KURDISTAN NETEW

 

LÊKOLÎN/GOTAR

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

                                   

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net >  Lêkolîn / Gotar > Mûzîka Kurdî

 

"Turkîcîyên Bêrûmet"
MEHMUD ONDER

Tebax 2005

 

Roja Þemiya borî min li bajarê Belcîka Liege-Liejê li Komeleya Kurdên Êzdî bernameya Ramangehê bi awayekî zindî pêþkêþ kir. Dibe ku yên temaþe kiribin, axaftin û rengîniya 85 mêvanên bernameyê bala wan kiþandibe.

Mijarên di bernameyê de hatin ziman, dikare li gor her kesî bi awayekî cuda were nirxandin, lê yek ji mêvanan rewþa "trukuciyên" "Kurtmen" (bila mirovên wiha bi qurbana Kurdan bin) anî ziman.

Belê "turkuciyê" mijara gotinê Îzzet Yildizhan ê bi eslê xwe ji Çêrmugê ye lê hewlwest û rewþa wî ya niha hiþtiye ku ez jê re bêjim, "kesê bêesil û fesil."

Beriya çend rojan ev mirovê Qere-cahîl û bêesil, di dawete kurdan de ji destên Jineke kurd di dema dîlanê de sê desmalên Kesk, Sor û Zer dikþîne û dibe davêje piþt sahneyê.

Qaþo ev mirov jî li gor zihniyeta nîjadperestên tirk yekparebûna Tirikiyê diparêze û naxwaze cudahî çêbe!

Hey mirovê bêxîret û kurê nizanim Çi...Tu ji kê wê qewetê digrî û mudexeleya rengê neteweyî ya kurdan dikî? Ez bixwe esl û feslê te nas dikim û tu çawa bi vê helwesta xwe heqaretê li kurdan dikî!

Yanî ti kesê din ên mîna te tune ye ku ewqas bi Kamilî bifikire û ev bêheysiyetiya han bike...

Ji ber ku min beriya niha jî di bernameyekê TGRT de dît ku ev mirov; Îzzet Yldizhan" dema ku behsa plana xwe ya hefteyî kir got; "Evet gelecek hefta anawatanimiz-Baba ve Ata topraklarimiz Turkmenîstana gîdîyorum" Yanî; "Ez hefteya pêþ diçim welatê Dayikê ya ser xaka Bav û Kalê me Tirkmenîstanê"

De were li vê ecêbê mêzeke! Hey Qeþmer, Tu hemû sitranên xwe ji çand û dewlemendiya Kurdan berhev dikî û xwe weke Diyarbekirî didî nasîn û paþê dibêjî nizanim Baba û Anawatan Turkmenîstan...

Tu hîç Þerm nakî! Turkmenîstan kengê bû Welatê te ya Dayikê û Xaka Bav û Kalên te...Ez navê bav û kalên te nabêjim û ti gotinên min ji bo wan nîne, lê Tu ketiyî destên Çeteyan û li gor pênç quruþ berjewendiyên aborî, ewqas xwe bêheysiyet dikî...

Naxêr, divê dema ku ev mirov û yên ku niha ezê navên wan li jêr bînim ziman, hatin Amedê û bajarên kurdan, divê xelkê me teneke li piþt wan girêde, di nav kolanan de bigerîne û wan rezîl û ruswa bike.

Ma qey yên ku ji bo nirx û hêjayiyên neteweyî mal û canê xwe didin ehmeqin û tenê mirovên wiha xwefiroþ biaqilin. Divê Xelkê me ji bîr neke; ewqas berdêl, Þehîd, Surgun, Koçberî, pêrîþanî ji bo çi hatiye dayin û lewma li gor qiymetdayina van nirxand qiymetê bide kesên wiha bêheysiyet.

Herwisa nifþa van "turkuciyên" 15-20 salên dawiyê Mehsum Kirmizigul ê Çewlikî, Emrah ê dibêje ez Diyarbekirî me, Ozcan Denîz ê nêviyê Þakiro û herwekî din; Ev kesayetiyên bêþexsiyet û yên mîna wan divê ji vir û pê de nikaribin gavê xwe bavêjin herêma Kurdan hetta ku li xwe venegerin û lêborîna xwe ji milletê Kurd nexwazin.

Ma em ji dewleta Tirk dixwazin ku lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze û emê çima ji van kesên bêxîret doza heman tiþtî nekin?

Mehsumê Kirmizigul jî beriya çend salan ji ber ku di þevekê li Almanyayê Kefî dabû ser milênm xwe derket televîzyona tirkan giriya û lêborîna ji derdorên çete yên MHP yî xwest...

Her kes dizane ku piyasa turkuciyan a li Tirkiyê di destên MHP yan de ye û van kesan jî her sal bi sed hezaran dolar xukî-xarac didin çeteyên MHP yî yan. Ma êdî ji bi turkuciyekê ji vê kiryarê bêrûmettir bêheysiyettir tiþtek din heye!

