|
kurdistannetew.net
> Lêkolîn / Gotar >
Serxwebûn / Polîtîk
Li
Kurdistana azad niha dora têkûzkirina stûnên
demokrasiyê yên din e;Me medyayek xweser,
NGOên
fonksiyonel, aborîvanên rêkxistî divê…
BAYRAM AYAZ
Adar 2006
|
|
Roja 7ê Gulanê hikûmeta netewî-yekgirtî hat îlankirin. Gelê
Kurdistanê ji mêj ve li benda vî karê pîroz û roja dîrokî bû. Wê rojê
dilsozên Kurdistanê ji keyfê nekarî rondikên çavan bigrin. Ev kar cihê
dilgeþiyê ye, em hingê serbilnd in, serê me li ezmanan.dikeve.
Ev gotinên ji aliyê his û hestên Kurdewar. Ji aliyê siyasî ve jî ev gav zêde
girîng e. Doza Kurdistanê di menzîla prosesa dewletbûnê de gîha qunaxek nû.
Nuha wek dam û dezgeh sê hêzên cudayî (Hêza Dadî, Îradeya gel Encûmen û
Birêvebiriya hilbijartî) rêk û pêk in.
Di demokrasiya hevdemî ya îroyîn de sê hêzên din jî peyda bûne: hêza çaremîn
medya, hêza pêncemîn rêxistinên sivîl-demokrat yanî NGO û sendîka û
komeleyên piþeyî, hêza þeþemîn jî rêxistin û nûneriyên karmend û dewlemendan
in.
Li Kurdistanê medya di bin tesîra partiyan de ye. Mirov hê nikare bahsa
hebûna medyayek azad bike. Ev encam ji rewþa dîroka medya Kurdî tê. Medya
Kurdî alavekî ragihandinê ya xebata welatparêz e û partiyên me medyayê xwedî
dikin. Heta îro jî rewþ ev e. Partî karmendên medya Kurdî ne. Bêguman di
rewþekî wisa de medyayek azad û xweser çênabe. Li bakur, rojhilat û rojavayê
Kurdistanê rêxistin bi xwe dest navêjin karên çapemenî û medyayê, kesekî din
van karan nake. Siyaset û medya bi temamî têkilhev in. Yanî karên medya
Kurdî beþek ji kar û xebatên siyasî û rêxistinî ye. Li Kurdistana azad jî
îro rewþ kêm zêde wisa ye, medya zar û zimanê partiyan e. Ev rewþ divê êdî
biguhere, lê jê re hêza aborî dive. Hikûmeta Kurdistanê hewceye alîkariya bê
merc bike, heta ku medya bikare li bazara azad cîh bigire û xwendevan
xizmetên çapemeniyê û medya elektronîk bikirin. Lê ev proses dê hinekî bajo,
heta medya Kurdî bigîhe standartên medya navdewlî jê re wext divê. Jiber vê
rastiyê nabe ku dijminahiya medyayê were kirin. Divê dezgehên heyî werin
parastin, lê divê ew hewil bidin xwe biguherînin. Kes û hêzên ku kêmasiyan
dibînin pêwist e nêrînên xwe bi projeyan pêþkêþî dezgehan bikin, alîkar bin
ku medya pêþkeve û rola xwe bibîne.
Wek nimûne li Tirkiyê medyayek xurt heye, lê ne azad e. Nuha dezgehên
Yekitiya Ewrûpa di çarçoveya amadekirina welatên berendam de alîkariya
diravî û piþeyî-zanistî dikin ku medya Tirk xwe li gor standartên
rojnamevaniya Ewrûpa hinekî biguhere.
Medya zêde girîng e: Medya ragihandin e, dibistana perwerdê ye, mamostayê
civaka sivîl, demokrasiyê û modernîzmê ye, çavdêrê hikûmraniya gel û heq û
hûqêqê ye, hostayeke sereke yê honandina prosesa netewetiyê ye û gelek
tiþtên din… Hêza çaremîn me divê!
Hêza pêncemîn NGO û rêxistinên piþeyî stûnên civaka sivîl in. Civaka sivîl,
civakeke rêkxistî ye. Her çîn û kom û grûp xwe organîze dikin û bi vî rengî
berjewendiyên xwe diparêzin û bi riya rêxistinên xwe erkên xwe jî pêk tînin.
Civatek çiqasî rêkxistî be, ewqasî pêwistî bi dewletê û dam û dezgehên fermî
kêm dibe. Civak bi riya rêxistinên xwe xwe bixwe îdare dike. Rêkxistîbûn
dereceya peþkevtina civakê ye. Eger me NGO ek xurt parêzvanê jîndariyê
(sirûþtê) hebûya, ne pêwist bû Þarederiya Hewlêrê torbên plastîk yê zibilê
li xelkê seyrangeha belav bikira. Ev dê karê wê NGO ê bûya û gelek numîneyên
din…
Wekî her welatî Kurdistan jî hewceyî aboriyekî xurt e. Xizmetguzarî dê
demekê karê îdarê be. Lê aborî rê û rêçûnên xwe taybetî heye. Aborî ser
destê karmendan dewlemandan bi rêve diçe. Hosta û kargerên aboriyê karmend
in. Kurdistan hewceyî bi karmendên pispor, rêkxistî û yên bi ekonomiya
navdewlî ve girêdayî heye. Em jibîr nekin, hêza welatekî bi jimareyên aborî
tê pîvan. Nabe ku dewlemendên me wexta xwe li qumarxaneyên Dubaî û Istanbulê
derbas bikin, dolarên xwe li wan deran xerc bikin. Aboriya Kurdistana azad
li benda projeyên wan e. Ne tenê aborî, divê ew bi erkên xwe yên
cîbecîhkirina sîstema demokrasiyê jî rabin. Demokrasî û modernîzm ne karekî
hêsa ye, her yek divê bi wacibên xwe rabe.
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
Reklam

|