|
Kemalizma
“kurdîlîhîcazkar” tehlûka herî mezin e!
BAYRAM AYAZ
Weþandin: 01 Nîsan,2008


Van çend mehên dawî li
ser doza Kurd û Kurdistanê careka din gelekî dek û dolav hatin gerandin. Ev
mij û dûman hê jî belav nebûye, leyistikên dijminan berdewam in.
Vê carê aktorê sereke Dewleta Tirk e. Di nav dewletê de jî hêzekî taybet,
hêza tirkçî kemalist-militarist e. Yê ku dixwest ava serê Kurdan bikelîne,
bi taybetî gora prosesa dewletbûnê li baþurê welatê me bikole hêza
“ulusalcî”, yanî di bin serokatiya generalan de klîka kemalist-militarist e.
Eger ji destê vê hêzê bihata, firsendeke biçûk bi destê wan biketa, ne dûr
bû vê klîkê tofanekî bi ser xelkê Kurd re jî û Tirkan re jî bianiya. Nuha û
di demên pêþ de jî, eger ev hêz firsend bi dest bixe, dê bixwaze hertim
derbê li Kurdan bide. BI TAYBETÎ EW DÊ LÊ BIGERE KU PROSESA DEWLETBÛNA
KURDAN TÊK BIDE! Generalên Tirkan dizanin çi dikin û dê çi bikin!
Em divê berê her tiþtî, carekî vê metirsiyê bi çend rêzan li derekî
binivisînin, li rûpeleka dîrokê qeyd bikin. Xelk divê hinek tiþtan ji bîr
neke. Civakên hafiza wan ne saxlem, dikarin hertim tûþî qeda û belayên mezin
bin. Dost û dijmin divê qenc ji hevdu were cuda kirin. Dijminên li
tunekirina te bigere, hewce ye tu wî baþ binasî. Ev jî bi têrê nake! Hewce
ye mirov þîrîkên wan yên ji nav Kurdan jî baþ binase. Bi serpêhatiyan sabît
e. Dijminê dara azadiyê, kurmê ji wê darê bi xwe ye!
Kemalizma “kurdîlîhîcazkar”, ya ku van çend salên dawî xistin nav laþ û
mejiyê tevgera welatparêz ya bakurê Kurdistanê xetera herî mezin e. Kurmê
darê ye! Bawer bikin, ev peyayên klîka kemalist-militarist di nav tevgera
bakurê Kurdistanê de ji “korucuyan” (cerdewanan) hezar qatî zêdetir bi
xetertir in. Cerdewanî nexweþiya cûzamê ye, yanî gero bûn e, birîneke
bêhnpêketî ye, lê êþekî bi derman e. Lê belê, Kemalizma “kurdîlîhîcazkar”
kansereka bê þîfa ye, vîrûseka wisa ye dikeve mejî, dikûje, zirarê dide xwe
û dora xwe! Tevgera Kurdistanê hewce ye xwe ji ber vê mîkropê biparêze. Ev
mîkrop, bîr û hizra kurdewariyê û Kurdistanîtiyê pûç dike, dikuje.
Em dirêj nekin, bi kin û kurt bêjin. Kemalizm, Baasizm û hizra þîatîya
Farisî ji bo doza Kurd û Kurdistanê wekî ava kezabê ye. Ava kezabê tu berî
ser çi bidî, diþewitîne, dihelîne, pûç dike, tune dike. Kurd bûn û
Kemalistî, Baasîtî, Humeynîcîtî li hevdu nayê. Ya tu Kurd î, Kurdistanî yî,
yan yek ji van jahra! Baasîtî îdeologî û siyaseta pan-arabismê ye,
Humeynîcîtî hizra nasyonal-olî (mezhebî) ya Farisan e û Kemalizm îdeologî û
siyaseta turkçîtiyê ye, ya pan-turkizmê ye.
