|
|
Gelê Kurd di pêvajoyek gerî girîng re
derbas dibe. Nakokiyên navbera Amerîka û Îranê, helwesta Tirkiyê û Îranê a
li hember baþurê Kurdistanê, avakirina hikûmeta nû a Iraqê, pirsgirêka
Kerkûkê û gellek arîþeyên din, Rojhilata Navîn û pêve girêdayî Kurdistan
kiriye girêka pirsgirêkên aloz. Þirove û beyanên rayedarên Artêþa Tirk
eþkere dikin ku Tirk ne xwediyê niyetek þerîf in û bi mahneya PKK hesabê wan
ê herî mezin têkbirina destketinên li baþûrê Kurdistanê ye. Vê niyetê
venaþêrin û dibêjin “Kengî ku þert û mercan dest da emê têkevin baþûr”. Ji
aliyê din dewleta Îranê dikeve nav axa baþûrê Kurdistanê û baregehên PKK ên
li Qendîl û Hecî Umranê bombebaran dike bêyî ku hesabê Kurdên baþûr û
rayedarên dewleta Iraqê bike û welatekî dagîr dike. Helbet Îran vî karê
dagîrkirinê bi tena serê xwe nake. Lihevhatinên wan û Tirkiyê li ser yek
armancê dimeþin û ew jî têkbirina baþûr û Kurdên baþûr e.
Jiber pirsgirêkên dewlemendkirina Ûranyûmê, di navbera dewletên rojava-bi
taybet Amerîka û hevalbendên xwe- û Îranê de þerê sar destpêkiriye û dixuye
ku wê ev þerê sar encama xwe di þerekî germ de bibîne. Îran jî vêna baþ
dizane, lê ji helwesta xwe jî nayê xwarê û serê xwe natewîne. Tirksek ji a
Îranê jî eve ku Tirkiye, bi zixt û daxwaza Amerîkayê, ligel Amerîkayê þerê
Îranê bike û ev jî çavê Îranê ditirsîne. Jiber vê ye ku Îran li gor daxwazên
Tirkiyê gavan davêje, dikeve baþûrê Kurdistanê û bombebaranê dike. Herçiqasî
ev êrîþ û bombebaran jiber sedema habûna PKK tên kirin jî, lê plan û
projeyên Îranê çavtirsandina Kurdên baþûr û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Ew, bi van êrîþên xwe dixwazin ku Kurd doza tiþtên mezintir nekin, bi taybet
dest ji daxwazên li ser Kerkûkê berdin û di hikûmeta navendî de wezaretên
girîng bidestnexin. Jixwe encama van çavtirsandin û niyetên xerab xwe di
helwesta Þîîyan de derxist holê. Þîî çekdarên xwe li Kekûkê zêdetir dikin û
dixwazin berî sala 2007an, di Kerkûkê de bibin xwedî gotin da ku nifûsa
Kerkûkê serûbinê hev bibe û Kurd di Kerkûkê de nebin xwedî gotin, Kerkûk
nekeve nav sînorên Kurdistanê. Ev jî helbet daxwaza Tirkiyê û Îranê ye.
Ji aliyê din, Erebên Sunnî û Þîî, di helwesta Wezaretiya Derve de xwediyê
yek armancê ne û naxwazin Wezareta Derve di destê Kurda de bimîne. Bêguman
ev jî daxwaza Tirkiye û Îranê ye. Tirkiye û Îran bawerin ku, heger Wezareta
Derve ji destê Kurdan derkeve, ewê bêhtir karibin hesabên xweyên qirêj li
ser Kurdistanê û Iraqê li gor dilê xwe bimeþînin û derbeyên mezin li Kurdan
xin. Ewê bi vî awayî karibin di qada navnetewî de dengê Kurdan bibirin û
lihevhetinên ku ne di armanca Kurdan de ye îmze bikin. Bi vî awayî jî wê
Kurd zêde nikaribin gavên li gor dilê xwe bavêjin û di qada navnetewî de
siyasetê bikin û bilîzin.
