|
Bi xebat û hewildanên kurdan û bi alîkariya ewrûpiyan di qanûna
weþanî ya Tirkiyeyê de derbendek vebû. Sembolîk be jî dewlet di radiyo û
televizyona xwe de macbûr ma ku dest bi weþana kurdî(kurmancî-zazakî) bike û
beyî ku cezayên çar mebûsên DEPê Leyla Zana, Hatip Dîcle, Selim Saddak û
Orhan Dogan temam bibe ew jî ji girtîgehê hatin berdan. Bi van herdu buyaran
halahalayek wilo qewimî ku gotin; “êdî asteng li pêþiya Tirkiyeyê nemaye ku
ev nebe endama Yekîtiya Ewrûpayê.
Ji xwe tu carî di dîroka Tirkiyeyê de û heta di dewra osmaniyan de dewlet ji
ber xwe ve maf û azadiyê nedaya û çitaya ”demokrasiya ” xwe bilind nekiriye.
Tirk ne ji bo ku bawer dikin û hewcedarî bû, lê ji bo ew ji YE tarîxa
muzakereyê bigrin di hin yasayên xwe de guhartin çêkirin. Helbet ev gavek e,
lê îtîraza kurdan ew e ku divê gavê din jî bên avêtin û guhertinên esasî di
qanûnabingehîn ya Tirkiyeyê de pêk bên û di wê de nav û nasnmeya kurd û mafê
wan bi hiqûqî bên misoger(garantî) kirin.
Ya herî xerab jî ew e ku tirk nirxan berevajî dikin û hin jî li pey deq û
dolaban e ku çawa him kurdan û him jî ewrûpiyan bixapînin. Lê di eslê xwe de
ew xwe dixapînin. Ji bo kurdî nebe zimanê duyemîn, zimanê wek bosnî, erebî,
çerkezî jî xistin rojeve. Helbet divê meriv ne li dijî weþana van zimanan
be. Lê xwediyê van zimanan bi xwe dibêjin; ”ji bo lîstikên xwe me nekin
hacet”. Wer xuya ye li cem romê lîstik pirr in, di dema xwe de waliyê
Enqereyê Newzad Tandogan jî gotibû; ”ger komunizm ji bo vî welatî pêwîst be,
em ê wê jî bînin”. Nuha ev gotin ji bo kurd û kurdçîtiyê derbas dibe, ger
kurdçîtî ji bo vî welatî divê, dê ew bi xwe ”kurdçîtiyê” jî bikin û partiyên
xwe jî ew ê bi xwe damezirînin.
Ew tu carî nafikirin li derveyî tirkan bi navê kurd xelkêkî din jî li ser vê
axê dijî û divê maf û azadiyê wan jî hebin. A dewleteka wilo bibe endama
ewrûpayê dê çi bibe, nebe çibe. Bi vê rewþa xwe dê di nav Yekîtiya Ewrûpayê
de jî qîmeta wê dê pênc pere be û serê wê di nav endamên din yên ewrûpayê de
hergav nizm be. Mademkî berdevkê hukumetê dibêjin; ”em ji bo ku ewrûpî
dixwazin me di qanûna xwe ya bingehîn de guhertin çênekirin, me ji bo
hevweletiyên xwe çêkirin” de fermo wê gavê di qanûna esasiya xwe de nav û
mafê kurdan garantî bikin da ku kurd bi gotinên te bawerî bînin. Îro ev
guhartinan çênekî jî piþtî çend salên din tu yî mecbûr bimînî dîsa wan
guhertinan çêkî, ji ber ku di dinya me ya îroyin de maf û azadiyên milet,
aqilyet û hindikayiyan divê bi hiqûqî bête garantîkirin û ev mafekî gerdûni
ye û di dokumentên NY de jî hatiye tesdîqkirin.
Di qirnê 21ê de hin miletekî evqas mezin û ferdên wî miletî ji ber nasname
xwe di bin tirs û xofê de dijîn û bi serbilindî nikarin nasnameya xwe eþkere
bêjin. Kurd nikarin xwe îfade bikin, nikarin li ser navê xwe komele,
rêxistin, partî ava bikin; hin tiþtên elementar jê re rewa tê dîtîn; hin
alfabeya wê qedexe ye, nahelin tîpên(herfên) ku di alfabeya wan de hene, di
navê wan de bi resmî bên nivîsandin. Hergav serê wî tawandî ye û bênav û
navnîþan li rûyê dinyayê dijî û ji rewþa xwe nexweþhal in. Ferdên vî miletê
hevwelatiyê vê dewleta Tirk bin çi ye, nebin çi ye. Demokrasî di eslê xwe de
maf û azadiyên yên aqeliyetan û yên ”li derveyî xwe” parastin û
garantîkirine.
Li Tirkiyeyê kurd ne ”alt-kîmlik in“ ne jî Turkiyetî “ust kîmlik e“. Her yek
bi serê xwe nasname ye û mafê tu kesî tuneye ku wan bi van sifatan bi nav
bike. Herdu nasname jî nasnemeyên cuda ne, dîrok û kultura wan jî û têkiliya
wan bi hev re qet tuneye. Tenê bi salane bi hevre dijîn û di bin tesîra
kultura hev de mane. Yê bindest ji aliyê yê serdest ve hatiye înkarkirin,
asîmlekirin û pîçûkdîtin; hin jî ev siyaset berdewam e. Bi vekirina du-sê
qursên zimên û di radiyo û televizyonê de heftê seatek weþan nayê wê mahneyê
ku kurd gihaþtine maf û azadiyên xwe. Tenê ev qulikêk e ku di qanûna
weþaniya radiyo û televizyonê de vebûye, divê ev qulik fireh bibe û qanûna
esasiya bingehîn li ser rastî û hebûna herdû miletan ji nuh ve bê nivîsandin
û maf û azadî bi hiqûqî bên garantîkirin.
Divê pirsa kurdî bi aweyekî bête çareserkirin. Çawa li Kanadayê pirsa
Qubecê, li Spanyayê pirsa Baskê û li Çekoslovakyayê pirsa Çek û Slovakan
çareser bû divê li Tirkiyeyê jî pirsa kurdan weha çareser bibe. Di dinya me
ya îroyîn de ji bo çareserkirina pirsên neteweyî pêkanîna referendûmê raxbet
dibîne û riya herî maqûl û bi mantiq tên hesibandin. Di çareserkirina pirsa
kurdî de rêya herî maqûl û bi mantiq ew e ku kurd bi dengên xwe û bi awayekî
demokratîk ji pirsa xwe re çareyekê bibînin. Gava bi her hawî rewþ û merc
bêne cih divê kurd îradeya xwe bi awayekî demokratîk beyan bikin û bi azadî
ji xwe re formekî ku dixwazin; serxwebûn, konfederesyon, federesyon, otonomî
yan jî awayekî din hilbijêrin.
çavkanî;kurdinfo
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
Reklam

|