|
Li Kurdistana azad
bi taybetî di demên dawî de rexne û nerazîbûnên ciwanan tê rojevê.Di demên
nêzîk de xwendekarên zankoyan jî gelek caran bo rexne kirina hikumeta
Kurdistanê xwepêþandanan li dar xistibûn.
Li gor agahîyên dawî li gel aramî û pêþketina Kurdistanê ciwanên Kurd,
Kurdistana azad bi cî dihêlin û ber bi Ewrûpayê ve diçin.Piþtî ewqas têkoþîn
û berxwedan û azad kirina vê perçeya Kurdistanê koçberîya ciwanan ji
Kurdistaneke azad yanî koçberîya hêza mêjîyê ya Kurdistanê bo dahatûyê
xeterên mezin diafrîne.
Civaka Kurdistanê de ji layê hejmarî nifusa ciwanan ji rêza yekem de ye.Ango
ciwan lokomotîfa pêþ ve xistina Kurdistanê ne.
Kêþeyên Ciwanan li Kurdistana azad
Pirsgirêka herî mezin ya ciwanan li Kurdistana azad bê karî ye.Bi giþtî
kêþeyên sereke ya ciwanan ewin;
• Bê karî û bê edeletîya aborî;
Meseleya herî girîng bê kar bûna ciwanan e, ku wan ber bi çûyîna welatekî
din dikþînin.Li seranserê Kurdistana azad pirsgirêka bê karîyê heye.Hikumetê
Kurdistanê bo çareser kirina vê mesleyê hewl dide lê çareser kirina vê
meseleyê bi temamî girêdayî pêþketina aborîya Kurdistanê ye.Her wiha
malbatên ku bi salan bo rizgarîya Kurdistanê ked dane,þehîd dane û niha bi
hêjarîyê re rûbirû nin.Ev yek jî dibe sedema nerazîbûna ciwanan.Wekî mînak;
hin kesên ku di demên berê de qet tevlî têkoþînê nebûne û niha diçin bi
dêkûdolaban bi hikumeta Kurdistanê re kar dikin û cihê herî bûha ya Hewlêrê
de rûdinin.Ev yek dilê, bi taybetî malbatên pêþmerge û þehîdan diêþîne.
• Gendelî,Ruþwet,Bêrêtî;
Pirsgirêkeke din ya girîng a li Kurdistana azad bêretî û ruþwet e.Gellek
ciwanên jîr û þareza ku bi salan û dixwînin û dixebitin û hinek wan bê kar
dimînin di layêkî din de jî dezgeh û sazîyan gendelîyê dibînin û bi avayekî
xwezayî jî naxwazin di nav vî bê edeletîyê de bimînin.Hin ciwan dîyar dikin
ku "Wexta em dibînin endemeke parlemena Kurdistanê di resturantekê de bi
hezaran dolar xerc dike, em nikanin vî tiþtî re tehemmul bikin, em nikarin
bibêjin ev hikumet hikumeta me ye"
• Hizbeyatî û kêmasîyên dezgehên hukmî;
Di dezgeh û sazîyan de ji ber hizbeyatî bi avayekî adilene xizmet naye
dayîn.Her wiha bandorên nêyenî ya hizabeyatî di hemû warên jiyanê de
derdikeve pêþ.Her çiqas hikumet yek bin jî hê sînora xeyalî ji nava
Kurdistana azad nehatîye rakirin.
Dezgeh û sazîyên hikumeta Kurdistanê temamî bi rêkûpêkî kar nakin.Hikumeta
bandora xwe û hêza nikare bi temamî dezgêh û sazîyên xwe nîþan bide.Li ser
parlementerên Kurd jî hin nêzîkahîyên bi guman heye.Li gelek cîhan tê gotin
ku hin lawên axayan an jî kesên bi îmtîyaz bi torpîlê bûne endema parlemena
Kurdistanê an jî memûreke di dezgehên hikumetê de.
Gazinceke din ya ciwanan jî bersiv nedayîna daxwazname û gilîyên wan e ji
alîyê hikumeta û parlemena Kurdistanê ve.Tê dîyar kirin ku gelek caran bo
gilî an jî pêþkeþ kirina projeyan serî li hikumet û parlemen3E tê dayîn û
gellek caran bersiv naye dayîn.
• Fiþara civakî û kêmasîya jiyana sosyal;
Li Kurdistana azad fiþarên olî,civakî,malbatî hê serdest e.Xwekuþtina keçan
wek bakûrê Kurdistanê li baþûr jî pirsgirêkeke cidîye û sedemê vê yekê jî
paþde mayîna civakê ye.Wekî tê zanîn li hin deverên Kurdistana azad grubên
Îslamî(yên ku paþverûne) serdestin û xwedî sîyaseteke radîkal Îslamin.Heta
mûzik guhdarî kirinê jî heramdibînin.Keç û xortan nikarin bi rehetî bi hevre
bigerin û hevaltîyê bikin.
