|
GOTAR
Derheqê hilbijartinê û
encamên wê de makro-analizek
BAYRAM AYAZ
Weþandin:
10 Tebax,2007

Hilbijartina 22ê
tîrmehê bûyereke girîng e û dê wekî „fetilaneke siyasî û civakî“ di
dîroka Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de cih bigire.
Bûyereke wek hilbijartinên 1946 û 1950 ye. Wan deman li cîhanê piþtî
têkçûna faþizmê û bi destpêka demokrasiyê ve, Tirkiye jî mecbûr ma ji
rejîma yekpartîtiyê –desthilatiya partiya Ataturk chpê- derbasî sîstema
ferehpartîtiyê bibe. Yanî, sîstema Tirk xwe li goreyî rewþa cîhanê
„guherî“, heta dereceyekî reform çêkir. Piþtre carcaran di sîstemê de
astengî peyda bûn, destdirêjahî pêkhatin, lê ji „rejîma pirr partîtiyê“
bi temamî veger nebû. Destdirêjiya ordiyê yên herî dijwar di salên 1960
û 1980 de rûdan, du sê sal piþtî wan darbeyan careka din li rejîma
ferehpartitiyê hat vegerîn. Lê sîstem her tim di bin kontrola leþkeran
de bû. Wesayeta ordiyê li ser civakê û dewletê berdewam bû. Ew sîstem,
rejîma dema „Þerê sar“ bû. Hevbendên Tirkiyeyê, dewletên Ewrûpî û
Amerîka jî piþtgiriya wê sîstema Tirkan kirin. Bê guman hê bi temamî
destê xwe jê neþûþtine.
Îro rewþ guheriye. Çaxê nuha em tê de, bêhtir piþtgiriya rejîmên
demokrat û civakên sivîl tê kirin. Sîstemên otorîter û dîkta ne li
hesabê dinya demokrat e. Çawa wek dam û dezgeh „dewletên netewî“ unîter
formê destpêka sedsala bîstan bû, û nîva sedsalê piþtî þerê duyemîn jî
tesîsa demokrasiya siyasî û xurtkirina rejîmên demokrat armanca sereke
bû, îro qirna 21an jî serdema pêþxistina sîstemên siyasî pluralist,
parezgêre mafên mirovan û dadweriyê ye. Her wisa serdema civakên sivîl
e, yên ku bi rêxistînî ne û rêvebiriya xwe dikin. Di serdema global de,
karekterên civak û dewletên hevçax, demokrat û pêþketî, êdî hakimiyeta
zanînê û rola hêzên sivîl e. Esker û polis xizmetkar in yên ku erkên
aramî û berevaniyê cîbecîh dikin. Çawa piziþkekî bi tenduristiya mirovî
mijûl e, mamoste bi karê perwedekirinê radibe, leþker û hêzên asayiþê jî
ji bo emn û huzûrê li ser kar in. Eger dewlet û rejîmek xwe demokrat bi
nav dike, hewce ye van þertan cibecîh bike. Siyaset ne karê leþkeran û
ordiyê ye. Nuha dinya di demeke wisa de derbas dibe.
Þerê ku îro di nabeyna Islama radîkal û hêzên demokrat yên dinê de
derbas dibe, perçeyek ji þer, astengî û guherînên global e. Temsîla
hêzên olî radîkal hêzên wek Talibanan û El Qaîde û hin komikên Wahabî
fundamentalist dikin. Di eslê xwe de li hemî deverên cihanê problemên
guherînê berdewam in. Her deverekî li gor rewþa xwe. Qonaxa em tê re
debas dibin, qonaxa berhevdana nabeyna guherînê û parastina statûqoyê
ye. Nexþeya globalizmê ev e.
Plana generalan li globalizmê qelibî û nuha bi serwextiya gel û AKPê asê
bûye!
Rûdanên li Tirkiyeyê, her wisa ev hilbijartina dawî hewce ye di vê
çarçoveyê de werin nirxandin. Ordiya Tirk xwe xwediyê dewletê û miletê
dipejirîne. Ti demî xwe wek perçeyekî normal ji burokrasiya dewletê
nehesibandiye. Di meha nîsanê de bi aþkere û bi destê zorê li dijî
berendametiya serokkomariyê ya Abdullah Gul derket û nehêþt ku ew were
hilbijartin. Partiyên derveyê AKPê û dezgehên dewletê bi ya leþkeran
kirin. Eger þertê darbeya leþkerî hebûya, Amerîkî û Ewrûpiyan piþtgiriya
generalan bikira, ji seda sed dê generalan dest jî bidaya ser Hukumetê.
