KURDISTAN NETEW

 

LÊKOLÎN/GOTAR

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

                                   

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net >  Lêkolîn / Gotar > Polîtîk/Serxwebûn

 

Rewþa Niha ya Televîzyonvanîya Kurdî û

Bendewarî


SERHAD B.RÊNAS

Weþandin:-

 

Li cihanê cara ewil weþanên televîzyonê di sala 1925 ê de li Londra de dest pêkir.Piþtî vê dîrokê yekem weþana televizyonê ya dirust di sala 1936ê de bi navberîya BCC dîsa li Londrayê pêkhat.Li DYA jî yekem kompanyaya televîyonê NBC(National Broadcasting Company).Piþtî þerê Cihanê ya II. Teleciyon bi lezekî mezin di nav jiyana civakî de cihê xwe girt. Bi pêþketina teknolojî re televizyon jî ji nav peresendinek mezin de derbas bû û li hemû Cihanê bi milyonan kes ji xwe re girêda.Televizyon dahênanek wisa bû ku bi rastî jî bandora xwe li ser hemû warên jiyanê heta ser polîtîkayên dewletan,hest û jiyanê mirovan û ser îdeolojîyan jî kir.Niha di cihanê de bi hezaran satalaytî,herêmî,ser înternetê televizyon heye û ji alîyên bandorî(di her warî de),aborî,civakî û sektorî de hezekê pirr mezine.Ji malekê bicuk bigrin heta bi telefonên mobîl ev amûra ku yek ji nûvedana sedsala dawîn tê hesibandin tê temaþe kirin.

Netewa Kurd cihê xwe bi nasnameya xwe di televîzyonê de gelek dereng dît.Lê televîzyonvanîya satalaytî ya Kurdî ne ewqas dereng destpêkir.Ji ber ku ciranên Kurdan –wek- Ereban di sala 1993an de,Tirkan jî 1992 an cara yekem xwedî televîzyonên navnetewî-satalaytî bûn.Bo netewa Kurd vê dîrok 1994 e.

Bi destpêkirina weþanên herêmî a televîzyonên PDK û YNK 1991an ji vir ve nêzî 15 sal derbas bû.Di 15 salan de televîzyonvanîya Kurdî gelek pêþket.XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê KTV-Duhok weþan dike, televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.Her piþtî avabûna Xebat TV heman salê de li Silêmanî Televîzyonî Gelî Kurdistan avabû û Tv Gelî Kurdistan hin jî weþanên xwe didomîne. MED TV ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî weþan dikir.MED TV di sala 1994an de dest bi weþanê kir û di sala 1999an de hate girtin.Piþtî girtina Med TV, Medya TV dest bi weþanê kir.Medya TV jî di sala 2003an de hate girtin.Di heman salan de(1997-1998) Kurdistan TV û Kurdsat TV jî bi þêwaya satalaytî dest bi weþanê kirin.Televîzyona fermî ya Îranê Sahar TV jî her roj nêzî 6 katjimêr Kurdî weþan dike ev bo Tirkîye û Surîye mînakeke baþe.Televîzyona fermî ya Tirkîye TRT jî 2004an de di hefteyê de katjimêrek dest bi weþanê Kurdî(Kurmancî-Dimilî) kir.Bi xebat û hewildanên kurdan û bi alîkariya Ewrûpiyan di qanûna weþanî ya Tirkiyeyê de derbendek vebû. Sembolîk be jî dewlet di radiyo û televizyona xwe de mecbûr ma ku dest bi weþana Kurdî(kurmancî-zazakî) bike.

Herî dawîn sala 2005an de ji Kurdistana Azad televîzyoneke bi navê ZAGROS TV (Frekansên Zagros TV- Hotbird frek.: 11727, Ver.: 27500) û avayekî satalaytî û bi weþana bejayî dest bi weþanê kir.Her wiha li Ewrûpayê televîzyoneke Kurdî bi navê ROJAVA TV di 11 Adara 2005an de dest bi weþanê satalaytî kir.Di demekê nêzik de jî Herêm TV(Bi raya min divê ev nav piþtî derbas bûna weþana satalaytî were guhertin) derbasî weþana satalaytê be.