Helbet Kurd jî ne Kurdên berê ne û di siyaset û polîtîkayê de pijiyane û van
plan û projeyên qirêj baþ dibînin. Helwestek rast û îradeyek netewî wê van
plan û projeyên Tirkiyê û Îranê pûç derxe û xwêsiya wan di qirika wan de
bihêle. Tiþtê ku dixuye jî eve ku Kurd vê helwest û îradeya netewî rast
datînin û ev helwest jî bandora xwe li ser avakirina hikûmetê û daxwazên
Kurda dike. Li gor van nûçeyên dawî ên li ser avakirina hikûmeta nû û
Wezareta Derve, lihev hatiye kirin ku Wezîrê Derve dîsa ji hevpeymaniya
Kurdistanî be. Herwisa Endamê parlamentoya Îraqê Beha El` Erecî ragihand ku
wezaretek nû a navxweyî bi navê “Wezareta Karûbarên Derve a Dewletê” hatiye
damezirandin û wê ev wezaret di destê Eniya Eltewafiq ya Îraqî de be. Di
bidestxistina Wezareta Derve de jî dixuye ku Kurd êdî berjewendiyên xweyên
netewî didin pêþ û pêþeroja Kurd û Kurdistanê li ser paraztina berjewendiyên
netewî ava dikin. Jixwe ji me Kurda re jî tiþtê herî pîroz û girîng ev
helweste, ango;berjewendiyên netewî ne.
Li hember helwesta Tirkiyê û Îranê rayedarên Kurd û Ereb nezarîbûna xwe
nîþan dan. Ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bigrin heta bi Serokwezîrê nû
ê Iraqê Cewad (Nûrî) El Malikî, herkesê ku xêrxwaziya xaka Iraqê dixwaze,
helwesta xwe li beramber dagîrkeriya Tirkiye û Îranî nîþan dan. Ev jî tê
wateya ku wê Iraqî (Kurd û Ereb) zû bi zû rê û destûrê nedin Tirkiyê ku bi
hêza xwe a leþkerî Kurdistanê û pêre xaka Iraqê dagîr bike. Helbet di vê
helwestgirtinê de rol û bandora Amerîkayê jî heye. Amerîka herçiqasî di dema
îro de li beramber Îranê muhtacî alîkarî û piþtgiriya Tirkiyê be jî, lê ewê
nexwaze îstîqrar û asayîþa li Kurdistanê bê xirakirin, berjewendiya
Amerîkayê ji dagîrkeriya Tirkiyê tuneye. Dibe ku jibo þopgerandina li dijî
PKK car carna çavê xwe ji Tirkiyê re bigre, lê di encamê de Amerîka Kurd ji
xwe re wek hevalbendên stratejîk qebûl kirine û di pêkanîna Projeya Mezin a
Rojhilata Navîn de rolek mezin daye Kurdan. Yek ji tirsa Tirkiyê jî eve ku
di pêkanîna vê projeyê de Kurd rolek sereke bilîzin û bingeha Kurdistana
mezin û yekgirtî bê avêtin.
Di encamê de heger em bêjin; Siyaset û polîtîkayên ku li ser Rojhilata Navîn
tên meþandin, li ser hesabê Kurdan bi rêve diçin. Hetta meriv kare bêje ku
pêþeroja Rojhilata Navîn li ser hebûn û tunebûna Kurdan tê avakirin.
Kurdistan di navenda Rojhilata navîn de cîh digre û her guhertinek erênî di
serxwebûn û zadiya wê de rola xwe dilîze. Jiber vê jî, paraztin û
xwedîlêderketina destketinên baþûrê Kurdistanê kar û erka her kesayet, sazî
û partiyên herçar parçeyên Kurdistanê ye. Divê Kurdên parçeyên din rojek
berî rojekê xwe bihûnin, bên ser hev û bi alîkariya brayên xweyên baþûr di
beþên din de bibin hêz û karibin di pêþerojê de rê li ber êrîþên dagîrkeran
bigrin.
Çavkanî
PDKBakur.com
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Biçe Jora Rûpelê
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

Pêywendîdar
Rûpel
» BINIVSÎNE
» BIÞÎNE
Reklam

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya
jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya
KURDISTANNETEW e
|