|
|
Bandora muzîk û stranê li ser jiyan û
paþeroja qedera mirovan pir e. Gotineke felsefî der heqa muzîkê de hatiye
gotin ku wiha ye: “Muzîk xwarina riha mirovan e.“ Nizanim ev gotin a kê ye,
bi rastî tevî ku gotineke kurt e jî lê bi naveroka xwe pir cewherdar e.
Muzîk nasnameya xwe ji sirûþt, cografya, adet û orfên welat û neteweyan
distîne. Muzîka gelên parzemîna Afrîkayê derd û elemên wan, xweþî û þahiyên
wan ji me re dide kifþkirin. Li Kurdistanê bedewiya sirûþt û çiyayên me wisa
kiriye ku bi hemû derd û elemên bindestiyê re hebûna me bê parastin. Kurd
gelek deyndarên kilam û muzîka xwe ya neteweyî ne. Çimkî dema ku dagirkerên
her çar aliyên welat ziman û xebata siyasî qedexe kirin, muzîk û sazbendên
kurdan hêdî-hêdî meþa xwe didomandin.
Înkargeran nedikarîn ruha kurdan jî bixin
nava qefesê. Ji ber wê jî ez gelek caran rola dengbêjan ji rola pêxemberên
mezintir jî pîroztir jî dibînim. Ger pêxemberan ayetên îlahî ji xelkê re
anîn û þîrovekirin, qet nebe ji me kurdan re dengbêjan jî bi riya kilamên
xwe dîrok, ziman û nasnameya me ya milî ji mirinê rizgar kirin.
Piraniya soskolog û pisporên rewannas gelek li ser bandora muzîkê di jiyana
mirovan de hev bîr û ra ne. Muzîk dikare di ruh û canê mirovan de liv û
lebata fizîkî zêdetir bike. Germahî û coþa ku muzîk di xwîn û mejiyê mirovan
de diafirîne ji xwarineke herî xweþ û pirhêz ne kêmtir e. Muzîk dikare
nêrîna mirovên ku bi çavekî negatîf li jiyanê dinêrin, bi yekcarî
biguherîne. Ji bo wê jî niha di nexweþxaneyên hinek welatan de beþên
muzîkdermanî û rengdermanî hatine çêkirin. Li wir doktorên rewannas bi riya
muzîk û rengên vekirî û þad dixebitin ku atmosfêrê mejiyê nexweþên xwe
biguherînin.
Heta niha gelek kes bi vî awayî ji
nexweþiya xemokîy (depresyon)ê rizgar bûne. Feydên guhdarîkirina muzîkê di
bexteweriya mirovan de hezar xalên pozîtîf hene. Hevalekî min her tim
dibêje: “Dema ez his dikim ku xemgîn an jî ji jiyanê diltenigim diçim dawet
û þahiyên kurdan. Bi dîtina wan cil û kincên rengîn, bihîstina wê muzîka
rîtm û stranên þad bi hêviyên mezintir û ruheke saxlem vedigerim malê….“
Lê tiþtekî gelek girîng ku pir pêwîst e em tev ji bîra nekin ew e ku
guhdarîkirina hemû cureyên muzîkê jî bi feyde nîn e!.. Cur û rengên muzîkê
gelek in; muzîka klasîk, nûjen, þad û xemgîn û hwd.
Carina muzîkeke xemgîn dikare ruha
mirovan birîndar an jî jehrê bixe navê. Di van salên dawiyê de li welatên
mîna Îranê (ku heta guhdarîkirina muzîkê jî sînordar e), xwekujî jî ji salên
berê zêdetir bûye. Bi taybetî jî rewþa ciwanên Îranî ji hêla soskolojî ve
bûye sedem ku nexweþên ruhî zêde bibin. Statîskên dawiyê didin xuyakirin ku
li rojhilatê Kurdistanê jî ji ber nebûna dilxweþiyên jiyanê û pirsgirêkên
civakî-siyasî xwekuþtin an jî întihar ji beþên din yên Kurdistanê zêdetir
çêbibe. Bi taybetî ji di nava keç û jinan de pirsgirêkên wiha berçavtir in.
Elbete pêwîst e bêjim ku riyên din jî hene ku dibine sedema întihar an jî
nexweþiyên xemgîn, lê li welatên ku sîstemên serdest mirovên civakê azadtir
dihêlin, pirsgirêkên wiha jî pir kêmtir in. Miletekî þad dikare di hemû
waran de pêþdetir here ji miletên ku di diyarkirina mafê qedera xwe de jî
azad nîn in.
Muzîkeke xweþ û þad, straneke xwedî mesajeke dewlemend û hunermendekî pispor
di karê xwe de dikare mirovên civakê ji hemû aliyan ve bêtir bi rastiya
jiyanê bihesîne.
Çavkanî
A.Welat
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Pêywendîdar
Biçe Jora Rûpelê
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

Reklam
Pêywendîdar
Rûpel
»
BINIVSÎNE
»
BIÞÎNE

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya
KURDISTANNETEW e
|