Lê plana generalan li dîwêrê globalizmê ket û li wê derê asê bû. Erdogan
û hevalên xwe bi bayê globalizmê -bi piþtgiriya Amerîkî û Ewrûpiyan- bi
wêrekî bersiva generalan dan û yekser biryara hilbijartinê girtin.
Hilbijartin, çekeka demokrasiyê ye. Bi vî helhewstê xwe spartin xelkê,
hewariya xwe gihandin xelkê sivîl û demokrasiyê.
Li vê derê pêwist e du tespîtên girîng werin nivisîn. Di dîroka
Tirkiyeyê de heta nuha desthilatên siyasî (Hukumetên sivîl) nekariye
bersiva tehdîtên generalan bidin. Ordiyê çi gotiye û wê tiþtî kiriye.
Siyasetvanan nekariye ji generalan hesabê bipirsin. Hukumeta Erdogan bi
kêmasî bersiva e-muxtiraya generalan da. Noqteya duyemîn, Erdogan û
hevalên xwe derfetên konjonktura navnetewî gelek baþ bi kar anîn. Bi
biryardana hilbijartinê, destdirêjiya generalan ser rejîmê birin dan pêþ
miletî. Ev tiþt, karanîna demokrasiyê û xwe sipartina hêza civaka sivîl
e. Yanî AKPê li dijî tehdîtên oligarþiya leþkerî-kemalist trenda siyasî
ya globalîzmê bi kar anî. Generalan bi hêza demokrasiyê û civaka sivîl
re rûbirû kir. Ev kar, serwextê konjonktura siyasî bûn e û serkevtineke
mezin bû beramberê generalan û hevalbendên wan. Yek ji meyildarên
generalan Hakan Bayrakçi - berpirsiyarê þîrketa lêkolînê, SONARê- piþtî
hilbijartinê di programekî Haberturk TVê de vê rastiyê teslîm kir. Got:
“Þaþî kirin. Yan bila nîva þevê wê nivîsê (e-muxtirayê) di malpera xwe
de belav nekiribûya, madem belav kirin, diviyabû heta dawî li piþt
rawestiyan. Hukumet bersivê da, bêdeng man. Ê wisa ye, dê encam jî ev
be.” Yanî madem tehdît kirin, bila wekî caran dest bidaya ser hukumetê.
Nekirin, encam ev bû. Di gotinên Hakan Bayrakçi de tiþta me li jor
îþaret kir, diyar dibin. Ordiyê heta nuha gotiye û kiriye, lê vê carê
nikaribû li dû gotinên xwe raweste, jiber vê yekê îtîbara wê hinekî
þikiya.
Ev helwest girîng e û li Tirkiyeyê tiþtekî nû ye. Heta nuha kêm caran
hatiye dîtin ku ordiyê bi ya xwe nekiribe. Vê carê -wekî hilbijartina
ANAPa Turgut Ozal, nikaribû bi ya xwe bike. Hê jî berxwe dide.
Serokerkan dibêje: “Em li dû gotinên xwe ne.” Helbet mirov nikare vê
beyanê paþgo bike. Bi van gotinan dixwazin rûmeta xwe biparêzin. Lê bi
baweriya me ew hêza generalan ya berê hinekî têkçû. Lê hê “xwediyê
gotinê” ne! Ev jî divê neyê jibîrkirin. Pêwist e hê zêdetir “pel û baskê
wan” werê qutkirin. Ka em binêrin, dê çi bikin, dikarin çi bikin, em dê
di van rojan de bi hevre bibînin. Bi raya me, oligarþiya
militarist-kemalist darbeyek baþ xwar. Maye ku ev hemle ber bi
demokrasiyê berferehtir werê kirin. Gelo ev hêz û xîret bi AKPê re heye?
Ev jî mijareke din e ku li ser werê rawestin.