Efendim; hinek dibêjin ma Îbo ewqas yatirim kiriye û nizanim filankes xwedî ewqas mal û milke û ji ber vê yekê newêrin rasterast doza kurdayetiyê bikin!

Naxêr, ma qey ewên ku mal û milkên xwe berdan û terkî welat bûn, yên xwe kirin qurban û yên ku gund û xaniyên wan bi ser wan de hat hilweþandin, yên ji bo van rengan laþên wan hat parçekirin, yek jê bi qasî van bêrûmetan ne biaqil bûn!

Herwisa ma qey Hunermendên weke Þivan Perwer, Hunermendên HUNERKOMÊ, Nîzamettîn Ariç, Delîl Dîlanar, Seyidxan, Xemgîn û vê dawiyê Ahmet Kaya û bi taybetî Þemdîn û yên weke wan bi qasî van bêþexsiyetan ne bi aqil bûn!

Lewma divê an van kesên mijara gotinê durust tevbigerin û tenê bi hunerê mijûl bibin û nirxên kurdan bin pê nekin, an jî divê li gor helwesta wan helwest were nîþan dan...

Wekî din, kes ji van kesan naxwaze rasterast doza kurdan biparêzin, lê bila bi awyekî kirêt mudexeleyê nirxên kurdan jî nekin; ma hetta kengî ewê karibin xwe li piþt sedemên tewþ û derewîn veþêrin!

Êdî bila ti kes bi hewldanên van kesan ên qels û xapînok; bi hin sitranên qaþo kurdî nexape û helwesteke rast û durust þanî wan bide.

Belkî were gotin; Ma ez bi kijan pîvan û baweriyê van turkuciyan rexne dikim û rewþa wan dinirxînim!

Belê hinek haya min ji vê mijarê heye û ez bixwe di sala 1967-68-69ê de endamê "Celal Guzelsesî Yaþatma Cemiyetî" ango "Cemiyeta Vejandina Celal Guzelses bûm.

Bi vê munasebetê dixwazim bi kurtî behsa hin Turkuciyan ên ji destpêka Komarê û vir ve bikin.

"Bi taybetî Ji Ruhayê Muqîm Tahîr, Kel Hemze, Cemîl Cankat, di navbera salê 1925 û 1940an de Jiyane û sitranên bi tirkî û bi devoka Rihayê gotine. Îbrahîm Tatlises jî weke ku her kes dizane bi sitrana "Ayagimda Kundura" ya Muqîm Tahîr li Tirkiyê nav û deng veda.

Li Amedê Celal Guzelses, Paþê di salên 1970 de Recep Kaymak, Kenan Temîz, Bedrî Aysellî(Bedoyê Xaço) Îzzet Altinmeþe yê ji Çunguþê û hin kesên ku tenê navên wan li heremê tên zanîn, bi awayekî giþtî sitranên tirkî gotin û hin ji wan hêna jî dibêjin.

Li aliyê Erzeromê Hafiz Burhan, paþê li Meletî Fahrî Kayahan, di salên 1960 û pêve li Meletî Samî Kasap, dîsa li Rihayê û derdora wê Bekçî Bakir, Tenekecî Mehmud, Nurî Sesîguzel, Seyfettîn Sucu, Qedrî Sema, Eyub Uyanik, Abdurrahman Kepekçî(Kepekçî Ebê) Muslum Gurses, Muslum Sumbul, Îbrahîm Tatlises, Xelîl Kendirlî û ev 15-20 salên dawiyê jî Mehmud Tuncer, ji Smsurê Kaxtalî Miçê û gelekên din...

Lêbelê yên ku hinek lêkolabin dizanin, ku Muqîm Tahîr li Zonguldaxê di nav þert ûmercên pirr hejar de di 48 saliya xwe de mir û kes nizane gora wî li ku ye û Kel Hemze jî di 43 saliya xwe de li Rihayê ji qata duyemîn a qehwexaneyekî ew avêtin xwarê û kuþtin.

Herwisa Fahrî Kayahan ê Meletî jî li ser gumana poçikek cigareyekê Jina xwe kuþt û li hefsê mir. Halbukî yê ku hatibû mala wî û cigare kiþandibû Burayê wî ango birayê Jina wî bû, lê bila "xwedê ehmeqî neke para ti kesî" ma ez çi bêjim.

Celal Guzelses jî bi qasî ku tê bira min; ez zarok bûm 7-8 salî bûm di meha Nîsanê sala 1959ê de mir. Ji ber ku mala me li Elîpaþayê bû wê demê hat gotin, ku "Þark Bulbulu" ango Bilbilê Þerqê miriye û em çûn Goristana Deriyê Mêrdînê û min bixwe tabûta wî dît.

Serpêhatiyek Celal Guzelses ya bi Mistefa Kemal re jî wihaye; Di sala 1935-36an de Mistefa Kemal tê Amedê û li Menecîklix "Koþka Gazî" Celal Guzelses jê re sitarana "Boyle Baxlar Yar Baþini Boyle Baxlar" dibêje û paþê Mistefa Kemal ew veduxwîne Anqerê...

