KURDISTAN NETEW

 

LÊKOLÎN/GOTAR

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

                                   

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net >  Lêkolîn / Gotar > Polîtîk/Serxwebûn

 

Prosesa Bê Kurd Kirina Kerkûkê û Geþtir Kirina

Xebatan


SERHAD B.RÊNAS

Weþandin:-

 

Daxwaza Serxwebûna Kurdistan an jî hewl dayîna pêþketina ziman,çand, huner, muzîk, aborî,wêje –û hwd.- Kurdî,xwedî derketina Kerkûkê,xwesteka çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber gelek mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake,bi sed salan ji nava zilm û zordarîyên bi her rengî de derbas dibe,hemû mafên wî ji destê wî tên girtin, her cûre riyên çareserîya mirovî ku li ber vê gelê hatina girtin çawa daxwazên vê gelê dibe netewperestî. Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî,ji faþizmê dûr be û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd jî heye ku netewa xwe biparêze..

Her wiha bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Baþur de heye.Her wiha le baþurê Kurdistanê madenên din jî heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.

Kurd di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re rûbirû man.Hin pirtûk û çavkanîyande kitekita wan zilm û zordarîyan hitine dayîn.Lê bi kurtasî prosesa hewlên bê Kurd kirina bajarê Kerkûkê em dikarin wisa bi rêz bikin.


Kurdistanî bûna Kerkûkê bi gelek hewlan hatiye xwestin ku ji holê bê rakirin.Lê disa jî wan hewlan serneketiye û li gel hemû bêmafîyan Kerkûk wek bajarekî Kurdî maye. Niha jî ka em binêrin ku Kerkûk çima bajarekî Kurdistanîye û çi hatine kirin;


Ewliya Çelebîya Tirkan di "Seyahatname" ya xwe de diyar dike ku "Kurdistan ji wilayetên wek Erzurum,Wan, Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn Ömer,Îmadi, Musul(Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê ye),Þarezor û Ardelan pêk tê.

Di belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.

Di hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban bi qasê 166941 bû.

Hin nexþeyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê de dihat nîþan dan.

Þemseddîn Samî ku yekem zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê de wiha dibêje;"Kerkûk ,li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî Mûsilê ye.

Bi hemû hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di hêjmartina giþtîya 1957 de nifûsa Kerkûkê ji %52 Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.

Di salên 1920an de dema ku Îngîlîzan li Iraqê bûn, wê demê de jî Kerkûk him bo Iraqê him jî bo Brîtanya girîngîyekê jiyînîya wê hebû.Ji ber vê jî her dem hewl didan ku di çarenûsa Kerkûkê de rola Kurdan tune be.Rêvebirîyên Britanya û Iraqê gelek pêlingên girîng de Tirkmenan wezîfedar kirin û bi avayekî ne rewa zimanê perwedeyê jî kirin zimanê Tirkî.Di salên 1950ê an de jî ev rewþ berdewam kir. Her wiha kompanyaya Neftê li Kerkûkê karkerên tenê Tirkmen,Ereb û Asûrî dixebitandin.

Dîsa di dema Þahitî de jî li Kerkûkê perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe bû,pîroz kirina cejna Newrozê dihat asteng kirin,bi destê hin rexistinên Tirkmenan -ku ji hezên ewlekarîyê piþtgirî digirtin- gelek kesayetîyan mezin a Kurdan dihat kuþtin û kargehên Kurdan dihat þewitandin.Ji ber wan buyeran gelek malbatên Kurd neçare man ku ji Kerkûkê derkevin.Her wiha bi destê rêveberîyê hin memûrên Kurd derwey Kerkûkê hatin sirgûn kirin.Bi sedan Kurd jî hatin zindanî kirin.

Gelek taxên Kurdan hat rûxandin.Piþtî ku di Hezîrana sala 1963an de Arteþa Iraqê êrîþ birin ser Pêþmergeyên Kurdistanê li dijî Kurdan jî nerîtên zordarî zêde bû.13 gundên ku nêzî sazîyên petrolê bûn hatin þewitandin.Karkerên Kurd ku ji sazîyên petrol hatin qewirandin.Gundên ku hatibû vala kirin,li þuna wan Ereban hatin bicîhkirin û li Kerkûkê hemû papûr,tax,kuçe,rê,cihên dîrokî ku navên wana Kurdî bi navên Erebî hat guhertin.

