KURDISTAN NETEW

 

LÊKOLÎN/GOTAR

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net >  Lêkolîn / Gotar > Serxwebûn / Polîtîk

 

 

Kerkûk Dilê Kurdistan e..

 

MAZHAR DUDERÎ

Weþandin:06 Sibat 2007

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ez li nexþeya sîyasî ya Rojhilatê Nava Rast û Qafqasyayê mêze dikim. Welatên ku liber çavên min dikevin;

Tirkîye, Gurûzya, Hayatsan (Ermenîstan), Azerbeycan, Nahcîvan, Îran, Ýraq, Kurdîstana Azada Federe, Kûweyt, Bahreyn, Sûûdî, Urdun, Sûrî, Lubnan, Îsrael û Fîlîstîn in. Lê belê ev nexþeyên li Tirkîyê, Îran û Sûrîyê hatine çapkirin Kurdîstana Azad nîþan nadin. Ma ev dewlet xiþîmin ku navê Kurdîstana Azad binvîsînin! Gava navê Kurdîstanê debas dibe, çavên wan tarî dibe, dilê wan wisa bilez lêdixe, tansîyona wan bilind dibe û xwîn davê mêjîyê wan. Ji ber vê nexweþîna wan gere kes qala vê bêjeyê neke.

Ez bala xwe didim ser nexþeya Ýraqa Federal, ji bakûr de dest pê dikim çaven xwe li ser bajar bi bajar digerînim. Li xeta sînorên Kurdîstana Azad mêze dikim. Ez di roj hilat, bakur û di baþûrê wê de sinorekî ku bi darê zorê û dagirkerî hatiye danîn dibînim. Ez li sinorê wê ê baþûr mêze dikim. Ez çemekî wek çemên Dicle û Firat ên mezin dibînim. Lê ew çem bi avê na herike. Ew bi lehîya xwînê di herike. Ev lehîya xwîne, lehîya xwîna Pêþmerga ye. Ev çem di baþûrê Tozxormal, Hewîca, Kelar û di bin silsila Çiyayên Hemrînê de derbas dibe û dighîje Çemê Dîcle.

Ez li ser nexþe ê li Kerkûkê di gerim. Navbera Kerkûk u Hewlêrê 60 Km. navbera wê derê û Silsila Çîyayê Hemrin ji 70 Km. ye. Kerkûk di navanda Kurdîstana Azad wisa cîhekî girtîye. Herwekî dilekî ku di nav sing de cîh girti ye. Ji ber vê yekê Kerkûk bûye dilê Kurdîstanê.

Ez di bibloteka xwe de di nav pirtûkan de li dîroka Kerkûkê di gerim. Dîrok di navbera 1919 û 1926 an de wisa Kerkûkê destnîþan dike.

’Kerkûk, bajare kî bajarê Kurdîstanê ê Mûsûlê ve girêdayî û di baþûrê rojhilatê vî bajarî de ye. Navbera Kerkükû Mûsûlê 160 Km ye. Di kontara silsila çiya, li qerexê deþtika mezin û li rû çemê edhemê hatîye ava kirin. Di mavenda sancaqa Þehrezorê de ye. Gelên kul i vî bajarî dijîn, ji 3/4 yên van Kurd, ji 1/4 yên wan jî Tirkmen, Ereb, Cihû û mesîhî (Asûrî û Keldanî) ne.’’

Hukumetên Ýhaqê, ji bo ku kurdan têkin kêm netew, ji salan ve, ji vê herêmê berî Kurdan dayi ne û li þûhna van Ereb bi cîh kirine. Ji berk u Kurd di vê heremê de pirani ne, vanan polîtîka xwe liser kêmkirina Kurdan ava kiri ne.