Lêbelê di demsala Havîna heman salê de dema ku Celal Guzelses diçe Anqerê, Mistefa Kemal ji þêwirmendê xwe dipirse ku ka lêbikolin rewþa malbatî û û kesayetiya Celal çiye û çawaye! Þêwirmendê Mistefa Kemal lêdikolin û ji Mistefa Kemal re dibêjin, Ev mirov li dawetan sitranên kurdî jî dibêje û bixwe kurd e.

Tevî ku Mistefa Kemal soz daye Celal ku nîþana dewletê bide û wî bike xwedî maaþ jî, naxwaze Celal bibîne û Celalê me paþka stûyê xwe dixurîne careke din vedigere Diyarbekir e.

Celal Guzelses pirr bi vê yekê diêþe û sitrana "Ma Karmi Yagmiþti Diyarbekirin Dagina Temuzun Ortasinda ben Gittim Ankaraya"Ango "ma qey berf barîbû çiyayê Diyarbekir, ku ez rabûm di Tîrmehê de çûm Anqerê û di dawiya teksta vê sitranê de wiha dibêje "Tek baþima dahî kalsam Þahî devrane Kul Olmam, Vîran olsun Senîn Hanin ve ewlad île yavrusuz kalasin" yanî; "Ez bi tena serê xwe jî bimînim, ezê nebim evdê Þahê Dewranê û bila xera bibe Xana te û bê ewlad û bêwar bimînî"

Lêbelê teksta vê sitranê li Stenbolê ji aliyê þirketa plakê ve nayê qebul kirin û Celal jî bi awayê teksta ku niha em dibihîzin vê sitranê dixwîne.

Celal Guzelses, di hemû jiyana xwe de 63 pîlak tije kir û 126 sitran li pîlak-Sêlikan xwendin

Herwisa Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Hesen Cizrawî û M. Arif Cezrawî Mihemmedê Mamlê û herwekî din jî kêm zêde di van deman de bûne hunermend û ji bilî Tehsîn Taha, ev hemû kesên ku min navên wan bilêv kir, ji bilî kurdî bi zimanê din sitran negotine.

Lêbelê bi taybetî sitranbêjên ku bi tirkî gotine, hunerên hunermendên kurd kopî kirine û carna jî dizî ne.

Balkêþe, ku ev sitranbêj û hunermendên kurd ên ku bi tirkî gotine, ti car bi awayê "hunermendê kurd" nehatine bîranîn û hêna jî di nav kurdan de weke hunermendên kurd nayên hesibandin. Ji bo wan tenê tê gotin; Celalê Diyarbekirî, Muqîm Tahir û Kelhemzeyê Rihayî, Fahrî Kayahanê Meletî û herwekî din.

Lêbelê hunermendên mîna Tahir Tewfîq, Hezen Zîrek, M. Arif Cezrawî, Hesen Cezrawî, Tehsîn Taha, Þakiro û yên din weke hunermendên kurd tên binavkirin û xelkê kurd ti caran wan ji bîr nake.

Dibe ku hin kes bêjin; "Ma ez van agahiyan ji ku dizanim"! Belê weke ku min hinek li jor anî ziman di ciwaniya xwe min jî hinek serê xwe bi van kesan êþand û li pey hunera wan ketim.

Ji ber ku di salên 1967-68-69 de ez bixwe heyranê Celal Guzelses bûm û min hemû sitranên wî ji ber kiribû. Herwisa ez diçûm Cemiyeta Vejandina Celal ya li deriyê Sarayê.

Li wê derê me jiyan û henerên hemû sitranbêjên berê ên ji dema avakirina Komarê û pê de jiyane, ji kesên sere-mezin dibihîstin û li sitranên wan guhdarî dikir. Kesên sere û temenmezin behsa wan ji me re dikirin. Yanî bi wayekî din, em dîroka bi devkî fêr dibûn.

Belê piþtî van agahiyên cihêreng, ez dixwazim dîsa vegerim ser mijara sereke ya vê nivîsarê. Ezê behsa sitranbêjên berê ên ku min bixwe wan nedîtiye û di dema wan de nejiyame zêde nekim, lê ev "Turkuciyên" nifþa nû hetika me birin.

Ewqas hêjayî û nirx derketine holê û êdî ti kes nikare kurdan înkar bike, hêna van kesên bêxîret, bêbav û ketî, li pey pênç quruþan ketine û xwe difroþin. Bila hezar "Tifu" li we be.

Ji min hiþyarî û gotin, lê teqdîr ya we ye... .

                                                                               

                                                                                                Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

 

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

PEYWENDÎDAR

 

 

RÛPEL

» BIÞÎNE

» BINIVSÎNE

» A

 

Reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

REKLAM

 
 

 

 

 

© 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.                                               Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam           HKMG

 

 

 

 

 rss feed Hawar Soft                       

 

                                         Copyright © 2006  KURDISTAN NETEW Hemû mafên wî parastîye