KURDISTAN NETEW

 

ZANIST

lêgerîn >>

têkîlî  >>

kunye >>

 

 (AMED)            

 

 

kurdistannetew.net > Lêkolîn/Gotar > Zanist

 

Zanist

Darwîn Çima Nehat Têgihêþtin!?


KURDISTANNETEW

Weþandin: 06 Îlon 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

Charles Darwîn;"Navê tênegihêþtinê"

Darwîn li dû xebatên dûr û dirêj di nava zanistê de bi bi dawî kirina ger û lêkolînên xwe yên li giravên galapagos bi pirtûka xwe ya bi navê "Bineçeyên(kok) Cureyan", di sala 1859'an de pirsa bi milyonan sal ya mirovatîyê bi qasê delfetên wê demê û ji pencereya xwe rave kir.

Hin dema xwe de bi rexne û êrîþên bê bingeh û pêþdarazî re rû bi rû ma.Bi tayetî derdorên olî ji dîtin û ramanên Darwîn qet dilxweþ nebûn heta bê tehemmul bûn li dijî wan rastîyên nû yên zanistî.


"Teorîya Peresanê"

Feylozofên Îyonyayî hê di salê B.Z 6ê de behsa vî tiþtî kiribûn.Thales bawer dikir ku mirov jî wekî hemû tiþtan ji avê hatîye. Anaximander jî hin eþkeretir digot,"eslê me ji deryayê tê û em ji peresana hin cure masîyan gihêþtin".

Aristotales hin xuyatir rastîya peresanê bilêv anî.Ev di got "Organîzma ji formên hêsan ber bi formên têkel pêþketin e " û "Lebatên giyaneweran li gor pêwîstî û bi karanînê pêþketine".

Di serdema navîn(çaxê navarest) de cîhê peresanê tune bû.Ji ber ku her tiþt bi pirtûkên pîroz dihat reve kirin û her tiþt jî di destê Dêran de bû.

Her wiha heta Darwînê gellek feylozof û zanistvan ji hêla xwe peresanê anî bûn ziman.

Lê raveya herî berfireh ya Darwînê bû.Piþtî Darwînê jî di 160 salên dawîn de sedan zanistvan bi dehhezaran vedîtin,palpiþt,keþîf û bermayîyên fosîlan û bi alîkarî û hêza hûrlênêrîna teknolojîya nû teorîya Darwîn ya peresanê bi dehan caran ber bi zagon bûnê re nêzîk bû.


Peresan û îroroj

Zanistvanên demê me dîyar dikin ku "dozîneya peresenê girêdayî seleksîyona sirûþtî û daherizîna genetîkê ye ger hûn bawerîya xwe pê persenê neynin nikarin hin taybetmendîyên kur ya vê mijarê jî têbigehêjin."

"Hemû organîzma ji yek çavkanîyê hatine û piþtre cureyên din di nava milyonan sal de derketine holê. Di di hêla bîyolojîk de cureya herî nêz ya ji bo mirovan þempaze ne."

"Pêþxistina û fam kirina mijara peresanê wê feyde ji çareserkirina gelek nexweþîyan û bersivdana gelek pirsan jî bîne."

"Ev ji alîyê kesên ku bawerîya wan bi afirandinê heye ve tê rexne kirin.Cihê afirandinê û sêwirana aqilbend di zanistê de nîne.Her wiha divê siyasetvan têvî vî mijarê nebin.Ev mijarake zanistîyê.

"Çi karê sîyasetvan û oldaran bi vê meselyê re heye.Kîjan mentiq qebûl dike ku bi sedhezaran cure ji niþka ve hatibe afirendin û her cure jî di nava xwe de bi sedan avayên cuda ji niþka ve derkeve holê."

"Peresan bi fosîlan bi fîzyolojî,anatomî û bîyolojîyê û hezaran palpiþtên zanistî li ber çavê me ye.

"Zanist û teknolojî her roj pêþ dikeve lê teorîya peresanê paþ nakeve berovajî xurtir dibe."


Formên derbas bûnê

Dijberên peresanê herî zêde behsa tune bûna formên derbasbûnê dikin.

Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastîya peresenê derdikeve holê.Herî dawî li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eþkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîþan dide.

"Fosîlekî (Tiktaalik) 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin"

Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn.