‘’Ji bo ku Kerkûk di warê kana petrolê de bajarekî gelek dewlemend bû. Di peymana Lozanê de, pirsgirêka Mûsûlê ne çareserkirî ma. Çavkanîyen nav netewî dest nîþan dikin ku, ji 5/8 ên wan gelên ku li Mûsilê dijîn kurdin. Di vîlayeta Mûsilê de jimartina nufûsê ya ku di navbera 1922 û 1924 de hatîye kirin de hijmara Kurdan 520.264 derketîye. Hijmara Ereban 166.941, ya Tirkmenan 38.652, ya Cihûyan 61.336, ya Mesîhîyan (Asûrî û Keldanî) 13.977 derkeftî ye.’’

Ji van hijmaran tê zanîn ku, di demografîya wîlayeta Mûsilê de, piranîya nufûsê di destên Kurdan de bû. Gelên vê wîlayetê dixwastik ku xwe bi xwe îdare bikin. Wan Tirk û iraq ne di xwestin.

Di sala 1919 dan de dibin serokatîya Þêx Mehmûdê Berzencî de serhildan dom dikir. Li Silêmanî û Erbîlê hijmara nifûsê a ku Kralê Ýraqê dabûkirin ji alî gel de hatibû boyqot kirin.

Bi vê boyqotê re jî, paþniyarîya ku qomisyonê ji Komeleya Yekîtîya Netewan kiri bû, di wê pêþniyarîya xwe de taybetîya etnîsîtê û daxwazên gelê Mûsilê nedabûn ber çavan. Qomisyonê vê paþniyarîyê Komeleya Yekîtîya Miletan kiri bû:

" Rewþa daxwazên gel, rewþa aborî û geographî, ew welatê kurda ê di bakûrê xeta Brukselê de dimine, li gori dû mercan dikaribû bi Ýraqê ve bê girêdan.

1- Ev welat wê 25 sal dibin mandaterîya Ýngilîzan de bimîne.

2- Dibe ku Ýnglîz garantîya li Kurdan bi çavekî baþ mêzekirin û berpirsîyarî û rayedarîya dadgeh û dibistanan bidin Kurdan. Li vê deverê zimanê Kurdî ji bibe zimanê fermî.’’

‘’Tirkîye li hember vê pêþnîyarîyê derket. Got ku; Parlemana Komeleya Netewan nikare biryar bigire û jý girtina vê biryarê re rayedar nîne. Parleman li ser vê hember derkêtinê, Parlemanê raya Dîwana Dad a Laheyê sitend û li ser van pêþnîyarîyan biryar sitend.

Li ser van buyerên beri biryarê Tirkan nûnerên xweyên Cenevrê paþ de kiþandin. Lê ev hewldanên Tirkan bê encam man. Parlemanê di roja 16.12.1925 de li ser van pêþnîyarîyên qomîsyonê biryar sitend. ‘’


Di civînên Parlemana Tirkîyê (TBMM) ê bi dizî de, Parlemanterên Kurd li hember ji dest darxistina Wîlayeta Mûsilê derketin. Ji bo ku Hukumeta Tirkîyê Parlemanterên Kurd bertaraf bikê û wan bi awiqîne, bi parlemantoyê ku wîlayeta Mûsilê di nav sînorên van ên Netewî de ye biryar dan sitendin. Pey de bi Ýnglîzan re li hev kirin û wîlayeta Mûsilê ji wan re hiþtin. Li pey wê yekê ji palemanterên Kurd bertaraf kirin.

Di Peymana sala 1926 de, Titkîye dev ji Mûsilê berdide, ji bo vê devbrdanê, 25 sal vê ji petrola Mûsilê % 25 (li gorî hinek çavkanîyan %10) par bidana Tirkîyê. Tirkîyê vê para xwe bi 500.000.- Sterlinî firot Ýnglizan.

Dewleta tirk di pey vê de, roj bi roj navên Kurdan qedexe kirin. Welatê wan wêran kirin. Piþti ser hildana Þêx Seîd, Agirî û Dêrsimê di Kurdîstanê de tevkujî çêkirin.

Hijmara nifûsê a sala 1957 an.

