|
Li bakûrê
Kurdistanê, zimanê Kurdî li gel hemû hewldanan bi xeterekî mezin re rûbirû
ye. Bi taybetî bajarên herî girîng ya bakûrê Kurdistanê wek
Amed,Wan,Batman,Riha,Mêrdîn û hwd. de bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana
rojane de kêmtir dibe.Bê gûman daketina rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî di
nava zarok û ciwananan de nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.Bi awayekî
xwezayî nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo hemû gelan encamek wisa an
jî hin xirabtir mimkune ku derbixîne holê.
Li gel hemû qedexe û hewldanên 80 salî ya dewleta Tirk çewtî û îxmalkarîya
Kurdan jî dibe sedema xirabtir bûna encamê.
HAWARDENGÛBAS li Amedê derbarê vê mijarê de nêrînên hin kesên pêywendîdar
vergirt.Di enmaca analîzên wan kesan de hin xalên hevbeþ derket pêþ.
• Perwedeya bizimanê dayîkê;
Berî her tiþtî ji bo parastin û pêþxistina zimanê Kurdî perwerdeya bi zimanê
Kurdî pêwîste.
Divê berê ji bo vê yekê hewl bê dayîn.Ne qurs û wekî din divê hemû dersan ji
dibistina sereta û heta zanîngehan bi zimanê Kurdî perwerde were dayîn.Her
wiha divê rexistin,partî,þaredarî û dezgehên Kurdî hemû endam û xebatekarên
xwe re hîn bûn û xwendina bi zimanê Kurdî ferz bikin da ku di qedemeyên
fermî de zimanê Kurdî were bi karanîn.
Ji bo bal kiþandina zimanekî divê ev ziman xwedî girîngî û statuyekî fermî û
aborî jî be.
Her wiha hin malbatên Kurd bi sedema ku zarokên wan di dibistana sereteyî de
zorê nekþînin û ji hevalên xwe dûr nemîna hînî zimanê Tirkî dikin û hînî
zimanê Kurdî nakin.Divê malbatên Kurd dev ji vî çewtîyê xeter berdin.Divê
zarokek berî zimanê dayika xwe hîn bibe.
Zarokekî ku temamî zimanê xwe û çanda xwe hîn nebe ev zarok nikare bi temamî
hînî tu çandî na jî zimanî bibe û avayekî xwezayî di vê zarokê de “bê
nasnameyetî” derdikeve holê.
Malbatên Kurd bo dibistinê dikarin piþtî 6 salîya zarokê xwe hinî zimanekî
din bikin.Her wiha malbatên Kurd li þuna ku hînî zimanê Tirkî bikin û
meselya dibistana Tirkî bifikirin divê ji bo destpêkirina perwerdeya bi
zimanê Kurdî bikevin nava hewldanan.
• Medya;
Sedemekî din ya herî girîng helîna zimanê Kurdî bandora medyaya Tirkî bi
taybetî televîzyonên Tirkî ye.Medya bi taybetî televîzyonên heyî yên Kurdî
têrî îxtîyaca Kurdan bike.
Televîzyonên ku ji Kurdistana azad weþan dikin jî him bo bakûrê Kurdistanê
kêm weþan dikin him jî alîyê qelîteyê ne zêde pêþketîne û lewma jî bala
Kurdên bakûr nakþînin.
• Xwezî pê anîn;
Hinek Kurd hin jî girîngîya zimanê kurdî tênagihên.Zimanê Kurdî wek zimanê
gundê dibînin.Kêm be jî hinek Kurd ji ber xwezî pê anîna û mezin dîtina
zimanê Tirkî an jî zimanekî din, zimanê Kurdî di bazar,kolan,
restoran,”cîhen modern” û avahîyên fermî de zimanê Kurdî bikarnayinin.
Her wiha gelek Kurd ji bo nezanîna xwendin û nivîsandina xwe ya Kurdî gelek
mane dibînin.Lê rastîyekî eþkereye ku bi buhaya cixareyekî û di rojê de nîv
saet her mirovek normal dikare xwendin û nivîsandina zimana xwe ya dayikê
fêr bibe.
• Stratejîya Çewt;
Beþekî ji Kurdên bi sîyaset û xebatên îdolojîk re mijûlin her çiqas xwe wek
xebatkarên doza Kurdî bi nav dikin jî hemû karên xwe bi Tirkî pêk tînin.Bi
taybetî gelek ciwan berî ku zimanê Kurdî hîn bibin di bin navê Kurdeyatî de
berê diçin bi tiþtên rojane û nereel re mijûl dibin.
Bi îdolojîyên kevn û bi sloganên ezber dem û enerjîyên xwe winda
dikin.Piranîya wan kesan mixabin zimanê Kurdî nizanin.
• Xwedî derneketina hilberînê;
Di salên dawî de li gor salên berê di warên
mûzîk,edebîyat,çand,huner,çapamenî(medya) Kurdî de hin zêdetir berhem û
tiþtên baþ tê hilberînin.Wekî mÎnak 10 sal berêciwanekî Kurd nikarî bû ku
albûmên Kurdî bi þêweyên cîhanî wek(pop,folk,rock,cazz…) berhemekî peyda
bikin.
Niha ne wisa ye.Di her qadê de hilberîna berhemên cihêreng tê kirin. Lê belê
gor salên berê firotina albûm,pirtûk,kovar an jî hilberînên din yê Kurdî kêm
bûye.Bê gûman di mûzîkê de bandora mp3 û korsanan jî gelek zêde ye.Bo
dewlementir bûn Û pêþxistina mûzîk,wêje,çand û hûnera kurdî divê xwedî li
hilberînê were derketin.
Heman xal bo perçeyên rojhilat û baþûrê rojavayê Kurdistanê mirov dikare di
cîh de ye.Pêþketinekî di perçeyekî Kurdistanê de bê þit bandora xwe li
perçeyên din jî bike.Ji ber vê yekê divê her Kurd wek erkekî rûmetî ji
pêþketin û hîn bûn û ji bo pêk anîna perwerdeya zimanê Kurdî li bakûrê
Kurdistanê hewl bidin û piþtre bi zimanên din mijûl bibin û xwe di her warê
jiyanê de pêþ bixînin.Ger neteweya Kurd stratejîya pêþketina xwe ser
bingehekî þaþ ava bikin wê demê mimkune ku tiþtên heyî jî ji destê gelê Kurd
biçe.Bingeh çawa bê danîn pêþketin jî bi vê avayî dibe.Bingehek dirûst
dahatûyek geþ,berfireh û pêþketî an jî ...
Hemû naveroka beþa
Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa
Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» TOMAR BIKE
» BINIVSÎNE
Reklam

|