Herî dawî jî li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ye hate dîtin.Ev fosîlên ku navê 'Gansus yumenensis'  hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane.Ev fosîl beþên kêm ya peresnênên çûkan temam dike.


Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe.Di dahatûyê de bi zêdetir pêþkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin.


Teorîya peresanê ne dijî Xwedê ye

Nedera oldaran


Oldar li hemû Cîhanê qebûl kirin li alîyekî qerfên xwe vê yekê tînin.Dibêjin "ma çawa mirov ji meymûnê tên"

Oldaran bi zanayî meselaya peresanê lêvedigerînin "ji meymûnê hatinê" û bi berfirehî naxwazin lê binêrin.

Ji ber ku mehmûn di daristanan an jî li baxça ajalan tê dîtin û bo wan giyanewereke nizm e.Lê peresan ji meymûnê hatinê nîne.Ne mijareke ewqas hêsan û bêkitekit e.

Oldar piranî ji hêla xwe zanistî zêdetir bi hêla peresanê ya bi olê re mijul in.Oldar bi giþtî vê yekê dijî pirtûkên pîroz dibînin.Pirtûkên pîroz hema ji wek tê dîtin þîrove dikin û li þuna ku kurahîya pirtûkên pîroz binêrin bi avayekî çîrokî gellek tiþtan þîrove dikin.Êdî angaþtên xwe de ewqas bi israrin ku ji xeynî
parastina ramanên xwe riyekî din nabînin û ditirsin ku qebul kirina vê yekê zirarê bigêhêje olê.

Argumana herî bêbingeh ya wan derdoran ewe ku dibêjin "Peresan xizmetê dike materyalîstan"

Lê tu carî têkîlîya peresan û materyalîzmê li gor angaþta wan nebûye.Xulqparêz bi qastî peyvên îdolojîk,tirsnak wek komînîzm,materyalîzm,faþizîm,ateîzim, kapîtalîm û gelekên din bikartînin ku bi vê avahî mijara peresanê bi îdolojîyan re girêbidin da ku bi avahî hêsanti pûç derxînin.

Zagonek wisa tuneye ku komunîst,çepperest an jî faþîstek nikare bawerîya xwe bi Xwedê bîne an jî kapîtalîstek neçare bawerîya peresanê bike.Ev hemû têgîn,têgînên demî û berjewnedîyîyên teng in.

Ji niþka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mantiqê.Peresan ne nîþana hêza Xwedê ye.Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatîyê ya hemû serdeman heta dawîyê Cîhanê tiþtetî dike!?Bawerîye her kesî hebe ku Xwedê wekî afiandina niþkave tiþtekî hêsan pêk nayîne.



Angaþtên klasîk yê dijberên peresanê

-Angaþt: "Peresan nehatîye îspat kirin"

Rastî:Di zanistê de teroî wek di matemetîk an jî mantiqê nayên îspat kirin.Peyva "îspatê" ji alîyê gel ve þaþ tê fam kirin.Di tu qadê zanistê de wek matemetîkê an jî mantiqê % 100 îspat kirin nîne.Di zanistê de têgînek,rêmanek wisa nîne.

-Angaþt:"Peresan dijî pirtûkên pîroz û ole,heywan û mirov ji hev nahetine afirandin!"

Rastî:Li cîhanê êdî gellek oldar vê rastîyê dipejirînin.Pirtûkên pîroz rastû û têgiþtina vê demê hatine nivîsandin.Hin çîrokên di nava pirtûkên pîroz de,çîrok û vegotinên giþtî ne û divê li gor roja me were nirxandin"Ji niþka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mantiqê.Peresan ne nîþana hêza Xwedê ye.Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatîyê ya hemû serdeman heta dawîyê Cîhanê tiþtetî dike!?

-Angaþt:"Peresan dijî xaladuduyê ya zagona Termodînamîk e.Ji kaosê,pergal çênabe.Entropî her zêde dibe û enerjî ber bi valahîyê belav dibe.Divê bo pêk hatina peresanê hêzeke berovajî entropîyê pêwîtse.Ji ber vê yekê peresan pêk naye,encax Xwedê hêzekî berovajî entropîye dikare pêk bîne."