Kurd edî delfet û hesanîyên teknolojî jî hêdî hêdî bi kar tînin.Mînaka dawîn a vê yekê ev bû ku di sala 2004an yekem televizyona înternetîya Kurdî bi navê KNN TV(Kurdistan News Network) dest bi weþanê kir.Li ser internetê weþan erzan be jî,bêqelîteyî û ji ber hin sedemên din,weþanên ku ser înternetê tên kirin zêde bal nakþîne. Li ser înternetê herî dawîn di Sibata 2005an de bi navê ÊZÎDÎ TV ku ji layê Kurdên Ezîdî ve hat avakirin,dest bi weþanê kir.ÊZÎDÎ TV 24 katjimêr weþan dike.

Li bakurê Kurdistanê hin televîzyonên cigayî hindik be jî bi zimanê Kurdî weþan dikin,piranî klipên Kurdî diweþînin.Niha televîzyonvanîya Kurdî de valahîyek mezin heye.Gel li benda televîzyonên nû de ye.Televîzyonên li Kurdistana Azad ku hejmarê wan nêzî 20 e û herêmî weþan dikin divê derbasî satalytê bibin.Bi vî avahî ewê valahîya hanê hinek be jî tije bibe.Televîzyonên Kurdî de ji ber rewþa wan a aborî û mîsyona wan a sîyasî profesyonel bûn ne pêþ da ye. Divê televizyonên gelê Kurd jî bi dehan be.Divê nûjen û bo muzîkê,belgefîlmê,çandê,dengubasê,teknolojîyê û hwd... li gor mijar û þaxan televîzyonên cewaz bêne ava kirin. Di serî de mijarên wek diplomasî, pêþxistina çand, huner, muzîk, ziman hwd... a Kurdî bibin hîmên bingehîn ên televizyonên Kurdî. Divê bi dehan televiyonên Kurdan bêne avakirin.Belam wek televizyonên Tirkan bêqelîte,tere tûre,bêrûkar û bo pêþketina civakê de bêbandor be, 50 heb televizyonên Kurdan jî hebin vala ye,hêç nebe baþtir e.Asta wespa televizyonvaniya Kurdî divê li ber hemû mijaran be.Kurdistana Baþur de bo pêþketine mediayaya Kurdî bingeh diruste. Li gel kêm bûna amûrên ragihandinê di serî de kêmbûna televîzyonên Kurdî û Medyaya Kurdî de kêmasîya din nebûna profesyonelbun e .Divê berî her tiþtî vê keþe bê çareser kirin.


Kêþeya Aborî û Bêreklamî
Ji ber ku reklam tuneye organên mediaya kurdî jî nikarin weþanê xwe bidomînin.Di serîde jî pêþketina televizyonvanîya Kurdî bi giþti hemû medyaya Kurdî girêdayê zêde bûna hatinîya reklaman e.Divê di serî de karsazên Kurd edî dev ji cebanîyê berdin û bo pêþxistina medyaya Kurdî pêþeng bin.Organên medyaya Kurdî jî divê xwe baþ îfade bikin.Divê bi avayekî hiþparêz bê vegotin ku kar û qezancên þirket,dezgeh,karsazên Kurd û þirket û marqayên navneteweyî ewê di medyaya Kurdî de bi weþandina reklamên xwe zêdetir be.Girse û potansiyela bazirganî û xerîdarî li Kurdistanê gelek mezine..Bi riya reklaman ragihiþtina vê potansiyelê li gel zêdebûna karên wan marqe û þîrketan her wiha pêþketin û geþedena medyaya Kurdî jî bi xwe re bîne.Her wiha reklamên ku ji layê dezgehên medyaya Kurdî tên amade kirin ger ji aliyên teknîk,vegotin,grafîk,musîk û hecedarîyên din de pêwîstîyên serdema me re bikaribe bersivek bide ewê hin zêdetir þirket,dezgeh,karsazên Kurd û þirket û marqayên navneteweyî bo weþandina reklamên xwe hin hêwer nêzik bin.Girîngîya reklamê divê hin zêdetir bê têgihîþtin û vebêjin.Di serdema kapitalist de bi di qalibên teng de mayîn û bi ramanên kevn-îdolojî tevgerîn xetereke pirr mezine.


