|
GOTAR
Li bakurê Kurdistanê
sîyaseteke kor dimeþe!.. Em rastî û realita li welatê xwe çiqas
dizanin?
M.ALÎ YILDIRIM

Hesasîyetên
siyasetvanên kurdên li Ewrupa û siyaseta welat û realîteya
Kurdistana-Bakur
Bi rastî, ev hesasîyetên me yên li Ewrupa û hesasîyeta bi me re, mixabin
min li welat ev hesasîyet, ne di nava sîyasetvanan de û ne di nava gel
de nedît.
Wexta merev pîþtî hewqas sal û wext cara ewil dere welat, merev wek
kesekî kor û lal e. Ya min jî piþtî 25 sala çaxa ez cara ewilî çûm
welat, ez wek kor û lalan bûm. Gelek tiþt ji min re wek xewnê
dihatin.Loma jî min di mesela sîyasî de gelek tiþt nikaribûn baþ analize
bikim, yan jî bikrana.
Lê min jî xwest ez heyfa xwe ya 25 salan hinekî bistînim. Ez di nava
salekê de, sê caran çûm welat û min xwest hêdî hêdî ez atmosfera siyasî
ya welat û rewþa gel henekî fehm bikim. Loma jî min gelek têkilî bi
kesên cûda cûda re danîn. Ez dikarim bêjim, ji siyatvanan bigre heta
þivan û gavanan, hevdîtinên min çêbûn. Ya din jî, þanse minî herî baþ ew
bû kû, di hilbijartinên tirkiyê de, yên di 22 tîrmehê de, ez li welat û
bi teybetî li merkeza siyaseta kurdistanê li Amedê bûm. Bi kurtayî merev
dikarê bêje wexta gumgum û kelkêla sîyasetê û propaganda partiyên siyasî
bûn. Loma jî, ev îmkan ji min re çêbûn ku ez bi hemû dilxwaz û
terafdarên partiyan yên Kurdan û yên Tirkan re biaxivim.
Berî ez itiraf bikim ku min dît em yên li Ewrupa ji realita welat pir
dûr in û di gelek noqtan de em xelet difikirin. Ez li ser xwe bêjim ku
ez tucarî ji siyasetê qut nebûme û heya îro jî ez di nava siyaseta germ
de me, lê nerînên li dervî welat û li nava welet, pir dûrî hev in. Ji
ber ku gelek sedem hene û realita welat pir hatiye guhertin. Ez dixwazim
ji we re nûmunakê bidim.
Mînak : Ez dixwazim ji we re bêjim ku cihkî wek Amed ala partîya
MHP li hemû kûçe û sikakên (Kolanan) Amedê li ba dibe. Dev ji ala MHPê
berdin, wexta hilbijatinê bi otomobilên mezin bi aperloyên bi deng
bilind gund bi gund digeriyan û propaganda MHP dikirin. De were þaþ û
mat nemine. Ev Amada ku di sala 1975 nehiþt Türkêþ tekeve Amedê, îroj jî
Amedê di wî halî de ye. Gelo em pêþde derin ya ji paþde derin ? Ez
dixwazim xwendevan bi xwe qerara xwe bidin. Ev nimûna min xwest tenê ku
ji bona siyasetvanên me yên dervî welat û realita welat hinekî fahm
bikin.Yan jî, ev informasyon ji wan re resimekî çêbike.
Em werin li ser sîyaseta li hindirê welat: Belkî li xweþiya me geleka
nere, lê mixabin li Kurdistana –Bakur mesela kurdî bi temamî bi PKK û bi
lingê wê yê legal DTP ve hatiye giredan.Wexta qala kurd û Kurdistanê
dibe, otomatik PKK û DTP tê holê. Ev realita Kurdistana –Bakur e . PKK û
nerinên Imraliyê çiqas dawa kurd û Kurdistanê tîne ziman û dawa kurd û
Kurdistanê dike, ez bawer im ne hewce ye ku em dîsa qal bikin. Ji ber ku
me bi caran qal kirîy û nerinên Imraliyê xizmeta kê dike em tev baþ pê
dizanin.
Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de hinekî qala muhalefeta dervî PKK û
Imraliyê bikim.