Rastî:Xala duduyê ya zagona Termodînamîk bo sîstemên girtî(dadayî) ye.Organîzma di sîstemên vekirî de danûstandina enerjîyê dikin.Di hawirê de enerjîya bêdawî heye.Xulqparêz(afirînparêz) dibêjin enerjî di fezayê de belav dibe.Jixwe li gor peresanê jî bi bikaranîna enerjîya li ezmanê jiyan pêk hatîye.Darek bi saya enerjîya ku rojê diger û bi çêkirina fotosentezê mezin dibe.Ango çavkanîya enerjîyê eþkereye.Di dema mirina zindîyekê "zêdeka entropîyê "pêk tê û hemû enerjîya wî "bo ji nû ve bikaranînê" vedigere
sirûþtêç

-Angaþt:"Asta kêm ya gaza Helyûmê di atmosferê de nîþan ciwan(genc) bûna Cîhanê ye.Ger Cîhan 4,6 salî bûya divîya bû ku zêdetir gaza helyûmê bûya"

Rastî;Helyum gazake pir sivik e.Wekî hîdrojenê tevî ezmanê dibe û di atmosferê de zêde namîne.

-Angaþt:"Bîyolog tu carî rastî peresanê nehatine"

Rastî:Peresan ne tiþtekî ku di nava katjimêrek,roje,mehek an jî salan de pêk tê bo dîtina peresanên mezin milyonan sal hewceye.Bîyolog gelek caran çavderîya peresanê kirine.Di mîkrobîyolojî de nîþana vêê yekê her roj tê dîtin.Bakterîyên ku li dijî antîbîyoktîkan hêz qezenc û xwe diguherin dikin an jî bihokên ku li dijî DDTyê tirûþ bidestdixin û xwe diguherin hin mînakên vê yekê ne.

-Angaþt:"Þaneyek çêkirî hê nehatîye pêkanîn"

Rastî:Þaneyeke xwedî faalîyetên jiyanî nehatîye çêkirin di hawirê labaratuaran de lê pêkhatên bingehîn yê giyaneweran aminoasît,nukleik asît,þekiran û gelek molekulên organîk bi avayekî sunî hatine çêkirin.Kêþe niha eve ku di labaraturan de bi teknolojîya îro þertên berîya 4,6 mîlyar salan naye pêk anîn û 4 mîlyar sal jî ne mimkune ku were sekinîn.Her wiha li benda mayîna pêkhatina þaneyek xwebixwe di nava lûlikên ezmûnê de hinek saxikî ye.

-Angaþt:"Jiyan xwe bixxwe di nava 4 mîlyar salan de nabe ku pêk were.Li noronekê binêrin çeþîddarîya reksîyonên biyokîmyasal binêrin ma çawa ewqas sîstem xwe bi xwe çêdibe?"

Rastî:Di pêþketina peresanê de her tim zanyarî û avahîya stabîl bi navberîya seleksîyona sirûþtî di zindîyên din de jî hatîye bikaranîn.Binêrin laþê me, hin teybetmendîyên di him ya masîyan,bakterîyên îlkel(hoveber) him jî ya marîjokan ser me heye.Di peresanê de her tiþt qedeme qedeme pêk hatîye.Berê amîno asît,piþtre proteînên thermal,piþtre proteinoid,piþtre amino asitên ATP,piþtre proteînên kompleks û senteza proteînan,piþtre þaneyên prototîp û di nava mîlyonan sal de bi bi ceribandin û þelipînê þaneyên stabîl pêk hatine.

-Angaþ;"Formên derbasbûnê nîne"

Rastî:Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastîya peresenê derdikeve holê.Herî dawî li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eþkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîþan dide.

"Fosîlekî (Tiktaalik) 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin".Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn.

Herî dawî jî li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ye hate dîtin.Ev fosîlên ku navê 'Gansus yumenensis' hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane.Ev fosîl beþên kêm ya peresnênên çûkan temam dike.Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe.Di dahatûyê de bi zêdetir pêþkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin.

-Angaþt:"Fosîl ji dema Kambrîan de ji niþka ve zêdebûne û organîzmayên pirrþane ji niþka ve zêde bûne.Lê berîya dema Kambrîna tu þop nîne."