Tevgera „ulusalciyan“ ku îro klîka kemalist-militarist vî navî li xwe
kiriye, neo-kemalizm e, pan-turkizma qirna 21an e. Ev hizr û tevger, jiber
ku dixwaze bi motifên nasyonalizmeka rasîst-þovenist dijminahiya xeynê xwe
bike, bi hêza militarizmê xurt bibe, dewletê kontrol bike, heman demî
karakterên xwe tevgereka faþist jî heye. Yanî ev tevgera “ulusalcî” li
Tirkiyeyê, tevgerek tirkçî ye (nîjadperest û þovenist e). Tevgerek
militarist e. Doza wê dewlet û desthilat e (tehamula AKPê jî nake!). Ilhakçî
û hêrîþkar in. Çavê “ulusalci”yan her li der dora wan e, yanî hewesên wan
dagîrkerî (îlhakçîtî) heye (wek nimûne binêrin siyaseta wan ya Qibrisê û 12
giravên behra Ege, mijara Musul-Kerkûkê, Nahçivanê û dijminahiya wan ya dijî
Ermenistanê).
Helbet mirov dikare van xususiyetên navkirî bi dûr û dirêj analiz bike, bi
mînak û numûneyan li ber çav raxe. Lê bi rastî ji bo nav lê kirina vê
tevgerê zêde lêkolîn û analiz ne pêwist e.
Tevgera kemalistên ulusalci li Tirkiyeyê, siyaset û tevgerek
ultra-nasyonalist, militarist û faþist e. Þerê vî desthilatê bi hêzên Tirkan
re jî heye. Armanca wan yekem AKP ye, hêz û dorberên liberal-demokrat in.
Hêza Ulusalcî bi Tirkçiyên turancî re (bi MHP, BBP, Yeniçag û yên din re) jî
bi temamî ne lehev in. Lê armanca wan sereke Kurd in û eger mabin çengekî
demokratên Tirk in (yên wekî 2. cumhuriyetçîyan, hin komikên ser bi Yekitiya
Ewrûpayê yên dilsoz û yên din).
Kemalizma „Kurdîlîhîcazkar û planên klîka kemalist-militarist ser Kurdan
Dewleta Tirk ji dawiya salên heþtêyî pê de ket nav lêgerînekî. Piþtî
rûxandina Diwêrê Berlinê lêgerîna siyaset û stratejiyên nû dest pê kir. Di
mijara Kurdan de jî hewldan çêbûn. Piþtî hin gavên Turgut Ozal û mirin (an
kuþtina) wî, insiyatifa herî girîng di sala 1995 an de bi Civînên Erzincanê
destpê kir. Wê demê waliyê Erzincanê Recep Yazicioglu bû. Ev kes piþtre di
qezayeka trafîkê esrarengîz de mir! Ew civîn li gor belgenameyên ber destê
min di rojên 18,19, 20 /11/1995 an çêbûye. Gelek kesayetên navdar di wê
civînê de amade bûne. Mijarên girîng û balkêþ di bin navê „Beyin firtinasi“
(brain-storming) de hatine muneqeþe kirin. Di van civînan de dewlet li rêyên
xapînokî geriye. Dewletê xwestiye projeyekî amade bike, di çarçoveya
Kemalizmê de „helekî“ ji pirsa Kurd re bibîne. Yanî Kemalizma
„kurdîlîhicazkar“ biafirîne. Heta Konsepta Imraliyê ev tiþt pêk nehat.
Zanyarên Tirk bixwe digot, „Bi milliyetçitiya kemalist ji pirsa Kurd re ti
çareserî nayê dîtin.“!
Wê demê Serokkomar Suleyman Demirel, Serokwezîr Tansu Çîller û Serokerkan jî
Org. Dogan Gures bû. Keyfa generalan li cîh bû, gotineka wan nedibû du!
