|
|
Ziman, dîrok, welat, cand, xisleta
teþegirtî (karektera hevpar) hemû jî bona neteweyîbûna gelekî hêmanên
diyarker in. Evan, nirxên bi qîmet in. Eger ji vana yek jî pêk nehatibe, ev
di pêvejoya neteweyîbûnê da dibe egera qelsîyekê, di civakê da kêmahîyek pêk
têye û bona temam bûna pêvejo, divê he dem bihure.
Ji van nirxan yê herî girîng jî ziman e. Ne tenê bi qîmet, herweha yê herê
dîyarker jî dîsa ziman e. Ji ber, ku bona fam kirin û nas kirina hêmanên
din, yên ku bingeha neteweyîbûnê pêk tînin, dîsa ziman pêwîst e. Bi zamanekî
hevpar civak dikane welatê xwe, dîrok û cand xwe nas bike, bi çalak û
xurtbûna peywendîyên civakî jî dikane xisleta teþegirtî pêk were, ev jî bi
zimanekî hevpar û yekgirtî dibe. Ango, bi kurtî bona miletekî nirxê herî bi
qîmet ziman e, ne tenê parastina wî, herweha bona pêþveçûyîn û fireh bûna wî
jî her çi hewceye divê bête kirin. Eger zimanek ji pêþveçûyîn û nûjenbûyînê
para xwe nestîne, vêcarê li pêþîya civakê ew bi xwe dibe asteng.
Zimanê Kurdî jî, wekî hemû zimanan, bona miletê Kurd nirxê herî bi qîmet e,
divê him bê parastin û him ji bona ku ji pêþveçûyîn û nûjenbûnê para xwe
bistîne hewl bête dayîn, karekî rêk û pêk bête kirin. Bi gotinek din em
Kurd, bona parastin û bipêþvebirina zimanê xwe, di bin barê du vatinîyan
(wazîfe, erk) da ne. Yek, divê em zimanê xwe ji biþavtinê (asîmîlasyon)
biparêzin, ya din, ev jî ne bes e divê em hewl bidin ku zimanê me ji
pêþveçûyîn û nûjenbûna serdema îro hewcedarîyên xwe bistîne, bi hêz bibe.
Encax çi heyf e, ku hê em li ber vatinîya xwe ya yekem gellek lawaz mane,
heta berdin li dijî biþavtinê meþandina têkoþînekê, pirr mixabin bi nivîs,
wêje, peyîvin û têkilîyên xwe, bizanebûn an jî bêzanebûn xizmetî biþavtinê
dikin. Bi “oto asîmîlasyonê”, takes bi xwe jî têne biþavtin. Xetera herê
mizin jî ev e, lewra ev ji biþavtinê re amedekarîya pisîkolojîk dike, êdî
takes û civak biþavtinê wekî xeterekê nabînin.
Di amedekirina pisîkolojîk da “xizmetê” kadiroyên sîyasîyên bakurê
Kurdistanê xwedî sûcdarîya herî mezin in. Jixwe civak, bi sîyaseta dewletê,
taybetî yên di mijarên perwerde û aborî da ketiye bin bamndora biþavtinê. Di
encama vê sîyasetê da civaka Kurd, divêbûya rûyê xwe berve rojavayî Tirkîyê
bikira, bona ku debara xwe bike koçberî herêmên rojava bibûya. Wisa jî bû,
bi milyonan Kurd koçberî bajarên rojava bûn. Bi akincibûna li van herêman,
gava herê ewil biþavtin e. Jixwe civak bi pisîkolojîk amede ye, dema
sîyaseta dewletê jî bandora xwe da ser, biþavtin ji texmînan gellek mezin û
firehtir qewimî.
Heta van salên dawî kadiroyên sîyasîyên Kurd digotin, “ziman ne girîng e,
ewil bila em di armancê xwe da bi serkevin.” Armanc jî pejirandina cend
rêgezên grup an jî partîyekî bû. Hê jî kesên wisa difikirin, di nav sîyaseta
bakurê Kurdistanê da ne hindikin.
Nizanim, belkî bala we jî dikþîne, tiþtekî girîng jî rewþa jina di nav
sîyaseta bakurê Kurdistanê da ye. Wisa tête xuya, ku ev beþa civakê ji
biþavtinê bêtir para xwe stendîye. Taybetî kadiroyên jin yên di nav PKKê da
bi israr Tirkî bi kar tînin. Bi Tirkî dinivîsin, bi Tirkî hûnerê diafirînin,
di hundirê sazîyên vana da Tirkî zimanê meþandina kar û barên sîyasîyê
sereke ye. Di nav xwe da, di kar û barên sîyasî da Tirkî bi kar tînin. Ev,
bi giþtî li ser jina Kurd ya sade karîger dibe. Ev xeterek herî girîng e,
lewra bi biþavtina jinê, biþavtina civakê hê hêsatir e.
Encax, di cend salên dawî da fireh bûna hesasîyeta li dijî biþavtinê jî
hêjayî gotinê ye. Pirrî caran li ser hate nivîsin, hê jî nivîs û helwestên
qenc bal dikþîne, mirov pê dilþad dibe. Mînaka dawî, helwesta hinek sazîyên
nêzikî PKKê û herweha ya Partîya Civaka Demokratîk bû.
Biryara ku “Kurdî di karê nav xwe da” bi kar bînin, dibe sebeba kêvxweþîyê.
Wekî min di nivîsa xwe ya di malpera www.gelawej.org ya bi navî “Em Çözümü
Dixwazin” da jî bal kiþandibû ser, her çiqas zagonên Tirkîyê bilî Tirkî kar
anîna zimanekî din qedexe kirî ye jî, ma qey karmendên dewletê her dem di
avahîyên van sazîyan da li benda axaftina bi Kurdî ne? Helbet na, her çiqas
qedexe kirina dewletê astengek zagonî be jî, pejirandina rewþek wisa xetera
herê mezin e.
Encax tenê biryar stendin ne bes e. Bibe, nebe divê ev biryar jîndar bibe û
bête þopandin. Dîsa cend sazîyên ku wekî alavên biþavtinê kar dikin hene. Di
serî da Rojtv bi israr xizmeta biþavtinê dike. Birêvebirîya PKKê divê ji
Rojtv re çareyekê bibîne. Bomînak, bilî rojê carekê bi Tirkî nûçe û hefteyî
carekê panelek bi Tirkî, divê hemî bernameyên vî telewîzyonê bi Kurdî bin.
Panelên bi Tirkî bêne pêþkêþ kirin jî, bi cend cepgirên Tirk yên li derdorên
PKK mane, dikane bête dayîn.
Dîsa rojnameyên ku PKKê û PSKê diweþînin divê bi Kurdî bin. Tirkî û Kurdî bi
hevra jî xizmeta biþavtinê dike. Bona rayagiþtîya Tirk bila weþanên bi serê
xwe hebin, lê weþanên ku deng li rayagiþtîya Kurd dikin, divê bi Kurdî bin.
mahmutkilinc@t-online.de
2006-09-11/Düsseldorf
Çavkanî
NetKurd.com
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Biçe Jora Rûpelê
Pêywendîdar
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

Rûpel
»
BINIVSÎNE
»
BIÞÎNE
Reklam

KURDISTANNETEW | Nivîsên ku raveya
jêwergiranê nîne be mafê wê nivîsê ya
KURDISTANNETEW e
|