|
Ji
Tirkiye dewleteke leþkerîye. Ji alî leþkeran ve hatiye damezrandin û herdem
yê ku îktîdar bûye leþker bûne. M. Kemal, Îsmet Înunî, Fevzî Çakmak û yd, di
ordîya Împaratoriya Osmanî de general bû û vana komara Tirkiyê
damezrandin.Ji damezrandina komarê heta sala 1950-yî dîktatorîya Mustafa
Kemal (heta 1938) û ya Îsmet Înunu domîya. Ev dem dema dîktatoriyê û yek
partîtiyê bû. Piþtî kul i Tirkiyê pirpartîtî çêbû û partiya demokrat (DP) li
hemberê partiya kemalîst CHPê bi serket jî, generalan tehemûl nekirin û li
dijê DPê înqilaba askerî pêk anîn û serokê DPê Adnan Menderes îdam kirin.
Li Tirkiyê herçiqas partiyên curbecur bûne hukumet jî, lêbelê ew nebûne
îktîdar. Herdem îktîdar di destê generalan de bûye û wan wek xwe
kirine. Millî Guvenlîk Konseyî ya komara Tirkiyê herdem desthilatdar e û
lewre î li Tirkiyê tu demeke demokrasîyeke birêkûpêk nehatiye damezrandin.
Îdeolojiya kemalîzmê û desthilatdariya generalan li pêþberê demokrasîyê
astenga herî mezin e. Dijminê doza netewa kurd jî yê herî xedar jî generalên
kemalîst yên faþîst in.
Pîrozkirina cejna Newrozê ya îsalîn ji salên berê geþtir û xurtir bû.
Kurdan we nîþan dan ku l i ser lingan in. Dewleta dagirker ji zîndîbûna
rewþa kurdan tirsiya. Dewletê dît ku çi bike jî nikare kemalîzmê bi kurdan
bide hezkirin û nikare pêþî li têkoþîna gelê kurd bigre. Loma jî dest bi
provakasyonê kir ku kurdan bi tehdîdan bide tirsandin. Ev kampanya ku ji bo
ala xwînî bi destê dewletê hate amadekirin, ji bo çavtirsandina kurdan û
geþbûna þovenî û nîjadperestîya tirkîtiyê ye.
Tirkîtiya ku kemalîzmê afirandiye bêeslûfesl, bêkultur û xwedî dîroka
direwîn e. Nirxeke wan yê hêja tune kul ê xwedî derbikevin. Di destê
wan de tenê al maye, ala wan jî xwînî ye. Ji xwe ew bi xwe dibêjin ev al ji
xwînê çêbûye. Ordiya wan ya hov bi barbarî gelan, neteweyan qetil kirine, ji
ber qetlîama wan gula xwînê çêbûye û li ezman hîv û stêrê siya xwe daye ser
gola xwînê û wan jî ji vê gula xwînê al çêkirine.
Ev ala xwînî tenê layiqê barbaran e. Ev al ji bo kurdan xwîn û qetlîam
îfade dike. Kurd bi tu hawakî nikarin liv ê ala xwînî xwedî derkevin. Yê ku
dibêjin ev ala kurdan û tirkan e direw dikin, li kurdan neheqî û heqaret
dikin. Ala tirkan nabe ala kurdan. Heger kurd xwe tirk qebûl bikin dibe
ala wan, lê heger kurd xwe tirk qebûl nekin, nabe ala wan û ji xwe tirk jî
tiþteke weha qebûl nakin. Lewre jî beyanên Hadepîyan, gotinên Bakirhan û
Leyla Zana bêbingehin, gotinên tewþomewþo ne. Divê kongra gel û hadep vê
tiþtî baþ bizanibin; ew çi bikin jî ala bi xwînî û kemalîzmê bi kurdan
nikarin bidin hezkirin..
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
» A
A
Reklam

|