Hevalên Turgut Ozal ji nav refên ordiyê û kademeyên bilind yê burokrasiyê
hatibûn tesfîye kirin. Vê klîkê ew nermayiya ku demê Turgut Ozal destpê
kiribû, bi tevayî ji holê rakir û siyaseteke hiþk beramberê Kurdan meþand.
Destpêkê di meha adara 1994an de DEPê ji Meclisê avêtin der. Û pêre
operasyonên leþkerî dijwar meþandin.
Li baþur jî siyaseta berîhevdana Kurdan dihat meþandin. Iran, Suriye û
Tirkiyeyê vî karî bi cureyekî ku hevdu temam bikin, bi rêve dibir. Suriye û
Îranê û rejîma Saddam – wê demê Musul û Kerkûk di destê Bexdê de bû!-, van
her sê dewletan alîkariya PKKê dikir ku PKK li ser sînûr (li ser xeta
Qendîl-Xakurk-Xaftanî-Sinatê heta Çiyayê Bêxêr) kordonekî ava bike û van
deveran bixe bin kontrola xwe. Eger were bîra xwendevanan, PKKê wan salan
dixwest li dijî Hukumeta Hewlêrê, Hukûmeta Botan-Bahdînanê îlan bike. Heta
dihat gotin: dê Hukumeta Surgunê –Serokê wê birêz Yaþar Kaya- navenda xwe ji
Brukselê bîne hêla Bahdînan.
Wan salan Kurdan þerê hevdu dikir. Dewletên dorber ji vê yekê gelek dilxweþ
bûn û her yekê di ber xwe de þêrê birakujîyê gurr dikir. Tirkiye jî ji þerê
nabeyna Kurdan gelek memnûn bû. Lê Tirkiye ji Plana avakirina Kordonê ya
PKKê (di eslê xwe de plana Iran û Suriyeyê bû) tirsiya. Operasyona leþkerî
ya adara 1995an ji ber vê yekê çêbû. Tirkiyeyê bi teþwîka Amerîkiyan bi PDKê
re hevkarî kir. Wê demê tehlûkeyeke pirr pirr mezin li ser PDKê peyda bûbû.
YNKê ji baþûr û rojhilat ve þerê PDKê dikir û li bakur jî xetera avakirina
Kordona PKKê peyda bûbû. PKKê di tebaxa 1995an de jî di þevekî de hêrîþê 25
baregehên PDKê kir û wê hêrîþa xwe wek „15ê Tebaxa duyemîn“ bi nav kiribû!
Ji xwe wê demê armanca sereke ya Iran-Surî û PKKê û hin Kurdên din
lawazkirina PDKê û xeta Barzanî bû.
Li vê derê divê em bi taybetî rola Yalçin Kuçuk û misyonerên wekî wî qenc bi
bîra xwe bînin. Wan salan xizmê Yalçin Kuçuk xebatkarê xariciyê (eger ez
ne þaþ bim navê wî Cem Dunatepe bû) li sefareta Tirkan li Þamê kar
dikir. Ev kes pisporekî navdar yê xariciya Tirkan ya derbarê mijara Kurdan
bû. Wan deman Yalçin Kuçuk jî hertim diçû Libnanê û Suriyeyê ber „birayê xwe
Ocalan“. Herhal wan deman ji E. Ocalan re çîrokan nedigot! Carna li wan
deran tiþtên magazîn jî dikir. Carekî ew û Bilgesu Erenus û hinekî din çûbû
û di saha Akademiya Mahsûm Korkmaz de bi hevra tiyatro çêkiribû! Ev di
rojnameyên Tirkan de jî hatibû nivisîn. Lê misyona Yalçin Kuçuk tiþtekî din
bû? Derdê wî leyistina bi mejiyê PKKê re bû. Mijara wî “Ortadogu devrimci
çemberinde PKK rolu“ (Li Rojhilata navîn di çembera þoreþger de rola PKKê)
bû, misyona Yalçin Kuçuk ev bû. Çawa PKKê ji bîr û hizr û nirxên Kurdewar
dûr bixe û çawa PKKê berde PDKê, YNKê; yanî bixe pêsîra baþurê Kurdistanê û
çawa xwîna Kurdan bi destê Kurdan bide rijandin û prosesa Dewleta Federe li
baþurê welatê me têk bide, karê wî ev bû! Ev gotin ne yên min in. Wî bi xwe
gelek caran “bin navê discoursa min de” rola xwe wisa bi aþkere diyar
kiriye. Îro jî eynî tiþtî dike. Dibêje: “divê ‘Paþa hazretlerî’ alîkariya E.