Minak : HAK-PAR, KADEP, DEMOKRATÊN ÞOREÞGER û TEVKURD bikim.
Her çiqas nav û nerînên wan ji sedî sed ne wek hev bin jî, lê merev
dikare bêje hema hema kadro eynî kes in. Hejmera wan di nava 300 heta
500 kesî ne. Her çend mehan, ya ji salê carekê du caran, di salonan de
tên ba hev civînan çêdikin û carnan platforman avadikin û carnan jî,
xeradikin. Li gorî xwe analizan dikin û çi di tûrikê wan de heye vala
dikin û derin malên xwe û gazinê xwe dikin.
“ Dibêjin em vî gelî fahm nakin, çima gel li pê me nayê. Em hewqas
tiþtên rast ji wan re dibêjin û sitratîyên rast li ber wan datînin, dîsa
jî, li pê me nayên. Ev gel nabe însan û baqil nabe. Çawa hê jî li pê
nerînên Imraliyê û PKK derin.
Ez dîsa dixwazim nimûneyekê bidim. Di nava gel de gotineke me pêþîyan
heye. Dibêje „yekî heft salan axatî li mala xwe kiriye, lê haya kesî jê
tune bûye. „ Hinekî rewþa wan rexistinên me û kadroyên me yên sîyasî jî,
wek ya mêrikê me yê xwe axa îlan kiriye. Wan jî bi xwe Partî û Rêxistin
çêkirine û haya gel ji wan tune. Wek komtanên bê esker, ya jî komutanên
askerê xwe di þer de winda kirine. Bi kurtayî haya wan ji gel tune û
haya gel jî ji wan tune ye. Bi xwe bi xwe dibêjin em sîyasetê dikin.
Sîyaset ne ew e ku tu tiþtên rast bêjî û bi parezî. Di sîyasetê de
mixabin evana tenê terê nakin. Hele hele li welatikî wek welatê me, ku
ji alî dujminê me ve bi zaneyî bi salan însanên me paþ de hiþtine.
Tiþtên rast û sîyaseta rast tenê têr nake ku gel li pê merev werin. Ne
ev imkan û ne ev zaneyî heye ku ev tiþtên rast û analize ku ronakbîrên
me dikin û dibînin.
Piraniya gelê me çi bi çavên xwe dibînin û çi bi guhê xwe dibihîzin
bawer dikin. Min jî di gera xwe ya vê neqlê de, li Kurdistanê ew dît.
Millet di nerînekî bi aktivîtên û çalekiyên xwe li meydananê, çî bi
zaneyî û çi bi nezanî didin wana dibînin. Haya gele Kurdistana-Bakur ji
tiþtên xweþ û analizên rast di salonan de tên nîqaþkirin tune ye. Heta
xeta mûxalefeta li dervî nerînên Imraliyê ev rastî realita gel û rewþa
welat nebînin, ne mûmkune elternatifikî nû û ne jî di nava gel de bibin
quwetekî ciddî.
Hilbijartinek li Tirkiyê û Kurdistana –Bakur çêbu. Ez dipirsim gelo wan
rêxistinên navên wan li jor nivîsandi ( Hak-Par, Kadep, Þoreþgerê
Demokrat û Tevkurd) di wê hilbijartinê de çi kirin ? Em dikarin bêjin ti
tiþt nekirin. “ Em heqê Hak-Parê nexwin belkî çend belavok derxistin û
di hinek malperên kurdî de belav kirin“ Wekî din em dikarin bêjin kesekî
ti tiþt nekir. Ev kar bi çend belavok û civînan naçe serî û tu nikarî li
Kurdistanê bibe xwedî quwetêk û elternatifik.
Mînak : HAK-PAR, KADEP, ÞOREÞGER DEMOKRATÊN , TEVKURD û hinek
Komel û dezgehên sivîl yên din. Dikaribûn bi hev re blokek derxistana.
Ji bona me kurdan armanca hilbijartina çend parlementan, yan jî çiqas
ray derxistin nîne. Armanca hilbijartinê û ji bona sedema wan
hilbijartinan merev dikare hinekî propaganda xwe bike û nerînên
waltparêzî ji rayên gîþtî yên kurdan re bike. Ev îmkanekî pir mezin bû.