Li Kurdistana azad di warê navêndên çandî,hunerî,werziþî û perwerdehî de
kêmasîyek mezin heye.Her wiha paþdamayîna bajarvanîya Kurdistanê jî dibe
sedema sînor kirina jiyana sosyal.Cihên modern bo rûniþtinê, parkên
pêþketî,cihên konser û festîvala di asta cîhanî de,cihên
þahînî,pirtûkxane,navendên lêkolînê, navendên çand û hunerê divê.
Revîna bo Ewrûpa ne Çareserîye
Ciwanên Kurd li beramberî wan nerêtîyan çewtîyeke pirr mezin dikin û axa xwe
ku bo azadîya vî xakî bi sedhezaran þehîd xwîna xwe rijandine, terk
dikin.Kesên ku heta niha reviyane dîyar dikin ku,çûyîn ne
çareserîye.Xezîpêanîn ango hewesa bi welat,çand û zimanên din re anîn xeter
þaþîtîyek mezin e.
Kesên ku ji welatên xwe direvin û diçin li Ewrûpayê penaber dibin bi salan
nikarin kar peyda bikin,nikarin bi jiyana Ewrûpa re entegre bibin,Ewrûpayî
zû bi zû kesên bîyanî qebul nakin û nagrin navxwe.Her wiha garantîya mayîna
li Ewrûpa jî nîne.Pavþe vedigerînin û dersînor dikin.Gelek mînak hene ku
çûne Ewrûpa û hezar carî poþman bûne.
Revîn bêþit ecizîye.Kurdistan bi keda hemû Kurdan hate vê konaxe xwedîyê vê
Kurdistanê jî dîsa ciwanên îro ne.Li þûna revînê divê heta dawîyê
berxwebidin û bo çareserkirina kêmasîyan hewl bidin.
Hemû welatên Cîhanê ,hemû welatên Ewrûpa bi vî þeklî hatin vê astê.Jixwe
revîn ne çareserîye.Ji ber ku li Ewrûpa jî nan û pere nê hêsan.Bê xebat li
tu derê pere nîne.
Pirsgirêkên wisa li Tirkîye jî hene li Îranê jî Sûrîye jî hemû welatên li vê
herêmê xwedîyê pirsgirêkên wisa ne.Ewrûpa jî 60 sal berê piþtî þerên Cîhanê
ya 1. û 2. ketibûn rewþeke pirr xirab.Lê ew xebitîn,pêþketin û hatin wan
rojan.
Navê Kurd û Kurdistanê êdî her roj li Cîhanê belav dibe.Li bakûr jî tevde
berhemên Kurdî di qadên mûsîk, edebîyat,sînema,þono û di her warê çand û
hunerê de pêþdikeve.Hin berhemên bi Kurdî hatina vê merheleyê ku êdî bi
cîhanê re tê miqayese kirin heta di warê mûzîk,sînema û hin qadên din de ji
gelek welatên pêþketî baþtir berhemên Kurdî tê afirandin.
Aborî di riya pêþketinê de ye.Lê ew pêþketin wê encax bi hewl û xebatên
ciwanan pêþbikeve û berdewam bike.
Divê hikumet bi hestîyarî tevbigere
Kurd dive li gel hemû kêþe û kêmasîyên xwe divê bi bîrûbawerîyên paþvemayî
têbikoþe.Pîþtî deh salan netewa Kurd li gel kêmasî û þaþîyan niha dewletek
ava dike.
Bi hikumeta Kurdistan,parlemena Kurdistan,wezaretên hikumeta
Kurdistan,medya,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî afirandin.Îro
beþekî ji xaka Kurdistanê ber bi serbixwe bûyîne ve diçe.
Hewceye ku hikumeta Kurdistan xwe nêzîkî gel bike û daxwazên gel bicîhbîne û
rêveberîyeke þeffaf(zelal) biafrîne da ku him rê li pêþketina Kurdistan
negre,dijmînên Kurdan û rêveberîya baþûrê Kurdistanê kêfxweþtir neke û
piþtgrîya Kurdên li Ewrûpa û li perçeyên din jî ji dest neçe.
Ya herî girîng jî kêmasîyên civaka Kurd bi taybetî ya ciwanan bigre pêþ
çavan û li gel bernameyekî acîl arîþeyan ji hêsanê ber bi dijwarê çareser
bike.divê rêvebarîya Kurdistanê hikmê xwe bi her avayî sazî û dezgehên xwe
bike û wana kontrol bike.Ger sîstemek rêkûpek were bi cîh kirin wê
çareserîya arîþyên dahatû jî bi hêsanî nê danîn û ser vê sîstema rêkûpêk
rêveberîyeke baþ were damezirandin.
Ger ciwan ji Kurdistanê birevin (bi revînê ev bi xwe zirarê bibînin jî) û
baþûrê Kurdistanê ji vê potansyelê mehrum bibe eþkereye ku hewldanên niha li
ser bingehek puç tê pêkanîn. ...
Hemû naveroka beþa
Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa
Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» TOMAR BIKE
» BINIVSÎNE
Reklam

|