Ocalan û hevalên wî bikin, wan li dijî baþur xurt bikin.” Ev jî gotinên wî
ne. Di programa xwe ya dawî de (bi Idris Akyüz re, KalemlerveKiliçlar,
25.11.2007, SKYTURK TV) got, “ordî nuha doktrîna xwe diguhere” û ew jî
vê doktrînê diparêze. Em nêrînên Yalçin Kuçuk baþ dizanin. Ew doktrîna ev
kes qîma xwe pê bîne, ne ji xêra Kurdan e!
Çi ye doktrîna nû ya generalan? Di eslê xwe de doktrîneke nû tuneye, li ya
kevin vegerîyane. General Yaþar Buyukanit û Ilker Basbug doktrîna 1995an
xistine dewrê.
Vê doktrînê em dikarin bi van deqan pêþkêþ bikin:
* Tevgera Kurd ji platformên yasayî û rewa (meþrû) dûrxistin, -Hêrîþên ser
DTPê-
* Terorizekirina siyasetê û civakê heta ji destê wan bê, -Operasyonên
leþkerî, hêrîþên polisan-
* Xurtkirina xeta E. Ocalan (xeta Imraliyê) di nav PKKê de û di nav hemû
Kurdan de, - Kampanya „êdî bes e“, encamên Kongreya DTPê, gurr kirina þerê
çekdarî-
* Tevgera Kurd li dijî Amerîkayê û Yekitiya Ewrûpa tûjkirin bi armanca
tevgera Kurd ji cihana demokrat îzole kirin,-Duriþmên xwepêniþandanên dawî û
ragihandinên dijê Amerîkayê-
* Krîmînalizekirina tevgera Kurd bi pirsên wek kaçaxçîtiya heþîþ û tiþtên
din,-Van demên dawî du nûçeyên wisa di medya Tirkî de hatin ragihandin, dê
operasyon û nûçeyên bi vî rengî zêdetir bibin-
* Gurr kirina dijminahiya nav Kurdan bi destê PKKyîyên Imralicî,
* Gurr kirina dijminahiyê di nav bakur û baþurê Kurdistanê de. –Ji nîþka ve
guherîna zimanê medya pkkyîyan dijî baþurê welat-
Siyaset û stratejiya klîka kemalist-militarist, bi gotinên din dek û dolavên
wan dijî tevgera Kurd ev e. Tirkçiyên turancî amade ne xizmeta vê planê
bikin. Ji xwe MHPê siyaseta xwe ser dijminahiya Kurdan û PKKê daniye. AKP
jî, bi þertê ku general wan rehet bihêlin, ew jî amade ne, wek Hukumet
alîkarê cîbecîh kirina vê planê bin. Her hêzêkî ji aliyê xwe de ji bo
armancê xwe bi tevgera welatparêz û bi civaka Kurd dilîze.
Hesab û armancên dewleta Tirk û partiyên Tirkan aþkere ye. Ev dewlet dev ji
siyaseta xwe ya înkar û tunekirina (tirkkirina) Kurdan bernade. Eger ji
sedemên konjonkturî ziman û metodên xwe carna bigohurîne jî, niyeta wan hê
jî xapandin e. Rayedarên Tirkan vê siyaseta xwe wek „kirbaç ve havuç
siyasetî“ (siyaseta qamçî û gizêrê) bi nav dikin. Ji piþta Kurdan çovê kêm
neke, lê carna jî loqmek nanê bide devê wan û wisa civaka Kurd di bin
kontrolê de bihêle. Siyaseta Tirkan ev e.
