KURDISTAN NETEW

 

LÊKOLÎN/GOTAR

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

                                   

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net >  Lêkolîn / Gotar > Dîrokî

 

Dîroka Newrozê û Girîngîya Newrozê Ji Bo

Neteweya Kurd

HÊLÎN PASEWAN

Adar 2006

 

Newroz cejna Arîyan û Kurdan e. Kurd her sal, þeva ku 20ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin.2 çîrokê sereke ya Newrozê heye.

Yekemîn Destana Kawayê Hesinkar e û duyemîn jî roja avabûna Imparatorîya Med e.Wateyeke din a Newrozê bo Kurdan ji gelên din heye.Kurd Newrozê wek cejneke Neteweyî pîroz dikin û ber hemû cîhanê millet bûn xwe û hêz û hiþmendîyên xwe îspat dikin.


Destana Hesinkar Kawa û Dehaq bi kurtî wisa ye;

Di demeke kevn de, li welatê bapîrên Kurdan, padîþahek hebû, navê wî Dehak bû.

Dehak, padîþahekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiþtin.Þevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê Þevê, ji ber êþeke dijwar ji xewê þiyar bû.

Gazî zana û bijîþkên li qesrê kir û ji wan re got:

– Ji ber vê êþa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim!Hekim û bijîþkên qesrê, li laþê Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êþek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êþa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got:– Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêþniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qeliþî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin.Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di þikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Kawa, kurdekî hesinkar bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir.

Plana kuþtina Dehak ji wan re eþkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îþareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuþtiye.Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leþkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leþkeran re got:– Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîþahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîþahê xwe deynim.Gava leþkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, þa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaþt ber derî, leþkeran dergeh jê re vekir. Kawa, raste rast berê xwe da þahniþînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniþtî bû.

Dehak ji Kawa re got:– Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîþana fedakariyê yî.Kawa, piþtî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li þûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweþand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leþker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkiþiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîþ anîn ser qesrê, leþker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuþtin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuþtin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist.

Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meþaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Ew roj, roja 21ê Adarê bû.

Li gor bawerîya dûyemîn jî 21ê adara B.Z sala 612'ê de eþîrên Kurd û hin gelên din Imparatorîya Asurî rûxandin e û Imparatorîya Med hatiye avakirin.Lê li gorî lêkolînan Imparatorîya Med di meha tebaxê de hatiye avakirin û ew roj jî ji alîyê hin Kurdan ve demekê dirêj wekî cejna Tolhindanê hatîye pîroz kirin.Têkîlîya Newrozê bi avayekî xurt bi Zerdeþtîyê re jî heye.


Lê tiþtê rastî ewe ku milletê Kurd ji gelên din cûdatir li cem pîroz kirina hatina biharê cudatir cejna Newrozê wekî cejna neteweyî pîroz dikin û ber hemû cîhanê millet bûn xwe û hêz û hiþmendîyên xwe îspat dikin.Bê gûman heman demê de jî Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya xilasbûna ji bin zexta giran a zivistanê yê jî.


Di serî de Dewleta Tirk û hemû dijminên Kurdan ji bo rê li girtina ber hiþmendî,têgihîþtin,têkoþîn û hêstên Neteweyîya Kurdî hewl didin ku pîroz kirina cejna Newrozê asteng bikin.Lê gelê Kurd her sal hin zêdeitr hiþmendîya netewebûn û girîngîya Serxwebûn pêþketinê fam dikin û berxwe didin.


Heta ku Kurd hebin wê Newroz jî hebe.Cejna Netewîya Gelê Kurdistan Pîroz be!




                                                                               

                                                                                                Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

 

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

PEYWENDÎDAR

 

 

RÛPEL

» BIÞÎNE

» BINIVSÎNE

 

 

Reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

REKLAM

 

 

 

 

© 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.                                               Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam           HKMG

 

 

 

 

 rss feed Hawar Soft                       

 

                                         Copyright © 2006  KURDISTAN NETEW Hemû mafên wî parastîye