|
Li
hemû dinyayê însan tevî civakên xwe li gor rêzikên dîalektîk guherînên xwe
didomînin. Guherîn dixwaze bi xwazahî an jî bi destekarî be, ango bi darê
zorê be jî her guherîn e. Pêk tê û civak her carê xwe ji nû ve dikemilînin.
Li welatên azad ev guherîn piranî bi veguhêrana dînamîkên siyasî-aborî re
heman demê pêk tên. Ji þoreþa Fransiz û bi vir ve, guherînên herêmî di
demeke kin de formeke global werdigirin û bûyerên ku li welatekî dest pê
dikin li welatên din jî dibin destpêka tevlîhevî an jî þoreþên civakî. Çand,
huner û wêje jî, bi vê yekê re ji qalikên xwe yên teng ên herêmî rizgar
dibin û li qada gerdûnî cihê xwe digirin, dibin parçeyek ji çanda dinyayê pê
re jî civaka xwe bi xwe re bilind dikin.
Her dem, tevlîheviyên mezin, bi xwe re formên nû tînin, modernîte wek
þîfreya guherîneke bê dawî ye. Tu kes, kom an jî civak nikare xwe ji van
guherînan dûr bigire, yan jî xwe ji pêlên wan biparêze. Bi taybetî sedsala
20’an, di warê pêþveçûn û tevlîheviyên derasayî de bû sedsalek ku bedêlî
gelek sedsalên dîroka mirovahiyê ye.
Du
þerên cîhanî, bi hezaran þerên nav welatan, an jî xwe bi xwe yî, hilweþîna
bajaran bi çekên atomî-kîmyewî, bi dehan jenosîd an jî komkujî, avabûna
sîstemeke sosyalîst, pêþveçûnên teknîkî, biþivin û jiholêrabûna feodalîteyê,
avabûna civakên pîþesazî û wêdeyê wî. Rengguherîna kolonyalîzmê, avakirin û
danavakirina welatên nû, bi hezaran peyman, hevgirtin û rêxistin, pêþveçûna
çandeke demokratîk, rabûna tixûban, ber bi dawiya sedsalê terabûna sîstema
sosyalîst û berfirehbûna kapîtalîzmê ya global, rûxandina xwezayê, kokbiriya
bi hezaran jîndarên ku her yek xelekek ji ekosîstema xwezayê bûn.
»
Û
bi milyonan bûyer ku, bi nivîsînê dawî li wan nayên. Niha jî, sedsaleke nû û
destpêka hezarsaleke nû, ku jê re dibêjin
«Milenium».
Bi van hemû guherînan re, çanda mirovahiyê jî formên nû wergirt û xwe nû
kir. Carina beriya qewimînan bi riya hunerî rêberiya civakan kir, rê nîþan
da, carina jî çavdêriyê kir û wêjeya wê afirand.
Li civakên pêþketî, dijberiyên li nav çînan lênêzikbûna çand û hunerê jî, ji
hev cihê kir. Li aliyekî burjuvazî, tevî çanda xwe ya bilind! Li aliyê din
jî komên din ên civakê û çanda wan a cihêreng. Li civatên bi vî rengî, her
komek dikare xwedî formeke çanda cihê be, li aliyê din; ji bo kontrol û
birêxistina girseyên gel, ji aliyê burjuvazî ve, belavkirina formên çandê yê
populîst û dejenere. Divê ji bo welatên pêþketî rewþa þêniyên niþtecih jî di
bin xalekê de bê nirxandin û þîrovekirin. Bi van hemû rengan re, çandeke
“underground”, ango binax jî bingeheke bi serê xwe danî di dîroka çandî ya
gerdûnî de.
Rojava dema xwe ya kaotîk, bi þer û pevçûn be jî bi ronesansê xemiland, bi
alîkariya þoreþa burjûvazî jî, çandeke nû ya demokratîk li nav civakên xwe
belav kir û rêyeke nû li ber mirovahiyê vekir.
Lê berî ku burjuvazî bigihêje vê çanda demokratîk, bi kirinên, xwe, bi pest
û pêkutiyên li ser çîna karkeran, bû sedema pêþketina çandeke dijberî xwe.
Çanda çînên bindest li hemû dinyayê di destpêkê de ramanên utopîk, bi demê
re jî îdeolojiyek xurt afirand. Derî li þoreþeke mezin vekir. Piþtî þerê
yekemîn ê cîhanê li Rûsyayê û çend komarên pê ve girêdayî, piþtî þerê
duyemîn jî li gelek welatên din bû rejîmeke nû ya çîna karkeran.
Demeke nû,
çandeke nû derxiste holê. Li dinyayeke ku ji du qutban pêk dihat, rista
çandê ya li ser civakê jî ji hev cuda bû. Mirovahî bi humanîzmê hesiya, li
aliyê din jî dijberiyên li nav herdu sîsteman, gelek welat û civakên biçûk
jî ji hev xistin û ew pelçiqand in. Wek avabûna sîstema sosyalîst, terabûna
wê jî guherînên mezin çêkirin li nav hemû welatên dinyayê. Weke hemû
civakan, civaka Kurd jî bandoreke mezin ji van guherînan wergirt.
Di sedsala bîstan de, pêþketina mîmariyê, avabûna bajarên mezin, ango
metropolan jî rengê guhêrana civakê tespît kirin. Neyê jibîrkirin ku
pêþketina çanda mirovahiyê bi bajarvaniyê ve girêdayî ye. Bajarîbûn xala
herî pêwist î çandê ye.
Bê guman ev tespîtên ku min li jorê kirin, ji bîr û zanîna xwendevanên Amîda
ne dûr in. Min xweste ku, ji bo em dikaribin li ser sedemên paþmayîna aliyên
çanda civaka xwe rawestin, ev xalên ku hatine bilêv kirin, li bîra
xwendevanên xwe nû bikim.
Niha êdî dora nirxandina civaka me û çanda me ya qedîm e. Heta ku ji destê
min tê, ez ê bi zimanekî vekirî fikrên xwe yî li ser vî awayî bilêv bikim.
Bê guman, mijar gelek fireh e û dibe ku ez nikaribim di nav sînorên çend
gotaran de li ser hemû xalên mijarê bi kûrahî rawestim, dîsa jî, dikarim
hêvî bikim ku wê bala xwendevanan bikiþe ser vê problema girîng û derî li
nîqaþeke kûr veke, da ku pisporên vî karî jî tevlî nîqaþê bibin û fikrên xwe
yên hêja bêjin!
çavkanî;amidakurd
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
Reklam

|