Heta li Tirkiyeyê klîka kemalist-militarist wekî nuha bi hêz û serdest be,
li Tirkiyeyê ne doza Kurdan çareser dibe, ne jî demokrasiyeke rasteqîn
cîbecîh dibe. Li Tirkiyeyê kilîtê çareseriyê demilitarizasyon
(demilitarization) û bêhêz kirina kemalizmê (deprive of kemalism) ye.
Di vê çarçoveyê de hewce ye tevgera welatparêza Kurd hemî der û þibakên xwe
li dijî bandora kemalizmê û militarizmê bigre. Li vê derê mijara Imraliyê di
tevgera bakur de mixabin noqteya herî hesas e. Wek di efsaneya Yewnanî de
derbas dibe, Imralî “paniya Aþil”ê Kurdan e. Kemalist û militarist ji wê
derê tîrên xwe berdidin dilê Kurdewariyê û bîr û hizra Kurdistanîtiyê. Em
divê li vê yekê þiyar bin, bi taybetî di vê demê de! Me di nivîseka xwe
piþtî hilbijartinan de pê îþaret dabû, ku divê em baþ goh li helwest û
emirnameyên Imrali bin. Ew emirname dikarin tevgera Kurd tevlihev bikin, ji
cîbecîh kirina planên klîka kemalist-militarist rê xweþ bikin!
Çima ev tehlûke?
E. Ocalan hêza PKKê ji bo parastina giyanê (egoya) xwe li hemberê herkesî
wek kartekî bi kar tîne. Berjewendiyên welat (Kurdistanê) û milet (Kurdan)
qet xema wî nîne. Ji roja hatiye girtin heta îro siyaseta ku daye ber
PKKyîyan, siyaseta pûç kirina armancên netewî yên xelkê Kurd in. Þandina
hêzên çekdar yên PKKê bo baþur jî parçayek ji planên xeter bû.
Konsepta Imraliyê dibêje, doza Kurdan doza dewletê û desthilatê nine û
Kemalizm baþ e! Mejiyê siyaseta Imraliyê ev e. Hûn ji xelkekî bindest re
bêjin, doza te ne doza destxistina desthilatê ye, yanî ne pêwiste tu li ser
axa welatê xwe xwe bi xwe îdare bikî, wê demê mesele xilas dibe. Baþ e, eger
ev xelk li welatê xwe nebe xwedî dewlet û desthilatê, yeka ku bi zimanê wî
xelkî îdareya wî bike, çima xwe bide kuþtin? Ji bo çi zarokê xwe biþîne serê
çiyan? Eger þerê me, þerê azadiya welat û milet nîne, em doza çi dikin? Te
çima 30 hezar insanan da kuþtin? Her Kurdekî bi xîret hewce ye vê pirsê ji
xwe bike û bersiva wê bide.
Siyaseta ku mafê dewletê û desthilatê li miletê xwe yê bindest qedexe bike,
doz û daxwaza dewlet û desthilatê kevneperestiyeka prîmîtîf binirxîne, gelo
mirov dikare vî tiþtî wek siyaseteka Kurd bi nav bike?
Ev mejiyê ku dewlet û desthilatê ji xelkê Kurd re haram dike, bi rehetî
dikare dijminahiya dewlet û desthilata li baþurê welatê me bike û dike jî.
Generalên Tirk û huqqebazên wekî Yalçin Kuçuk û bi sedan yên din dijminahiya
prosesa dewletbûnê li baþurê welatê me dikin. Mirov dikare vê qenc fehm
bike. Ew dibêjin eger Kurd bibin xwedî dewlet, dê „Kurdên me jî bidin ser
rêça wan û ev ji bo yekitiya axa dewleta Tirkiyeyê tehlûke ye.“ Rast
dibêjin. Eger li baþurê welatê me, dewleta me ji îro pêþtir bibe dewleteka
serbixwe, helbet dê rojekî ji rojan Kurdên Amedê jî bêjin ev çi halê me ye?