Rastî:"Mîkrofosîlên herî pêþîn aîdê ya berîya 3,6 mîlyar salên berê.Fosîla herî kevn ya fosîlên pirrþane jî ya berîya 700 mîlyan salanin.Ango ev mawe berîya 80 milyon sal berê ya dema Kambrîn e.Ger bi çavekî zanyarî neye lênêrîn mirov dikare bi hezaran pirsên tewþ û dervey zanist bipirse.
 


Her wiha xaleke girîng jî ewe ku bi dehan angaþtên bi rengî kesên (wekî li Tirkîye Harûn Yahya û koma wî/hin Xulqparêzên(afirînparêz) li emerîka) ne xwedîyê ev daneheva zanyarî û perewerdeyê ne ku angaþtên wisa bilêv bikin.

Darwîn bi delfetên sedsala 19'emîn bergehek nû di warê zanistê de "afirand".Êdî bi teknolojîya dema me binyata DNA yê bi temamî tê çareser(deþîfre) kirin.Di demekî wisa de mirov pêþarojê bifikire dê rojên tengav li benda dijberên peresanê de ne.

Teknolojî û zanist her roj bilêzî pêþdikeve û bo bizelalî tune kirina angaþta wan her roj pêþketinek nû çêdibe..Vê gavê bawermend hin zêdetir bikevin têngasî û mûxlakîyê.Helwesta wan zirarê dide ola wan jî



Tabloya Peresanê mirovê
Orrorin tugenensis: Berîya 6 mîlyon sal
Ardipithecus ramidus: Berîya 4.4mîlyon sal
Australopithecus anamensis: Berîya 4.2-3.9 mîlyon sal
Australopithecus afarensis: Berîya 3.6-2.9 mîlyon sal
Kenyanthropus platyops: Berîya 3.5-3.3 mîlyon sal
Australopithecus africanus: Berîya 3-2 mîlyon sal
Australopithecus aethiopicus: Berîya 2.7-2.3 mîlyon sal
Australopithecus garhi: Berîya 2.5 mîlyon sal
Australopithecus boisei: Berîya 2.3-1.4 mîlyon sal
Homo habilis: Berîya 2.3-1.6 mîlyon sal
Homo erectus: Berîya 1.8-0.3 mîlyon sal
Australopithecus robustus: Berîya 1.8-1.5 mîlyon sal
Homo heidelbergensis: Berîya 600-100 hezar sal
Homo neanderthalensis: Berîya 250-30 hezar sal
Homo sapiens: Mirovê roja me






Çavkanîyên giþtî
Douglas Futuyma, Evolutionary Biology, Sinauer,
Tim Berra, Evolution and the Myth of Creationism, Stanford University Press, 1990
Roger Cuffey, Paleontologic Evidence and Organic Evolution, in Science and Creationism, edited by Ashley Montague, Oxford University Press, 1984,282
Douglas Futuyma, Science on Trial, Sinauer 1995, sayfa: 68-97 5) T.S. Kemp, Mammal-like Reptiles, Academic Press, 198
Harland et al."A Geologic Time Scale", 1982, Cambridge Uni. Pres
J. W. Schopf, "Evolution of the Earliest Cell", Scientific American, 1978, 239 110-138
Douglas Futuyma, "Evolutionary Biology", Sinauer, 1998,
Tim Berra, "Evolution and the Myth of Creationism", Stanford University Press, 1990
Ian Stewart 1995. Nature's Numbers. New York: BasicBooks.
Max P. Berstein, Scott A. Sandford, Louis J. Allamandola,
Life's Far-Flung Raw Materials" Scientific American1999, 281
Ilhan Arsel, "Seriat ve Kadin"
Ilhan Arsel, "Toplumsal Geriliklerimizin Sorumlulari: Din Adamlari", 1995
Turan Dursun, "Din Bu I, II, II

 

 

Binivsîne

 

 

 


 



                                                                               

                                                                                                Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

 

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

 

 

 

PEYWENDÎDAR

 

 

RÛPEL

» BIÞÎNE

» BINIVSÎNE

»A

 

Reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

REKLAM

 

 

 

© 2006 KURDISTAN NETEW weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e.                                               Peywêndî  |  Kunye | Arþîw | Derbarê KN de | Hiþyarî | Reklam           HKMG

 

 

 

 

 rss feed Hawar Soft                       

 

                                        Copyright © 2006  KURDISTAN NETEW Hemû mafên wî parastî ye