Piþtî ku Tîrmeha 1968an rejima BAAS hat ser hûkmê hewla guhertina demografyaya Kerkûkê hin zêdetir bû.

Memûr an jî karkerên /ên ku Kerkûkî bûn/ ku malnîþ dibûn destur nedihat dayîn ku carekê din vegerin malên xwe.Bi her avahî kirîna xanî,erd,milk bo Kurdan ne mimkûn bû û her wiha Kurdan ji xeynî Erebeban re nikarîbûn milkên xwe bifroþin.

Bo kêm kirina gelheya Kurdan li Kerkûkê navçeyên ku bi piranî Kurd lê dijîyan wek Tuzxurmatû Tikrîtê re,Çemçemal û Kelar Silêmanîyê re,Kifrî,Diyalayê re hat girêdan.

Di operasyona wehþî ya Enfalê de Kerkûk gelek zêde qurbanî da -nêzî 80 hezar Kurd hat qetl kirin- .

Di 1991an dema ku ji aliyê Kurdan Kerkûkê bona demekê jî be hat rizgar kirin.Lê di wê demê de Iraq bi hêzekî pirr mezin êrîþê Kerkûkê kir,gelek xanîyên Kurdan hat talan kirin û rûxandin gelek Kurd hat kuþtin û sirgûn kirin.




Li Kerkûkê hewla bê Kurd kirin di salên dawî de wisa pêk hatiye;

Ji Kerkûk,Xaneqîn û hin deverên din malbatên ku hatine koçber kirin;

Di navbera salên
- 1991, 1992 û 1993 an de 13.367 malbat
- 1994 an de 112 malbat
- 1995 an de 393 malbat
- 1996 an de 282 malbat
- 1997 an de 710 malbat
- 1998 an de 394 malbat
- 1999 an de 449 malbat
- Navbera salên 1.1.2000 û 10.5.2000 an de 123 malbat
- Ji destpêka Serhildana 1991 heta 10.05.2000 malbatên ku hatine koçber kirin 15.831 e.


Kesên ku ji Kerkûkê ji malên xwe hatine dûrxistin.(Kesên ku hatine dûr xistin þandine li Silêmanî)

- Kesên li nav Silêmanî hatine belav kirin 7.835 kes.
- Kesên bo navendên Silêmanî 14.905 kes.
- Derbanixan-Kalar-Kifrî 18.003 kes.
- Ranya 5.332 kes.
- Þehrazor 4.527 kes.
- Çemçemal 32.727 kes.
- Di sala 1997 an de 3.638 kes.
- Di sala 1998 2.446 kes.
- Qempa Takya kampý 740 kes.
- Kesên nû tomar kirî 421 kes.
- Kesên navbera 1/10 2000 û 10/5 2000 hatine koçber kirin 688 kes.
Giþtî 93.838


Rejîma Iraqê di navbera 01.01.2000 û 09.07.2000ê de ji Kerkûk û Xaneqînê 155 malbat sirgûnî Hewlêr û Silêmanî ku di bin kontrola Hikumetê Kurdistanê de bû hatkirin

Di navbera 01-2000 û 06.2000an de taxên Domez û Seddam a bajarê Kerkûkê 270 malbatên Filistînî hat bi cîhkirin.

Walîya berê ya Kerkûkê Sabah Nuri Alwan di 13.06.2000an de civînek bi rayedarên paye bilnd pêkanî.Di vê civînê de biryara derxistina Kurdan û li þûna wan bi cih kirina Filîstînîyan hat girtin.

Serokdewletîya Iraqê 11.06.2000an de danezanek eþkere kir û di vê danezanê de fermana sirgûnkirina Kurdên ku li Xaneqîn,Haweceh,Daqoq û Tuzxurmatu dijîn li herêmên Ereban dihat kirin.