Çawa hebûna Dewleta Albaniya bandora xwe li ser Arnawidên li Kosova kir ew
zûtir þiyar bûn, helbet destkevtiyên li baþurê welatê me bandoreka mezin li
ser Kurdên hemî parçeyan dike û dê hê zêdetir jî bike.
Baþ e. em têdigihîn çima generalên kemalist aciz dibin! Lê çi bi te ketiye
ey „rêberê PKKê“ tu çima ji Imraliyê dijminahiya prosesa dewletbûnê li
baþurê welatê me dikî?
Pirsa duyemîn, me li jor nivîsîbû, kemalizm û Kurdbûn wekî av û agir e.
Kemalizm inkariya hebûna gelê Kurd e. Ey „rêberê PKKê“, te bi xwe di pirtûka
xwe ya bi navê „Sömürgeci Cumhuriyet Kirli ve Suçludur“ (Weþanên Serxwebûn:
78, Adar 1996) de sed carî nivîsiye, „kemalism dîktatorî ye, kemalizm faþizm
e, kemalizm imparatoriya yek kesî bûye, kemalizm kevneperestî ye“ û gelek
tiþtên din... Em rewþa te dizanin û ji te naxwazin tu van tiþta binvîsî, lê
qet nebe, pesnê kemalizmê nede, nenivîse, „kemalizm modernizm e, ez dixwazim
rola M. Kemal di vê serdemê de bi cîh bînim“ û tiþtên din... Kîjan gotinên
te rast in, yên deh sal berê an yên îro?
Divê mirov êdî navekî li vê rûdanê dayne. Çîrokên wek „Heval ev taktîk e,
maktîk e.“ pêwist e em bidin aliyekî. Jiber ku emirnameyên ji Imraliyê
dertên siyaseta PKKê diyar dike. Dema mesele ev be, hewce ye em helwestê xwe
zelal bikin. Mêrik ji wê derê dibêje, „Güney’dekî oluþum gericidir.“
(Destketiya li baþur kevneperest e), tu dinêrî medya PKKê jî dest pê dike,
vî jahrî belav dike. Ev jahr dibe parçeyek ji siyaseta PKKê. Mejiyê bi
sedan, bi hezaran Kurdperweran têkilhev dike. Ev wisa nabe! Tevgera Kurd
divê xetekî bikiþîne bin vê çîrokê. Divê mirov reda van gotinan bike. Bîr û
hizra ku mafê dewlet û desthilatê li xelkê Kurd haram bike, nêrînekî Kurdan
nîne. Siyaseteka ku ji Kurdan re pesnê Kemalizmê bide, nêrîneke Kurdan nîne!
Êdî bes e, Kurdên dilsoz û welatparêz yên nav û derdora PKKê hewce ye di vê
mijarê de serê xwe zelal bikin.
Ez dixwazim li vê derê mijara zindanîbûnê cuda bikim. PKKyî dixwazin ji bo
azadkirina E. Ocalan çalakiyan bikin, ew karê wan e, bila bikin. Lê divê êdî
her Kurdek xetekî zelal di nav xwe û van nêrînên dijî doza Kurd û Kurdistanê
de bikiþîne.