Tirkiye, gavekî ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve pêþ ket
Ev hilbijartin ji sedemên tên zanîn ji aliyê siyasî ve di nabeyna
statûkoparêzî û hewldanên guherînê de derbas bû. Serkêþiya
statûkoparêzan ordiyê dikir. Bi vî rengê xwe, pirs bû þerê nabeyna hêzên
militarist, kemalist û tirkçî û hêzên demokrat, liberal û sivîl. Xelkê
biryara xwe bi aþkere û bi piranî li dijî statûkoparêzan da. Li
Tirkiyeyê hêzên sivîl, siyaseta sivîl hinekî xurttir bû., bêhn ket ber
hêzên sivîl. Helbet eger AKP ji tehdît û leyistikên tefaqa leþkeran,
kemalistan û Tirkçiyan netirse û bere bi paþ de gavan navêje. Ji ber ku
îro hêza esas ku serkêþiya cibecîh kirina demokrasiyê û xurtkirina
civaka sivîl dike, AKP ye. Mixabin hêzekî din demokrat û lîberal
rasteqîn li holê tune. Piþtgirê esasî yê AKPê, faktorên derveyî ne. Bi
taybetî Yekitiya Ewrûpa û Dewletên Yekgirtî yên Amerîka ye. Çiqasî di
demeke nêzîk de AKP berê Tirkiyeyê bide Yekitiya Ewrûpayê û bi YE re
integrasyona siyasî, huqûqî û îdarî pêþde bide, di çarçoveya peymanên bi
Yekitiya Ewrûpayê re li Tirkiyeyê reforman pêk bîne, hingê dê ew qasî
zûtir muqawemeta statûkoparezan biþike. Em dikarin bêjin ku bi encamên
hilbijartinê Tirkiye gavekî ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve pêþ ket. Tefaqa
liberal-demokrat û guherînxwazan ku li dora AKPê pêkhatiye hewce ye ji
vê konjonkturê baþ îstîfade bike.
Bêguman helwestên AKPê û Hukumeta ku dayne, di pirsa Iraqê û baþurê
Kurdistanê de û beramberê doza Kurd li bakur girîng e. Militarist,
Kemalist û Tirkçiyên ultra-nasyonalist dê hewl bidin, di vê mijarê de
zorê bidin AKPê û Hukumetê. Yanî piþtkuliya AKPe bêhtir di pirsa Kurd de
ye. Eger Erdogan û hevalên xwe helwestên wêrekî negirin, kemalist û
ultra-nasyonalist dê hertim bi vê mijarê êrîþê prosesa demokrasiyê
bikin. Hewce ye bê zanîn ku „eyarê“ demokrat û liberal bûnê di mijara
doza Kurd de dê xûya bike. Hêzên welatparêzên Kurd hewce ye vê fetrê li
dijî statûkoparêzan piþta AKPê bikin. Lê xweseriya tevgera Kurd jî divê
hertim were parastin. Kurd ve tevgera Kurdistanê bixwe bi hêz nebe, kes
goh nade Kurdan û doza Kurd. Ev jî divê bê zanîn. Ev rastî bila gohar be
û hertim di gohê me de be.
Hêzên Kurd yên Welatparêz divê þerê hevdu nekin
Encameke din girîng vê hilbijartinê, ketina 21 DTPyîyan ji bo Meclisa
Tirkan e.Ev bûyer nîv erênî ye û nîv metirsî (tehlûke) ye.
Berê, em bi aliyê erênî dest pê bikin. Misyon û niyeta van kesan çi dibe
bila bibe, ev kes ser navê Kurdbûnê hatin hilbijartin. Xelkê Kurd bi vî
niyetê dengê xwe da van mirovan û wan rêkir Enqereyê. Xelk ji wan hêvî
dike ku li Enqerê bahsa doza Kurd bikin. Li dinyayê jî hilbijartina van
kesan wek hilbijartina Kurdan hat bihîstin.
Li vê derê ferq û cudahiyek mezin di nabeyna DTPyiyan û AKPyîyên esil
Kurd de heye. Divê em iþaretê vê yekê jî bikin. Divê em bûyerên siyasî û
civakî objektif analiz bikin û bi nav bikin. Di têgihîþtina xelkê Kurd û
raya giþtî ya navnetewî de DTPyî „nûnerê Kurdan“ in, Kurdên AKPyî
parçeyek ji sîstema Tirk in. Rexneyên me û tirsên me ji DTPyîyan çiqasî
zêde dibe bila bibe, vê cudahiyê divê em bibînin. Milyonekî zêdetir
Kurdan dengê xwe nedan DTPyîyan ji ber ku ew dijûnê Peymana Sewrê dikin,
pesnê Kemalizmê didin û hin ji wan bi devê dewleta Tirk dijayetiya
destkevtiyên miletê Kurd li baþurê welatê me dikin. Na, xelkê Kurd qet
goh nedayê, bê ser navê Aysel Tuglukê çi hatiye nivîsin. Xelkê ji hin
deran, ji heval û hogirên keç û kurên xwe þehîd, agahdariyan wergirtin
ku partiya wan û namzetên wan ev in. Wan nuha baweriya xwe bi van
gotinan anîn û ji wan re krediyê dan. Wek me got li cem qismekî xelkê me
DTPyî Kurd in û li cihanê jî wek “nûnerên Kurdan“ tên dîtin. Ev ferq
girîng e.
