|
Hikumeta Kurdistanê bo pêþxistina teknolojîya
Kurdî û nivîsbarîya bi zimanê Kurdî,bi taybetî çêkirina Wîndowsa Kurdî
rêkevtinek bi kompanyaya navdar ya Microsoft re imze kir
Hikûmeta Kurdistanê rêkevtinek di gel þirketa Microsoftê ya cîhanî bo
duristkirina Windowsa kurdî û arîkarîkirina hikûmet û saziyên hikûmeta
Kurdistanê di bikaranîna zanyariyên IT-yê li Kurdistanê îmze kir.
Li gora vî projeyî, dê navend û instîtutên zanîn û teknologîya ICT ya
peywendîkirinê ji alîyê hukûmeta Kurdistanê ve û bi alîkarîya kompanyaya
Mikrosoft bên damezrandin. Ev proje jî, giringîyê dide bilind kirina astê
þiyan û karînên kadirên hukûmetê û dê zanînên teknologî di dezgehên hukûmeta
Kurdistanê de, li zankoyan, instîtutan û piþkên nemazeyî bi kar bên.
Ev kompanyayê erkê çêkirina Windows a Kurdî jî daye ser milê xwe. Ew jî ji
bo ku wezaret û dezgehên hukûmeta Kurdistanê di biwarê diristkirina
Nivîsbarî(Software) ya zimanê Kurdî de sûdê û bi giþtî pêþxistina
teknolojîya Kurdî û nivîsbarîya bi zimanê Kurdî fêdê bibînin.
Her wiha, dê portalek li ser malperê bê vekirin, ji bo ku sûd ji akademîstên
Kurd jî bê dîtin û komkirina zanînên data jî pêk tîne.
Ev proje di biwarê pêþxistina sistemê teknologî û þîretkarîyê de, alîkarîya
hukûmeta herêma Kurdistanê dike, da ku bigihêje astê welatên pêþkevtîyên
cîhanê. Li angora projeyê ku hatîye imzakirin, kompanyaya Mikrosoft û
wezareta kar û barên civakî ya Kurdistanê dê xol û korsên fêrkirin û
hînkirina computer ji xwendevanan re vekin.
Her wiha , çendîn kompanyayên navdarên dinên wek.. Orakl, San Mikrosistem,
Sisko û Antel amadebûna xwe ji bo geþkirina Kurdistanê nîþan dane. Ev yek
jî, dê bandorek siyasî û stiratejîk li ser ayindeyê herêma Kurdistanê çê
bike.
Teknolojî,Înternet û Nivîsbarîya bi zimanê Kurdî pêþ dikeve
Zimanê Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de digre.Ji
xeynî sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro sistemên kompîterê jî bo
zimanê Kurdî tên wegerandin.
Eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li cîhanê de pir tê bikaranîn jî bi
kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya Operayê de hat weþandin.Ji xeynî
opera bernameyên malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek skype),ferhengên
elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên wergerandin.
Her wiha ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper
heye ku di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrin.Ji ber ku
înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe
înternetê de gihandin astekê baþ.
Êdî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya
pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger înternet hin
zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî
têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pêþketina rewþa politik a
Kurdistanê jî zêdetirîn be.
05 Tîrmeh, 2006
Hemû naveroka beþa
Zanist»
|
|
PEYWENDÎDAR
WÎNDOWSA KURDÎ
(www.windowsakurdi.com)
KURDISH LINUX
(
www.ferheng.org )
HIN BERNAMEYÊN
KURDÎ
(www.pckurd.com
|
www.pckurd.net)
RÛPEL
» TOMAR BIKE
» BINIVSÎNE
Reklam

|