Astengî û aloziya herî mezin ev e. Ez Konsepta Imraliyê wek Kemalizma
Kurdîlîhîcazkar bi nav dikim. Dewletê bi salan e ji zanyarên Tirkan dixwest
ku siyasetekî biafirînin ku kemalizmê bi Kurdan bide hez kirin; dewletê,
kemalizmê û Kurdan li hev bîne, wan nikaribû, lê ev heft sal in “rêberê
PKKê” vê rolê hildaye ser milê xwe. Hewce ye ev rastî bi dengekî bilind werê
gotin û nivîsîn. Nexweþî û jana giran ya li tevgera Kurdistanê musalet bûye,
kemalizma kurdîlîhîcazkar e. Tehlûkeya mezin ev e. Hewce ye ev tehlûke were
tasfîye kirin. Ev nebe, ne PKKyîyên Qendîlê dikarin riya rast bibînin û ne
jî metirsiyên bi qanala PKKê ser baþurê welatê me çareser dibe. PKK dê ji bo
Tirkan her bimîne wek hincetekî û kengî li hesabê wan were, dê dest bavêjin
vî hincetî.
Nivîskar Hikmet Bîla, bi generalên teqawit re hevpeyvînan çêkir û ev xebata
wî wek pirtûkekî hat weþandin. Ser vê xebata wî bi H. Bila re hevpeyvînekî
hatibû çêkirin. Rojnamevan ji H. Bila dipirse: Hesasiyetên leþkeran çi ne?
Hikmet Bîla li gor giringîyê rêz dike:
1- Prosesa dewletbûna “bakurê Irakê” (yanî baþurê Kurdistanê, têbiniya me)
2- Pirsa Kerkûkê
3- Mijara Pkkê.
Eger em bi xwe nikarin bûyeran û siyaset û stratejiya kemalistan rast
têbigihîn, qet nebe em dersê ji gotinên dijminên xwe werbigrin. Derd û kûlê
kemalistan, her wisa tirs û xofa wan, dewleta Kurdistanê ye. Di vê pêvejoyê
de jî mijara Kerkûkê ye. Ev teþxeleyên van çend mehên dawî jî hemî ji bo
têkdana prosesa referandûma Kerkûkê hat li dar xistin.
Rastî ev e, vêca tiþtên ji vê û pê de, hincet in û teferûat in, teferuatên
bê wate ne.
Rêvebirên PKKê û hemî PKKyî divê van rastiyan bibînin.
Îro roj pîvana welatperwerî û neteweperweriya Kurdan, bi parastina prosesa
dewletbûnê ve girêdayî ye. Kî û bi çi hesaban dibe bila bibe, bi hizr an bi
pratîk, eger zerarê bide prosesa dewletbûnê li baþurê welatê me, Kurd divê
þik û gumanan ji welatperweriya wî kesî bikin. Ev divê ji me re bibe
reflekseke netewî!
Kerem bikin, gelî xûþk û birayên PKKyî, xwediyê gotinê û biryaran hûn in.
Dengê çekan bibirin,Gohê xwe bidin gotinên Serokê Kurdistanê, Hukumetê û
Serokwezîrê Kurdistanê,
Destê xwe ji DTPê vekiþînin, bihêlin bila siyaseta sivîl ya Kurdan bikeve
rêya xwe,
Reda Kemalizmê bikin,Siyaseteka netewî berfireh bimeþînin, bi xeynê xwe re
li diyalogê bigerin û rê li ber hevxebatê vekin.
Mijara xelkê PKKyî û DTPyî û li dûv ketina konsepta Imraliyê, bûye wekî
mesela Karwan û kurtanê pê ve. Karwan Kurdewar e, lê kurtanê Karwan pê ve
girêdayî kurtanê kemalizma kurdîlîhîcazkar e. Kurdewarî û kemalizm li hev
nayê. Ev karwan bi vî kurtanî ve girêdayî, nikare bi saxî û silametî bigîhe
menzîla xwe, bigîhe armancên xwe!
Mesele bi çiqasî zahmet dibe bila bibe, cardin jî em divê lê þiyar bin ku li
nav Kurdan carekî din þerê birakujî rû nede! Sebir û tehemûl û zanîn û
þiyarî dê bibe ilacê vê nesaxiyê.Em hemî di imtihaneke dijwar re derbas
dibin..
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|