Li gorî statîstîkên hijmara nifûsê a sala 1957 an de, prosentên demografîya gelên Kerkûkê; % 48 Kurd, % 28 Ereb, % 21 Tirkmen û % 3 Cihû û Mesîhî mayýbun.

Em gava statîstîkên hijmara nifûsa kerkûkê sala 1924 û 1957 an tînin ber hevdû, hijmara Kurdan ji % 60 î hatiye % 48 an, hijmara Ereban ji % 16 an derketîye %28, hijmara Tirkmenâ ji % 13 an derketîye % 21 î, ya Cihû û Mesîhîyan ji % 11 an hatîye % 3 yan. Di nav bera 33 salan de Kurd ji % 12 Cihû û Mesîhî jî % 7 hatine kêm kirin. Ji sala 1957 an vir de jî roj bý roj Kurd jý Kerkûkê hetine derxistin. Li þûna wan jî Erebên Filîstînî û ên din bi cîh kirine.

Ez ji desthilatdarên dewleta Tirk, bersîva van pirsan dixwazim. Hukumeta Baasî a nîjadperest gelo qet li Tirkmenên hevnîjadên we zordestî ne kirine? Wê hukumeta Baasîyan ji sala 1957 an vir de, qet bi demografîya nifûsa Kerkûkê ne guhart? Wan Tirkmenên we bi koçberî ne þand, baþûrê Iraqê? Çima dengê we dernediket? Ji ber ku Saddam û Ecevit destbira bun, we deng ji wî xwînxurî re ne dikir? Hûn Kurdîstana bin destên xwe di pelçiqînin, ka hûn ji perçên Kurdîstanê ê din çi dixwazin?

Gava van rastîyan dibînim û li ser van pirsan difikirim, tû watekî nadin van hewldanên hukumet û Partîyên Tirkan. Ev Tirk ji me çi dixwazin? Ew çi dixwazin ji Kurdîtana Azad û Ýraqa Federal? Ev doza wam, dozekî meþrû û hiqûqî nîne. Mirov dikare bibêje ev doz, doza çavsorîyê û doza neheqîyê ye.

Mirov li têkilîyên Tirkan û çînarên van vedikolîne, dewleta Tirk, tû carî bi cînarên van ên ku mafên Kurdan inkar kirine re probam dernexisti ye. Gava ku Kurd ber bi azadî û heq bidestxistinê çûyine, wê çaxê Tirk radibin pêdarê. Heta iro bi Ýraq, Îran û Sûrî re li hember Kurdan yekîtî û peyman çêkirine.

Di nava Îranê de bi milyonan Azerîyên hevnijadên van he ne. Heya îro devleta Tirk ji bo Azerîyan ji devleta Îranê re tiþtek gti ye? Faris, bi Kurdan re Azerîyan jî na pelçiqînin? Çima ew li dijî pellçiqandina Azerîyan dernakevin? Ma qey Azerîyên Azerbeycanê hevnîjadên we ne, ên Îranê zarokên damarîyê ne?

Mirov dikare bi hezaran pirsêm wisa bi pirse. Pirs hezarbýn jî, bersiv yek e. Derdê dewleta Tirk ne Kekûk e, ne Tirkmenên hevnijadên vanin jî. Derdê wan he buna PKK yê jî nîn e. Derdên Tirkan damezirandina Kurdîstana Federe a Azade.
 

Binivsîne

 

 

Çavkanî

HAWAR-DENGÛBAS

 

 


                                                                                            
       Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

                                                                                   

 

 

Biçe Jora Rûpelê

 

 

Pêywendîdar

     

 

 

 

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

                                                                                                                                                                    

Reklam

 

 

 

 

Rûpel

» BINIVSÎNE

» BIÞÎNE

 

 

 

 

 

 

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya

jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya

KURDISTANNETEW e

 

 

 REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

 

© kurdistannetew.net | Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam      HKMG       © 2006-2007 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e