Wekî me li jor bi aþkere nivisîye, em serkevtina AKPê ji bo Tirkiyeyê û
herêmê bûyereke bixêr dinirxînin. Û bê guman gelek kesên esil Kurd di
nav AKPê de jî hene ku mirovên qenc in. Lê ew ne li ser navê Kurdan
hatin hilbijartin û doza wan jî ne doza Kurdan e. Sedî sed gelek
AKPyîyên esil Kurd, dixwazin ku halê Kurdan ya aborî, civakî û di hêlên
din de xweþ bibe. Lê warê siyasî de ti daxwazekî wan tune. Navên naskirî
di beyanên xwe de dibêjin: „ev serkevtin careka din vegera Kurdan bo
dewletê ye. Me berê Kurdan cardin da Enqereyê”. Ev hizre tehlûkeyek
mezin e. Çima em berê Kurdan bidin Enqerê, em berê Kurdan bidin gund û
bajarên wan. Em divê berê Kurdan bidin Amedê. Em divê çav û gohê Kurdan
bidin ber bi qewimînên li Hewlêrê, Kerkûkê, Mahabadê, Qamiþloyê û
Efrînê. Lê eger Enqere dev ji siyaseta dijminahiya Kurdbûnê berde, em
dixwazin berê me li Enqerê û Brukselê be û dost û birayên Enqerê jî bin.
Di demekî ku Enqere bixwaze li rûyê dinê li tunekirina Kurdan û
Kurdistanê bigere, xerabî û gunehbariyeke herî mezin e ku mirov berê
miletê xwe bide ber bi dijminê miletê xwe. Ev mesele wekî numûneya pezî
û qesabî ye.
Heta Enqere siyaseta xwe ya înkar û tunekirina gelê Kurd neguhere, kî
bixwaze Enqerê û kemalizmê bi Kurdan þîrîn bike, rola berê pezî bi qesab
ve danê dilîze. Bila ev bi aþkere were zanîn û em wesa bi çavên qenc li
beyanên esil Kurdên AKPyî jî nenêrin. Nehêlin ku Dewleta Tirk AKPê bike
pire û siyaseta xwe ya dijminane li welatê me cîbecîh bike. Dijî
kemalizmê û militarizmê, roja îro ji AKPê re erê, lê ji siyaseta dij
Kurdan û Kurdistanê re jî na û nayeke gelek bi hêz û aþkere.
Pirsa DTPê de ew nîva ne bixêr jî di vê mijarê de ye. Em ferqa ku di
nabeyna AKPê û DTPê de heye, dibînin. Lê tirsa me ji hin siyasetên DTPê
jî heye. Ji bo vê yekê me hilbijartina DTPyîyan ji bo tevgera Kurdistanê
nîv erênî û nîv metirsî bi nav kir.
Ev nîv metirsiya ku em dibêjin çi ye, ji kû tê?
Metirsî hin nêrînên xeter in ku dixwazin wek siyaseta DTPê bimeþînin.
Qesta me, ew nêrînên ku berî hilbijartinê di bin navê Aysel Tuglukê de
di rojnameya Radîkalê de (26.05.2007) hatin weþandin, in. Bi raya me ew
nivîsar, „Deklerasyoneka siyasî û ramanî ya komekekî taybet“ e ku di nav
Tevgera welatparêz ya bakurê Kurdistanê de li goreyê Konsepta Imraliyê
þekil girtiye û xebata xwe dike. Misyon û karê vê grûbê di bin navê
„demokratîk cumhuriyet û internasyonlizmê“ de tevgera Kurd ji bîr û
hizrên neteweperwerî, welatperwerî û daxwaza mafê çarenusiyê dûrxistin
e. Siyaseta ku dane ber vê komikê, tirkiyeyîtî û danhezkirina kemalizmê
bi Kurdan e. Bi kin û kurt, misyona van kesan jî, integrasyona Kurdan bi
sîstema kemalist re ye. Tevgera Kurd hewce ye li vê yekê þiyar be.