50 Mîlyon Kurd,5 Heb Televîzyona Satalaytî!
Niha bi Kurdistan TV ,KURDsat TV,Zagros TV,Rojava TV(Tenê rojên înê weþan dike û lewaze) 4 televizyonê Kurdî ku bo berjewendiya giþti,netewî-stratejîk û pêþxistina çand,huner,muzîk,wêje,diplomasî û bi giþtî bo berdawamî û pêþketina Þaristanîya Kurdî weþan dikin.Ji wana tenê Kurdistan TV û KURDsat TV 24 katjimêr weþan dikin.Ev her 2 televizyon jî ji hêla teknîk,dekor,grafik û naverok de nikarin bi %100 bersiv bidin.Bersiv bidin jî 2 televizyon bi avayekî xwezayî qîm nakin.Roj TV û Me TV jî ku bi zimanê Kurdî weþan dikin tenê bo “xweda” kirina kesekî û Tirkîyeyî kirina Kurdan re xizmet dikin.Weþanên Roj TV û Me TV de ji xeynî propagandaya “Komara Demokratîk” û “Civaka Ekolojîk” tiþtek nîne.Ji weþandina bernameyên Tirkî yên çandî-hunerî-stran bigrin dijeyatî kirina Serxwebuna Kurdistan û pêþketinên li Kurdistana Azad,dubendî xistina di nav hiþ ramanên gel û yekîtî û hiþmendiya Netewîya Kurdî,heqeret kirina serok û rêveberên Kurd heta xepandin û veþartina rastîyên dîrokî ji gel û xelet agahdar kirin û ewiqandina bi tiþtên vikûvala(Bi vê avahî lawaz kirina têkoþîna serxwebûn û pêþketina Milletê Kurd) her wiha þaþ qenalize kirina Gelê Kurd, ango her tiþtê ku dijî berjewendîya Kurdistanê di dema niha û dahatû de ye di wê 2 televizyonê de henin. Di nav wan xebatkarên televizyonan de dibe ku kesên baþ an jî Kurdperwer hebin lê dîsa jî ev tiþt rastîyê naguhere.

Di vê gavê de bi lêz bo rizgar kirina Kurdistana Bakur ji vê rewþa kambax û bêbandor kirina politikayên xeter yên hin hezên “Kurd” -- ku bi dagirkeran hevkari dikin û Tirkîyeyî ango Tirk kirina gelê Kurdistana Bakur hewl didin-- û pêkanîna hiþmendiya netewî, damezirandina televizyoneke neteweyî pêwîste.Lê televizyonek wisa ne tenê bo Kurdistana Bakûr divê di serîde kêþeyên Kurdistana Azad(wek meseleya Kerkûkê û hin kêþeyên girîng) û bo hemû Kurdistanê bi her 2 zaravayên sereke(kurmanciya jor û jêr) weþan bike.Divê pêkhatina vê hewcedarîya girîng bi pelamareke(qampanyayeke) bê dest pêkirin.