Kurdên,qempa ku bo derxistîyên Kerkûkê di herêma Silêmanî de ji layê NY hatibû avakirin de diman di nav belengazîyek dijwar de dijîyan.Berpirsyarêke bilind ya NY ê bi navê Binon Syvan seredana vê qampê kiribû û wiha gotibû:"Ezê rewþa Kurdên, ji ber ku xwedî nasnameyên xwe derketine û Erebbûn nepejirandinê ragihînim berpirsyarên li New Yorkê.

Rapora mafên mirovan ku Wezareta Derwe ya Emerîka weþandi bû wisa dihat gotin;"Rejima Iraqê ku di çerçoveya pelamera Erebkirina de bi avayekî rêkûpêk qedexeya derneketina kuçeyan pêk tîne û hewl dide hin zêdetir Kurd ji Kerkûk derdixîne.


Di Avrêla 2000an de 23 malbat (142 kes) ji Kerkûkê hatin dûrxisitin.


Di Gulana 2000ê de 46 kes sirgûnî herêma Kurdistanê ku di bin desthilatdarîya Kurdan bû hate kirin.

Di navbera 01.01.2000 û 12.08.2000an de bi giþtî 170 malbat(nêzî 1000) kes ji Kerkûkê hatin dûr xistin.Hin ji wanan sirgûne baþurê Iraqê hat kirin.


Rejima Iraqê dewrûberên wek Firokxaneya Kerkûkê,baregehên polisan li cihên stratejîk ya Kerkûkê de erdan û bo zû çêbûna xanîyên nû pere dida Ereban.


Wisa diyare ku bi giþtî nêzî 100.000 Kurd ji Kerkûkê hatine dûrxistin.


Encam
Wekî ku tê dîtîn bo bê Kurd kirina Kerkûkê hewlên ji bawerîyê der hatine kirin.Hin jî ji %50yê wan tehriban nehatiye paþve vegerandin.Li gel vê yekê jî di hilbijartina 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %80 dengan vergirtin.Dibe ku ew jî behîta Neteweya Kurd e.Kerkûk ya Kurdistanê ye.Divê em vê rastîyê bizanibin û li gorî vê yekê hereket bikin.Divê em aram ûxwebawer bin.Bi hêla çandî,dîrokî,sirûþtî,erdnigarî ve ango bi her þêweyî eþkereye ku Kerkûk bajarekî Kurdîye û vê rastîye jî divê ji herkesî re bidin pejirandin.Meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya Kurdên Baþûre.Bi qasê Kurdên Baþûr e,ji wan bêtir meseleya Kurdên Kurdistana Bakûr,Rojhilat û Rojavayê.Bo xeletîyên nû bexta me û wexta me hêç nînê, çavê Mejûyê li ser Gelê Kurd e.

Bo gihîþtina dahatûyekê þad,azad û bihêz divê bizava rizgarîya Kurdî xwe bi rêbazên reel ji nû ve bihelsengîne û bernameyekê Netewîya Kurdistanê dîyar bike.


Qonaxa 1. rizgarkirina Kerkûk e


Qonaxa 2. pêþxistina aborî,hêza leþkerîye û Medyaya Kurdî ye.


Qonaxa 3. di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û piþtgirîya girseyî ya Kurdistana bakur bo Kurdistana Azad e..


Qonaxa 4. bi diplomasî û xebatekê xurt vergirtina piþtgirîya Cihanê ye.


Qonaxa 5. pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd.


Qonaxa 6. jî îlan kirina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê ye.




ÇAVKANÎ
Þemseddîn Samî(Kamûsu’l-Alâm)
Kurd(Kürtler) (Mehrdad R.Izady) (Weþanên Doz-2004-)
Kovara Serbestî

                                                                               

 

                                                                                                Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

 

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

PEYWENDÎDAR

 

 

RÛPEL

» BIÞÎNE

» BINIVSÎNE

 

 

Reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

REKLAM

 

 

 

© 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.                                               Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam           HKMG

 

 

 

 

 rss feed Hawar Soft                       

 

                                       Copyright © 2006  KURDISTAN NETEW Hemû mafên wî parastî ye.