Lê mixabin wan hêzan merev digot qey ne jî wî welati ne û bûne wek heyva
bin awir. Rojekê kesî wan di nava gel de nedît. Bi ya min ev kemayîkî
pir mezin ya wan rêxistinan bû.“Dikarin bêjin ev imkanê me yî em têkevin
hilbijartinan tune bû.“Bê imkan û bê fedekarî êdî sîyaset nabe. Gerek
êdî em veya baþ fahm bikin.
Sîyaset îroj li Kurdistanê li ser du beþa bi rê ve dere.
1)Tu xwedî imkan û aborîkî baþ bî.
2) Tu xwedî kîtlekî û kadroyên bi bawer û fedekar bî. Bê wana sîyaset,
li Kurdistana-Bakur de nameþê û bê wan serkeftin pir zor e.
Wexta merev li wan hezên me yên jor dinêre, mixabin ji herdu imkanan jî
bêpar in, ne bi hawê aborî û ne bi hawê fedekarî tiþtikî wan li ber
çavan tune. Bi hawê aborî pir zeyîf in û bi hawên fedekarî û bedela jî,
tiþtên ji wan tên xwestin nakin. Piraniya wan ya memur in û ji alî aborî
ve bi dewletê ve giredayî ne, ya jî piraniya wan bi ticaretê mijûl in û
naxwazin xwe û tîcareta xwe têxin rizikoyê. Li sîyasetê wek lobîyê
dinerin û çaxa wextên wan yên vala hebin, wê çaxê tên ba hev û tiþtên di
dilê wan derbas dibe û di tûrikê wan de heyê vala dikin û derin malên
xwe.. Li gorî baweriya min bi vî hawî sîyaset nabe û tu bi wî hawî
sîyaset bikî jî tu bi ser nakevî. Em dibêjin çima xelk li pê xeta
Imraliyê derin? Mêrikan dikarin her roj gel mobilize her derê bikin. Çi
kal, pîr, jin, mêr, ciwan, zarok.. her roj wan derdixin kolan û sikakan.
Belkî nizanin ji bona çi dertên wan kolan û sikakan û ji bona çi tên
kuþtin û girtin, lê bi hemû îmkanên xwe ji bawerî û fedekariyê xwe paþ
de nadin. Gel wan çalekiyan bi çavên xwe dibînin û loma jî pîþtgiriya
xeta Imraliyê dikin.
Yek din jî heye, çewa di nava dewleta Tirk de mesela rentê cihkî
taybetîya wê heye, aynê tiþt di nava PKK de jî heye. Iroj pir kes hene
xwe bi PKKê ve digrin, lê li pê rantekî mezin in. Hinek ji bona bibin
parlementer, hinek jî bibin serokê þarederîya bajar û qezakê û hinek jî,
ji alî pera û imkanan wan bi PKK ê re ne. Ji bona wan kesan li pê rentê
ne, tu heya sibê ji wan re bêje , Abdullah Öcalan “Komera Demokratik”
diparêze, Aysal û Sebehat xanim pesnê Atatürk û Zübeyde xenim didin, ne
xema wan kesa ye û ji xwe çok þûkûr li welat kesek wan tiþta napirêse
jî. Em xwe li Ewrupa aciz û perîþan dikin û dikin ax û off, lê bawer
bikin li welat haya kesikî ji wan tiþtan tuneye. Ez bawer im em li
Ewrupa bi hawakî þaþ li hindirê welat dinerin. Ev hesasiyetên me li
dervî welat, mixabin li hindirê welat ev hesasîyet tune ye.
Loma jî, ez hêvîdar im em nerînên xwe yên sîyasî careke din li ser
Kurdistana-Bakur li ber çavan derbaskin. Bi rastî ev nerînên min bê
teraf û nutral in. Min dixwest piþtî hilbijartinan vê nivîsê binivîsim,
lê hinekî dereng ket. Navrok her wek xwe ye û tiþtek nehatiye guhertin.
28.08.2007
Çavkanîyên Giþtî
HAWAR DENGÛBAS
Biçe Jora Rûpelê Hemû
naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin


|