 

Bo vê pelamarê jî malperek divê were saz kirin û di vê malperê de bo piþtgirîya vê telezîyonê xebatan bêne meþandin.Ango zûtirîn kat de divê di serîde bo avakarina televizyoneke netewî-Kurdperwer bo Kurdistana Bakur û bi giþtî pêþxistina televizyonvanîya Kurdî bikevin liv û tevgerê.Televizyon di medya de amûrê herî girînge.Girîngîya ragihandin,teknolojî bi giþtî medya bo kurdan li gel erke xwe ya danûstandinê vatinî ya pêþxistina hestên neteweyî û ber bi çûyîna azadî û di her qadê de pêþketina netewa Kurd jî dike.Divê her Kurdek bo damezirandina televizyonek(an jî televîzyonên) wisa çi ji destê wê tê bila bike. Piþtre dibe ku pirr dereng be…



Hin Televîzyonên Kurdî yên niha (2006);
Navê Televîzyonê  -Cih - Þêweya Weþan - Navnîþana Malper

KURDISTAN TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) 24 katjimêr weþan dike.
Satalyt-Netewî
www.kurdistan.tv
K

URDSAT TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) 24 katjimêr weþan dike.
Satalyt-Netewî
www.kurdsat.tv 

ZAGROS TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Satalyt-Netewî
www.zagros.tv

 

TIÞK TV Ji ewrupa weþan dike.
Satalyt-Netewî
www.rojava.net 

 

ROJHILAT TV Ji ewrupa weþan dike.
Satalyt-Netewî

 

KOMALA TV Ji ewrupa weþan dike.
Satalyt-Netewî

ROJAVA TV Ji ewrupa weþan dike.
Satalyt-Netewî
www.rojava.net 

ME TV Ji ewrupa weþan dike.
Satalyt-Netewî
www.metv.dk 

ROJ TV Ji ewrupa weþan dike.
Satalyt-Netewî
www.roj.tv

EZÎDÎ TV Li ser Înternetê 24 katjimêr weþan dike.
Înternet-Netewî
www.ezidi.ru 

KNN TV Li ser Înternetê weþan dike.
Înternet-Netewî
www.knntv.net

SAHAR TV-BEÞA KURDÎ Ji Îranê weþan dike.Beþa Kurdîya tv ya Komara Îranê ye.
Satalyt-Netewî
www.sahartv.com

GULAN TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
www.gulan-media.com 

XAK TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
www.khaktv.com

KTV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
www.ktv.cjb.net

PERWERDE TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
--

PUK TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
www.pukmedia.net

KCP TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
www.kurdistancp.org

PDK TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
--

KTV-DUHOK Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
--

U TV Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
--

T.GELÎ KURDISTAN Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
--

S TV-KURDÎ Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
--

TV KURDISTAN Ji Kurdistana Azad(Baþur) weþan dike.
Herêmî
--

GUN TV Li Bakurê Kurdistanê(Amed) Weþan Dike
Herêmî
www.gunradyotv.com

TRT-BEÞA KURDÎ Ji Tirkîye weþan dike.Beþa Kurdîya tv ya Komara Tirkîye ye.
Satalyt
www.trt.net

KURD TV-I Ji Kanada weþan dike.
Herêmî
www.kurdtv.com

KURD TV-II Televîzyona Kurdî li Danîmarka
Herêmî
www.kurdtv.dk

TV LI USA&CANADA

http://www.kurdistantv.net

Televîzyonên Cîgayî(Mehelî)
DUHOK TV
Li Kurdistana Azad(Duhok) Weþan dike.
www.ktvonline.com

KERKUK TV
Li Kurdistana Azad(Kerkuk) Weþan dike.

TV KURDISTAN
Li Kurdistana Rojhilat(Sîne) Weþan dike.

GUN TV
Li Kurdistana Bakur(Amed) Weþan dike.
www.guntvradyo.com










                                                                               

                                                                                                Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

 

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

PEYWENDÎDAR

 

 

RÛPEL

» BIÞÎNE

» BINIVSÎNE

 

 

Reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

REKLAM

 

 

 

 

© 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.                                               Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam           HKMG

 

 

 

 

 rss feed Hawar Soft                       

 

                                         Copyright © 2006  KURDISTAN NETEW Hemû mafên wî parastîye