Em çi bikin?
Berî her tiþtî nabe nuha, yekser piþtî hilbijartinê em þerê hevdu bikin.
Qismekî ji xelkê me îradeya xwe wisa diyar kir. Em xelkên din jî, me
nekarî riyeke rast din pêþî vî xelkî bikin. Ka ji kerema xwe hinekî jî
em li halê xwe binêrin û xwe jî rexne bikin. Bi raya me, xelkê ji
aliyekî ve, ji bêdilaviyê dengê xwe da van mirovan. Eger li Amedê hinekî
din hebûya belkî xelkê dengê xwe bidiya wan. Li Merdînê birêz Kamuran
Yildirim derket, got ez dixwazim nûneriya we bikim û ferq û cudahiyên
min jî ev in, qismek ji xelkê me dengê xwe dan wî. Birêz Kamiran
Yildirim nêzîkî heft hezar dengan bi dest anî. Ev hêzêkî mezin e. Esat
Canan jî li dijî CHPê derket û çu li Hekariya bû namzet. Wî jî gelek
dengan bi dest anî. Ev herdu mirov jî gelek zor li wan hat kirin. Li gor
agahdariyan, ev kes ji aliyê DTPî û piþtgirên wan ve bi tohmeta
parçekirina dengên gel hatin periçiqandin û li herêmê leþkeran jî
nedixwest ev herdu werin hilbijartin. Yanî ev herdu namzet bi aþkere bûn
hedefa herdu „desthilatan“ li herêmê.
Encam li holê ne. 21 DTPyî, wisa bin ne wisa bin, ser navê Kurdan çûn
Enqerê. Tevgera Kurd divê hinekî wext bide van kesan, ka dê çi bikin? Lê
hewce ye yekser jî çavdêrî dest pê bike. Eger em bikarin, nîva erênî
xurt bikin û metirsiyan kêmtir bikin, baþ e. Lê eger em bibînin ku aliyê
metirsî her diçe zêde dibe, hewce ye tevgera Kurd neqenciyên wan li nav
gel belav bike,wan rexne bike. Lê divê em li riya diyaloga çêker jî
bigerin. Tevgera Kurd hewce ye vê yekê jî hîn bibe. Em divê AKPyiyên
esil Kurd re jî diyalogê daynin û DTPyîyan re jî.
Lê ji nuha ve tevgera Kurd bila berê xwe bide hilbijartinên herêmî. Ji
bo Kurdan helbijartinên herêmî ji hilbijartinên Meclisa Enqerê sed qatî
zêdetir girîng e. Tevgera welatparêza Kurd hewce ye lê þiyar be ku ew
operasyona ku di hilbijartinên herêmî yên 1994an de bi riya Refah
Partiyê hat cîbecîh kirin, di hilbijartina pêþ de bi destê AKPê neyê li
darxsitin. Armanca deweleta Tirk ew e ku li Kurdistanê ji Belediyan
Kurdan biqewitînin. Vê yekê tenê dikarin bi riya AKPê bikin. Bêguman
eger AKP û kemalist li bin gohê hevdu nekevin û rewþeke nuh peyda nebe.
Li dawiyê banga me ev e:
- Çavdêriyeke çeker li ser DTPê.
- Xurtkirina tevgera welatparêz ya bi bîr û hizra Kurdistanî, bi
perspektîfa welat, milet û Dewlet, bi daxwaza mafê xwe bi xwe
îdarekirinê û destxistina mafên çandî û siyasî.
- Hunandin û xurtkirina diyalogê di nav hêzên welatparêz de.
- Cibecîhkirina erkên netewî beramberê destkevtiyên li baþurê welatê me.
Þiyarbûn û çalakî dijî siyaseta dijminane ya leþker û kemalistan.
- Diyarkirina armanca hilbijartina herêmî ya pêþ û afirandina siyaseteke
netewî ji bô vê mijarê. Bi taybetî ji bo vê mijarê nabe ku li benda
helwesta DTPê werê rawestin. Hewce ye hêzên din siyaseteke netewî hevbeþ
tespît bikin û bi DTPê re jî bidin û bistînin û eger bikarin hevkariyê
bikin. Ji ber ku dê ev hilbijartin di nabeyna AKPê (nûnerê dewleta
Tirk-Enqerê) û Kurdan de derbas bibe..
Çavkanîyên Giþtî
HAWAR DENGÛBAS
Biçe Jora Rûpelê Hemû
naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin


|