevpeyman ku di hatin Iraqê, ji Corc
Bûþ bigre, wezîrê derve, wezîrê parastinê mesûlên wanî Iraqê, ji Fermandarên
leþkerî bigre hata generalên wan bigre û heta berdevkê qesra sipî û mesûlên
dewlta Îngilîstan, hemû dihatin Kurdistanê û bi serokê herêma Kurdistanê
partî û parlemana Kurdistanê re hevdîtin li dardixistin û diþêwirîn. Lê vê
derbê James Baker û Lee Hamîlton, ne hatin Kurdistanê, ji ber ku rapora ku
amadekirine, mesela Kurdan di rapora wan de derbas nabe, û Kurd bi tu
tiþtekî ne hesibandine. Lê di vê rapora hana de, qala Kurdan ku ne hatîye
kirin, zirare ji bo rapora van herdû xwedî xêra, wê rapora wan bi ser
nekeve.
Pêwîst e ku gelê Kurd li himberî vê rapora bêbext û xapandinê, ku ne ji
berjevendîyên gelê Kurde ye hatîye amadekirin, em Kurdên welatparêz li
herçar parçê Kurdistanê û li dervê welat, pêwîst e ku em meþ û xwepêþendana
li himberî qonsolosên Emerîka Îngilîzan bikin û ji wan re, raste rast,
bêjin, hûn nikarin weke zemanê berê ji bo mefatên xwe yî aborî welatê me û
gelê me bi xapînin. We Kurdistan du derban perçe-perçe kirin, îca em Kurd ne
Kurdên berê ne emê bikin ku li herderê dinyê li himberî emê xwe pêþendana,
meþ û mitîngan amede bikin, serê we gelek jî biêþî in. Divê hemû Kurdên
herçar perçên Kurdistanê, piþtgirî û pî berî helwesta Kek Mesûd Barzanî,
Serokê Herêma Kurdistanê bikin.
Bê guman xala herî nebaþ ya rapora gruba lêkolîna Iraqê, di derbarê dilê
Kurdistanê Kerkûkê de ye. Rapora James Baker û Lee Hamîlton, xala 140î li
paþkeve, komîtayeke navnetewî bêye amadekirin, û van xalên hanê disa di ber
çevre derbas bin. Di vê hina nazik û teze de, heqê tukesî tune ku bi qedera
gelê Iraqê û bi teybetî ji gelê Kurd bilîze. Tê xuyanî kirin ku rapora gruba
ji nûh de lêkolînê li Iraqê bê kirin, û bi teybetî mesela neftê û îradeya
gelê Kurd têxin talûk û emir qesifî bikin. Ev jî wê tucarî gelê Kurd vê dek
û dolabên ku têne kirin wê neyê qebûlkirin û neyê serifandin ji bo
dagirkeran!.
Rapora James Baker û Lee Hamîlton rastiya Iraqê û bi teybetî jî Kurdistanê
li ber cevan ne girtine, tenê di ve raporê de, dîyar dibe ku dilê cîranên
Iraqê, hevkarên Seddamê dîktaror û bi teybetî jî dilê Sunîyan bê xweþ kirin.
Di vê rapora hana de, ji xeynî ku li herêmê tevlihevî bixuliqîne, û birînên
kevin veki û dîsa gelê Kurd þerpeze bike pêve tu fêda tê de tune.
Rapora James Baker û Lee Hamîlton, di derheqê destûra Iraqê ya nû de, grûbek
lêkolînê bêye amadekirin ji terefên Neteweyên Yekbûyî. Ev pêþniyara ji
terefên gruba lêkolîna Iraqê, James Baker û Lee Hamîlton ve, ne tiþtekî
raste û maqûl e. Ji ber ku di sala 2005.12.15 ê wê de, helbijartinek li
Iraqê hate kirin û ji sedî 80ê xelkê dengên xwe bi kar anîn, li hindurê
welat û li dervî welat, ev îradeya hana li gor vê rapora James Baker û Lee
Hamîlton bin pê dibe. Quwetên hevpeyman digotin, pêwîst e ku li Iraqê
demoqrasî pêk bê, heger ana jî rabin bêjin, ji nû de planeke din ji Iraqê re
pêwîste bêjin, eva rapora hana ji rastîya Iraqê dûr e û wê problemên gelek
mezin bi xwe re bixuliqîne li Iraqê û li herêmê.
Divê hemû welatparêzen Kurd piþtgiriya helwesta Serokê Herêma Kurdistan kek
Mesûd Barzanî ku derbarê rapora grûba lêkolîna Iraqê destnîþandaye û
helwesta Serokatiya Siyasiya Kurdistana Baþûr niþan dide bikin. Ev erkeke
pîroz û welatparêzî ye ku hemû rêxistinên herçar perçê Kurdistanê,
piþtgirîya vê helwesta mêrxasî û qehremanî ya kekê Mesûd Barzanî kirin.
Çavkanî
PDKBakur.com
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Biçe Jora Rûpelê
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

Pêywendîdar
Rûpel
» BINIVSÎNE
» BIÞÎNE
Reklam

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya
jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya
KURDISTANNETEW e
|